Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Starta kampanyaya, ‘Budce ji bo Nan, Aştî û Edalet’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya azadiyê Zîlan li Stenbolê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be
Rojane

KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

KNK'ê Cejna Çarşema Sor bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî bi peyamekê pîroz kir.

Peyama KNK’ê bi vî rengî ye:

“Îro çarşeme, Çarşema Sor e, Çarşema serê Nîsanê ye, cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike. Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan teva.

Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şingal, li Efrîn û li Serêkaniyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewam in. Rewşa Şingalê hêca bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şingalê hingî diçe kûrtir dibe. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şingalê berdewam in. Em li gel gelê Şingalê û hêzên parastina Êzîdxanê cihê xwe digrin û em ê hemî awayî wana destek bikin. Ev êrîş berdewama êrîşa DAIŞ’ê ye û dewama Fermana 74. ne. 4 sal pêş niha, bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, bi organîzasyona dewleta Tirk, di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wan e. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. 

Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendiyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞ’ê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingaliyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke teybet bêne nirxandin û çareserî jê re bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyar bin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.
 
Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet a paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin. 

Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, careke din cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wîlson: Abdullah Ocalan modelekê pêşkêş dike
Nûçeya Pişt re ‘Dixwazin paşeroja civaka me tine bikin, em ê rê nedin vê yekê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Kongra Star daxuyaniya têkildarî dorpêça li ser Kobanê

Kongra Star li ser dorpêça li Kobanê û rewşa zarokan a li bajêr daxuyaniyek da…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan

Di 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de, Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê li Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi dirûşma 'Bila mafê hêviyê tavilê bi cih…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?