Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hewildanên hinek aliyan, li dijî min komploye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatan piştî 9 salan gora zarokên xwe yên hatine texrîbkirin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Geverê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir
Rojane

KNK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

KNK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Peyama KNK’ê bi vî rengî ye:

“Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwuhdana eniya xwe, bi keda xwe, 1’ê Gulanê kirine cejna xwe ya ‘Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê’. Ev cejn vê gavê li seranserê Cîhanê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz be.

Cejna 1’ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin a têkoşînê, cejna 1’ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîla û Pêşmerge û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên 1’ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejîmên zalim û zordar her tim pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê, serê xwe li ber van zilmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevn were, ev cejna kar û kedê weke cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Em îsal jî cejna 1’ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin. Li çar aliyên Kurdistanê, êrîş û planên li dijî gelê Kurd dewam dikin. Projên dijminan mezinin û hemû destketên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne. Dewleta Tirk xwe ji êrîşeke mezin re amade kiriye. Hemû amadekariyên xwe yên leşkerî pêk anîne. Ji mehên payîzê û vir ve, dest bi hemleyek dîplomasiyê jî kirine. Heyetên wan geh li Ewropa ne geh li Emerîka ne, geh li Rusya ne, geh li Îran û welatên Ereban e. Herî zêde jî diçin Iraqê. Dixwazin Îran û Iraqê jî bikin şîrîkê xwe û êrîş bikin. Hedefa pêşiyê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û hemî bingeh û baregehên gerîla ne. Paşê jî Rojavaya Kurdistanê ye. Amanca xwe bi vî rengî eşkere dikin, lê di bingehê de Başûrê Kurdistanê jî di nav de, hemû destketên Kurdan hedef digrin û dixwazin hemû destketan ji holê rakin. Divê hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin û li gorî vê rewşê tevbigerin. Divê hemû hêzên Kurdistanî, yekîtiya xwe xurttir bikin û bi hev re bi yek dengî li ber van planan rabin.

Divê hemû hêzên Kurdistanê li dijî êrîş û planên dagirkeran derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li her derê bi coşa Newrozê tevlî çalakiyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibin, di van çalakiyan de, li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.

KNK 1’ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cîhanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên Cîhanê pîroz dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li zindanan cara yekê ye ku di vê astê de çalakiya boykotê ya radîkal tê kirin’
Nûçeya Pişt re Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Başûrê Ewropayê ji ber germa dijwar daristan dişewitin

Li Başûrê Ewropayê pêla germahiya dijwar û hişkesaliyê rê li ber şewatên mezin ên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Jiyan Welat bi helbestekê hate bîranîn

Cangoriya têkoşîna azadiyê Jiyan Welat, ku sala 2013'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Pakistan: Li ser sînorê Efganistanê 30 endamên Talîbanê hatin kuştin

Artêşa Pakistanê îdîa kir ku li ser sînorê Efganistanê 30 endamên Talîban a Pakistanê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Hewildanên hinek aliyan, li dijî min komploye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?