Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag: Têkoşîna jinê dikare gelek tiştî biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Îpek Er, Hîkmet Kiliç li Enqereyê banga edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dadgerî newekheviya zayendî mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Konferansa Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn wê li Beyrûtê bê lidarxistin
Rojane

Konferansa Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn wê li Beyrûtê bê lidarxistin

Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn wê 8’ê Hezîranê li paytexta Lubnan Beyrûtê konferansê lidar bixe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komîteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi daxuyaniyekî ragihand ku wê 8 û 9’ê Hezîranê li paytexta Lubnanê, Beyrûtê, konferansa xwe di bin dirûşmeya “Ciwan û avakirina pêşerojekî azad” pêk binîn.

 

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku “Ciwan hêza pêşeng a guhertina civakan e. Lê belê şerê nerm ku modernîteya kapîtalîst dide meşandin, dixwaze vê hêzê veguhere enerjiya neyînî ya ku dibe sedema dûrxistina balê ji pirsgirêk û dozên netewî û zehetiyên rastî yên ciwan û civakan.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Ciwanên ku dixwazin li hemberî hişmendiya Kapîtalîzmê jiyaneke azad û wekhev ava bikin li ser vê esasê tên gel hevdû û pirsgirekên bingehîn ku di Rojhilata Navîn de kriz û kaosên mezin ava dikin derbixin holê û bi pêşengtiya ciwanan çareserî ava bikin.

Di konferansa ku wê du rojan berdewam bike de li ser gelek mijarên wekî; paşeroja welatên me, pirsgirêk rojhilata navîn, qeyranên heyî, lêgerîna û rêbazên guncaw ji bo çareserkirina wan û têkoşîna li dijî fanatîzm û baweriyan bi her şêweyî, mijarên azadiya jinê, aktîvkirina rola ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, û destpêkirina ronesanseke rewşenbîrî ya ciwanan li ser bingeha îradeya azad, dadmendî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de, bêyî cudahiya ol û mezheb, wê bên nîqaşkirin.

Em tevahî ciwanên Rojhilata Navîn vedixwînin vê konferansê. Werin em bi hev re ji bo cîhanek însanîtir, dadperwertir û dewlemendtir bixebitin.

Ciwan hêza pêşeng a guhertina civakan e. Lê belê şerê nerm ku modernîteya kapîtalîst dide meşandin, dixwaze vê hêzê veguhere enerjiya neyînî ya ku dibe sedema dûrxistina balê ji pirsgirêk û dozên netewî û zehetiyên rastî yên ciwan û civakan. Şerê nerm di nav de karanîna medyayên ragihandinê û pirpopgandaya nirxên xercî û madî, dibe sedema kêmkirina enerjiya ciwanan û bala wan dûrî mijarên ku bi berjewendiya wan ya netewî ve dixe û wan dike sotemeniya şer û qurbaniyên bêkarî û madeyên hişber

Ciwan di avakirina pêşerojê de rolek girîng dilîzin. Hêza pêşeng û afirîner in ku ji bo pêşketina civakane. Ciwan dibin wek rêveber, serkêşê xebatan û dibin parêzvanên mafan, wek rêvebir di xebatên civakî û siyasî bi saya perwerdehî û pêşxistina xwe û bi bawerî û vîneke xurt cih digrin , ciwan dikarin bibin faktorek bingehîn û pêşengek ji bo bidestxistina erênî di guhertin û avakirina pêşerojeke baştir.

Em wek Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, xwe ji konferanseke ciwanan re di bin dirûşma: (Ciwan û Avakirina Pêşerojeke Azad) ku dê gelek tevgerên ciwanan ên bi rola xwe ya dîrokî dilîzin tê de hazir dikin. Ev konfrans dê bi armanca nîqaşkirina mijarên ku me eleqedar dikin wê bê li darxistin. Her wiha wê paşeroja welatên me, pirsgirêk, qeyranên heyî, lêgerîna û rêbazên guncaw ji bo çareserkirina wan û têkoşîna li dijî fanatîzm û baweriyan bi her şêweyî, mijarên azadiya jinê, aktîvkirina rola ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, û destpêkirina ronesanseke rewşenbîrî ya ciwanan li ser bingeha îradeya azad, dadmendî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de, bêyî cudahiya ol û mezheb, wê bên nîqaşkirin.

Ji bo ku em bigihêjin armanca xwe û bingehên çalakiyên hevpar avabikin, me biryar da ku em bi hev re bicivin û dest bidin hev, bi armanca: naskirin û hevrêziya di navbera rêxistinên ciwanan ên herêmê de û bi berpirsyarî nêzîkbûna ji mijarên eleqederî ciwanan yên girîng. Her wiha Ji bo ku em bi hev re ji nava agir û şerên ku li herêmê diqewim ji bin kavilên wê derkevin, çarenûsa xwe ya hevpar zelal bikin û bi îradeya xwe ya li ser hîmê azadî û sosyalîzma demokratîk, taybetiyên pêşeroja xwe diyar bikin, avakirina jiyaneke azad û bi rûmet ku garantiya jiyana hevbeş û pêkanîna dadmendî û wekheviyê ji bo hemû mezheb, pêkhate û netewan de, li gorî rêgezên mirovî û jiyaneke birûmet.

Em hemû rêxistin û kesayetên ciwanan vedixwînin konferansa Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn dikin. Em ciwanên pêşeng, bi hêz û hêviyê temsîl dikin. Werin em bi hev re ji bo cîhanek însanîtir, dadperwertir û dewlemendtir bixebitin.”

Komîteya Amadekar a Konferansa Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ji van rêxistinên ciwanan pêk tê:

Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Iraqî, Beşa Xwendekar a Partiya Sosyalîst a Yemenî, Yekîtiya Ciwanên Pêşverû yên Suryanî, Çalakvanên ji Çola Rojava, Tevgera Ciwanan a Morîtanyaya Pêşerojê, Yekîtiya Ciwanên Pêşverû_Misir, Yekîtiya Jinên Ciwan Bakûr û Rojhilatê Surî, Ciwanên Meclîsa Civakî ya Ermenî, Weqfa Nebra Tim Koç a Mîras, Çand û Xêrxwaziyê, Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk, Ciwanên Yekîtiya Niştimanî ya Bês Nehrên, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê, Rêxistina Nehdet El-Telba û Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Rêya Alternatîf a Misirê, ciwanên Partiya Komunîst a Sûdanê, Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê, Meclîsa Ciwanan, Rêxistina Ciwanên Azadîxwaz ên Kurdistanê, Konferansa Demokratîk a Gelan, Kombûna Nivîskar û Aktîvîstên Yemenê, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê, Civaka Alîkariya Mirovî Jin û Zarok li Afganistanê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin
Nûçeya Pişt re Girtiyên PKK û PAJK’ê: Heta ku em agahiyê ji Rêbertiya xwe bigirin wê çalakiya me bidome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pawe şer: 2 Muxafizên Şoreşê hatin kuştin

Li navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî, di encama şer de 2 Muxafizên Şoreşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Azadî: Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê pêş ve diçe

Tevgera Azadî got, “Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Herêma Kurdistanê pêş ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Deriyên Îmraliyê vekin!

Li Geverê li dijî derbeya qeyûm çalakiyek hate lidarxistin û di çalakiyê de Hevserokê Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Kerkûkê mirina bi guman a jinekê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Bolivyayê ji ber ‘Super El Niño’ rewşa awarte hate ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?