Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Laleş Êzidî: Hevalê Mazlûm têkoşîneke pîroz meşand
Rojava

Laleş Êzidî: Hevalê Mazlûm têkoşîneke pîroz meşand

Gazî Laleş Êzidî diyar kir ku şehîd Mazlûm ji bo şoreşê û têkoşînê ti carî birîndariya xwe nekir astengî û got, “Heval Mazlûm li gelek qadên Rojava ked da, têkoşîneke herî pîroz meşand.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Yek ji parêzvanê şoreşa Rojava gazî Mazlûm Serhed (Ercan Can) 28’ê Tîrmeha 2021’ê li Hesekê di encama qezayeke trafîkê de tevlî karwanê şehîdan bû. Gazî Laleş Êzidî têkildarî hevalê xwe yê têkoşînê şehîd Mazlûm Serhed axivî.

Laleş di destpêka axaftina xwe di şexsê Mazlûm Serhed de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Heval Mazlûm hezkiriyê şoreşa Rojava, doza Kurdistan û mirovahiyê bû. Dema şoreşa Rojava dest pê kir ji bo gelê xwe ji hemû êrîşên qirêj ên DAÎŞ’ê, dagirkeran û hêzên serwer biparêze heval Mazlûm berê xwe da Rojava. Heval Mazlûm hê di dema sivîltiyê de êşa ku mirov nikare bi ziman û nasnameya xwe bijî di kûrahiya dilê xwe de his dikir. Eger îro Kurd dikarin bi serbilindî behsa nasname û mafê xwe bikin, her wiha heke îro em xwedî destketiyên giranbiha ne û li hember her cure êrîşan dikarin xwe biparêzin bi saya hevalên weke Mazlûm e.”

Laleş Êzidî bi bîr xist ku Mazlûm Serhed gaziyekî şer bû û wiha domand, “Heval Mazlûm ji bo şoreşê û têkoşînê ti carî birîndariya xwe nekir astengî. Her tim bi coş, moral û manewiyat li ser piyan bû. Xwedî çandeke qedîm a Serhedê bû. Heval Mazlûm di heman demê de dengbêjekî hêja bû. Dengê heval Mazlûm dengê çiyayên Serhedê bû. Di dengê heval Mazlûm de, êş, keser, berxwedanî û dilsoziya bi welat û gel re hebû. Sekn û lêgerîna heval Mazlûm a têkildarî jiyana azad zêde bû. Ji bo hîn bêhtir têkoşînê pêş bixe timî di nav lêhûrbûnan de bû. Xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kiribû. Heval Mazlûm di nav malbateke welatparêz û dilsoz de mezin bibû û şekil girtibû, weke sê bira tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibûn. Wexta li hember Rojava êrîşên dijwar pêk dihatin, heval Mazlûm bêteredut tevlî nav refên berxwedanê bû. Heval Mazlûm li gelek qadên Rojava ked da, têkoşîneke herî pîroz meşand.”

Gazî Laleş Êzidî destnîşan kir Mazlûm Serhed nîşanî her kesî da ku ti kêmasiyeke fizîkî li hember berxwedana bi rûmet nikare bibe astengî û wiha axivî, “Ev îrade û hêz her kêliya jiyana xwe nîşanî me da. Îro jî li hember şoreşa Rojava û nirxên bi xwîna bi hezaran şehîdan ava bûne, êrîş pêk tên. Helbet li hember hemû êrîş û reşkirinan bi ruhê berxwedana heval Mazlûm em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.  Bi vê wesîleyê weke hevalekî gaziyê şer ez di 5’emîn salvegera şehadeta wî de heval Mazlûm bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Ez serbilind im ku min hevalekî weke Mazlûm nas kir û pêre xebat meşand. Ji malbata heval Mazlûm Serhed, gelê me, Rêber Apo û tevahî hevalan re sersaxiyê dixwazim. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Em ê deynê xwe bi avakirina welat û gelekî azad tekez bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’
Nûçeya Pişt re Li Efrîkaya Başûr êrişa çekdarî: 11 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikûmeta Şamê: Kêliyeke pir girîng e

Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Şamê Esed Şeibanî diyar kir ku biryara fesihkirina PKK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

13'emîn Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler wê roja Şemiyê li herêma Schlieren a Kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Schirdewan bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir û çû serdana Kampa Roj

Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan di serdana xwe ya Rojava de bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk êşkence li 3 ciwanên ji Girê Spî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?