Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kelecana manîfestoyê ya gerîlayan
Jin

Kelecana manîfestoyê ya gerîlayan

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd diyar kirin ku “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di wan de coşeke mezin çêkiriye û gotin: “Em hewl didin ku fêm bikin ka Rêbertî çi dibêje. Me hîs kir ku Rêbertî ji her demê zêdetir nêzî me ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo “Bang Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ji rayagiştî re parve kir ku nexşerêya vê pêvajoyê jî bi nivîsandina manîfestoyê daniye holê.  Beşa destpêka manîfestoyê, wek “rapora polîtîk” ji Kongreya 12’emîn ya PKK re hat pêşkêş kirin û ji aliyê Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd ve hat xwendin û nîqaşkirin. Dema ku manîfesto gihîşt destê gerîlayên jin, ji bo manîfestoya serdemê ji her alî ve fêm bikin; bi berdewamî dixwînin û nîqaş dikin. Gerîlayên jin Axîn Jêhat û Feraşîn Amanos ên Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xwendin hestên xwe yên der barê manîfestoyê de, raman û bîryardariya xwe bi ajansa me ANF’ê re parve kirin.

 

MANÎFESTO, ENCAMA BERXWEDANIYA RÊBERTÎ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ YE

Gerîla Axîn Jêhat anî ziman ku manîfestoya Rêber Apo ya piştî paraznameyên dawî nivîsandî, bi taybet li gel gerîlayên jin kelecanek mezin afirand, hêz da û ravekirina van hestan ne hêsan e. Gerîla Axîn Jêhat got ku bi kelecana manîfestoyê em ê gavên mezintir biavêjin û pêşengtiyê bikin.

Gerîla Faraşîn Amanos jî anî ziman ku armanca tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê meşandin ew e ku neyê hiştin fikrên Rêber Apo bigihîjin gerîla, gelê Kurd û tevahiya cîhanê. Gerîla Faraşîn diyar kir ku di encama berxwedana Rêber Apo ya li hemberî tecrîdê de, ew gihîştine vê manifestoyê.

RÊBERTÎ, JI HER DEMÊ ZÊDETIR NÊZÎ ME YE

Gerîla Faraşîn Amanos, hestên xwe yên der barê manîfestoyê de wiha anî ziman; “Dema manîfesto gihîşt destê me em pir keyfxweş bûn, me hevok bi hevok li ser manîfestoyê nîqaş kir. Me hewl da em fêm bikin ka Rêbertî çi dibêje. Me hîs kir ku Rêbertî ji her demê zêdetir nêzî me ye.

Xala ku Rêber Apo di manîfestoyê de herî zêde bal dikşîne ser jî, xwedîderketina li nirxên civakî ku di şexsê jinê de hatiye înkarkirine.

Rêbertî azadiya civakê hertim bi azadiya jinê ve digre dest. Rêber Apo dibêje rewşa ku niha civak tê de ye bi dîrokê ve girêdayî ye. Têgeha kujerê qestî jî di nav vê dîrokîbûnê de tê pênasekirin. Rêbertî dibêje komên nêçîrvan xwe rêxistin dikin û êrîşî nirxên civakê dikin. Kujerê qestî heya roja me ya îro tê. Dibe ku şiklê wî hatibe guhertin, rêbaz hatibe guhertin lê naverok û hişmendî hîn jî eynî ye.”

‘TU ÇIQAS RÊXISTINKIRÎ BÎ TU EWQAS HEYÎ’

Gerîla Faraşîn Amanos derketina çiya ya gerîlayên jin wek îsyana li hember koletî û zextê pênase kir û nirxandinên Rêber Apo yê li ser rêxistinbûnê jî bi van gotinan anî ziman; “Rêbertî dibejê ‘Tu çiqas rêxistinkirî bî, tu ewqas heyî’ ev bi taybet ji bo me jinan derbasdar e. Wek jin rêya rizgariya me têkoşîn û rêxistinbûna me ye. Ew îrade û fikir heye, hebûn jî hatiye îspatkirin. Piştî vê ji bo em azadiyê bijîn divê em wek jin erk û berpirsiyartiyên ku dikevin ser milê xwe bînin cih.”

Gerîlayan herî dawî di şexsê jin û ciwanan de bang li hemû beşên civakê kirin ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin û wiha gotin: “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk; ji bo kesên azadîxwaz, li hember vê pergala qirêj û desthilatiyê li ber xwe didin, hemû civakên bindest û li roniyekê digerin bersiveke û rêya têkoşînê ye. Divê herkes destê xwe bixe bin kevir û xwe zêdetir berpirsiyar hîs bikin. Kurdistana sosyalîst û demokratîk encax em bi hev re dikarin ava bikin. Ev berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zextên hêzên Şamê yên li dijî hunermendan zêde dibin
Nûçeya Pişt re Erdogan greva karkeran qedexe kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Gimgimê civîna gel: Divê gavên şênber bên avêtin

Li Gimgimê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de ji ber dewlet ji bo pêvajoyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê înternet qut bû

Li Kobanê ya di bin dorpêçê de, înternet bi temamî qut bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Jin ber bi Şaredariya Sûrê ve meşiyan

Jinên TJA’yî piştî eşkerekirina deklarasyona 25’ê Mijdarê, li pêşiya bînaya Şaredariya Sûrê daxuyaniyek dan. Halîde…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?