Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li herêma peravî ya Sûriyeyê li dewriyeyê digeriyan bûn hedefa kesên çekdar.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Gumruk û Bendergehan, kemîneke çekdarî li pêşiya yek ji dewriyeyên gumrukê hate danîn.
Hate ragihandin ku di êrişê de kesek hate kuştin, du kes jî birîndar bûn.

