Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirneteweyan a Navneteweyî ya 39’emîn ku li bajarê Cordoba yê Arjantînê hate lidarxistin, bi sed hezaran jinên ji herêmên cuda yên Latîn Emerîkayê li hev civand. Di kombûnê de ku bi organîzasyona 300 rêxistinên xwecihî hate lidarxistin atoley, panel, nîşandana fîlman û civîn pêk hatin.
Heyetek ji tevgera jinên Kurd li gel tora femînîst a Abya Yalayê beşdarî civîna li ser enternasyonalîzmê bû. Heyet beşdarî panela “Pratîkên Şoreşgerî” û nîşandana fîlmê In Search of Alina (Di dema lêgerîa li Alina de) bû. Di çalakiyan de jinên Kurd tecrûbeyên xwe, şoreşa jinê ya li Rojava, têkoşîna gerîlayên jin a li çiyayên Kurdistanê û girîngiya piştevaniya navneteweyî vegot.
Di civîna enternasyonalîzmê de ku ji aliyê tevgera jinên Kurd û tora femînîst a Abya Yala ve hate lidarxistin, aliyê navneteweyî yê têkoşîna jinên Kurd û girîngiya tora “Jinên paşerojê dihûnin” hate nirxandin. Di kombûnê de dirûşma “Pirnetewe, pir netewe; Ji Abya Yala heta Kurdistanê!” hate qîrîn.
Di civînê de her wiha bersiv ji pirsên beşdaran re hate dayin û qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin.
TÊKOŞÎNA ALINA SANCHEZ HATE VEGOTIN
Di kombûnê de fîlmê li ser jiyan û têkoşîna şoreşgera enternasyonalîst Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) In Search of Alina hate nîşandan ku Sanchez li bajarê Cordobayê mezin bû û sala 2018’an li Rojava şehîd bû.
Di nîşandana fîlm de li gel heyeta ji tevgera jinên Kurd her wiha femînîst, perwerdekar û rojnamevan Claudia Korol û dayika Alina Sanchez axivîn.
Heyet sibeha Yekşemê beşdarî civîna meclîsa vekirî ya tora Femînîstên Abya Yala bû û girîngiya rêxistiniya jinan û pêşengiya jinan hate destnîşankirin.
Di kombûnê de ku tevgera jinên Kurd lê aktîf bû, derfetên têkoşîna hevpar û piştevaniya navneteweyî derkete pêş. Çalakî bi nîqaşên li ser azadiya jinê bi dawî bû ku weke yek ji sernavên sereke yên têkoşîna bingehîn a sedsala 21’ê hate nirxandin.

