Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Beriya niha bi 14 salan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava destpê kir. Şoreşa ku li Kobanê destpê kir li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Di vê şoreşê de zêdeyî 10 hezar Kurd, Ereb, Suryan û enternasyonalîstên Tirkiyeyî û çar aliyên cîhanê şehîd bûn. Di vê şoreşê de bi deh hezaran kes birîndar bûn. Em şehîdan bi minet û hurmet bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Kurd, Ereb û Suryanî wê Sûriyeya demokratîk û Rojava ya Xweser pêk bînin û biparêzin ku hesreta van şehîdan bû.
Şoreşgerên Rojava hem serî li ber dîktatoriya Baasê hildan hem jî DAÎŞ a ku bû belayê serê mirovahiyê têk birin. Gelê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê DAÎŞ têk birin û sîstemeke xweser a demokratîk ava kirin. Gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî û Çerkez bi feraseta neteweya demokratîk bi hev re jiyaneke xwişk-biratî, azad û wekhev afirandin. Bi demokrasiya xwecihî her gel, bajar û navçe tevlî nava karê avakirina civaka demokratîk û azad bûn. Li Rojhilata Navîn ku mejiyê neteweperest û olperest ketibû qirika hev, Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Çerkez û gel û baweriyên din bi hev re di nava aştî û xwişk-biratiyê de man. Yek ji taybetmendiyên girîng ên vê şoreşê û demokrasiya xwecihî ew e ku li ser bingeha azadiya jinê di nava sîstemê de jin bi rola pêşengiyê rabûn.
Şoreşa ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat li Rojhilata Navîn bû qadeke şên a demokrasiyê. Cara yekê li Rojhilata navîn sîstemek demokratîk a ne otorîter ava bû. Ne tenê hêzên siyasî û rejîmên otorîter ên li dijî demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn, her wiha hêzên hegemon ên navneteweyî jî ev yek li gorî berjewendiyên xwe nedîtin. Sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê encamên welê bi xwe re anî ku rejîmên otorîter ên li herêmê hejand. Dema ku sîstema demokratîk li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rûnişt û belav bû, hîmên noker û hevkar ên hêzên hegemonîk ên navneteweyî lawaz bûn. Ji ber ku daxwaza wan avakirina rejîmeke hevparê wan bû, ji bo pêşîgirtina li sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê serî li her rê û rêbazê dan.
Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de berdêlên giran dan û mirovahî ji belayekî bi vî rengî rizgar kirin. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bi hezaran gerîla li kêleka gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şer kirin. Ji Bakurê Kurdistanê zêdeyî hezar gerîla şehîd bûn. Gerîlayên ji Rojhilat û Başûr jî çûn, li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û şehîd bûn. Enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê hatin, şehîd bûn. Sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi van berdêlan ava bû. Şoreşa Rojava bû şoreşeke welê ku demokratên şoreşger ên cîhanê piştgiriya wê kirin. Gava ku qala destketiyên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin divê ti ji van neyê jibîrkirin.
Gelê Kurd ê li Rojava bi gelên Ereb û Suryanî re sîstemeke demokratîk bi hev re ava kirin. Feraseta neteweya demokratîk a ku ev sîstema afirand, hîn jî bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye. Hewldana hin derdoran ku dixwazin dijberiya Ereb-Kurd biafirînin, fitneya neteweperestiyê bixe nava gelan di berjewendiya Kurd, Ereb û Suryaniyan de nîne. Gelê Rojavayê Kurdistanê zane ye; gelek e ku di perwerdeya Rêber Apo re derbas bûye. Hemû destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe.
Rêber Apo her tim got, divê Sûriyeyeke demokratîk a xwe dispêre xwerêveberî û demokrasiya xwecihî bê avakirin. Lewma girîng e ku demokrasiya xwecihî ya li Rojava bê parastin. Tenê li Sûriyeyeke demokratîk a ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî gel dikarin bi rengekî demokratîk û azad bijîn. Ev jî di nava sîstemeke demokratîk de dikare pêk were ku gelê li Rojava rêveberiya xwe ava bike. Sîstemeke ku bi feraseta otorîter a navendîperest îradeya qaa xwecihî nas nake, li ser bingeha azadiya çand, ziman û nasnameyê her gel û civak xwe bi rengekî demokratîk nikare birêxistin bike, bêguman wê ji aliyê gelan û civakan ve neyê qebûlkirin.
Eger wê li Sûriyeyê entegrasyoneke xwe dispêre aştî û wekheviyê pêk were, divê ev yek otorîter û navendîperest nebe. Pirsgirêkên ku rejîma Baasê afirandiye tê zanîn. Ceribandina heman rê û rêbazê bi rengekî cuda, wê aştî û aramiyê nîne Sûriyeyê. Hem hikumeta heyî ya Şamê, hem hêzên herêmî hem jî hêzên navneteweyî divê bi vê zanibin. Zîhniyet û polîtîkayeke ku îradeya gel û civakeke bi deh hezaran şehîd daye nas neke, hîn ji destpêkê ve pirsgirêkan diafirîne. Wê paşeroja Sûriyeyê bixe nava rewşeke nediyar û xitimandî. Lewma avakirina Sûriyeyeke bi sîstema demokratîk a ku Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî, Elewî, Sûnî, Durzî û Êzidî bi hev re lê bijîn wê Sûriyeyê lawaz neke, lê xurt bike. Sîstemeke bi zordarî û zextê bê avakirin wê Sûriyeyê xurt neke. Ji ber vê yekê hem hikumeta Sûriyeyê ya heyî, hem hêzên herêmî hem jî hêzên navneteweyî divê bi feraseteke aştiya rasteqîn ji bo yekîtiya Sûriyeyê bixebitin ku ev yek wê bibe polîtîkaya herî rast.
Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em ê her tim bi têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelên Sûriyeyê re bin.
Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe yên li ser xeta azadî û demokrasiyê bi dest xistiye, weke doh îro jî biparêze; bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê ji têkoşîn û jiyana wan a ji niha û pê ve serketinê dixwazin.”

