Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê ya beriya çend rojan de hate ragihandin ku Dîlan Şirnex (Rabia Barinç) ji ber nexweşiya kanserê di 17’ê Îlona 2026’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Birayê wê Selîm û hevalên wê Rahîme Arzû û Leyla Arzû Îlhan qala jiyan, têkoşîn û dilsoziya Dîlan a bi gel û xakê re kirin.
Selîm Barinç anî ziman ku ew li nava malbateke welatparêz a ji Şirnexê mezin bûn û bi van gotinan qala xwişka xwe şehîd Dîlan kir: “Em 4 mêr û 4 xwişk bûn, hevala Dîlan a me ya herî mezin bû. Bi rastî jî ji zarokatiyê heta bi şehadetê miroveke gelekî bi înad bû. Dema ku tiştek bigota, kesî nikarîbû ew ji vê vegerandibûya. Hevala Dîlan xwedî bawerî û îradeyeke gelekî xurt bû. Hevala Dîlan evîndara xaka xwe bû, evîndara Rêberê xwe bû, evîndara doza xwe bû. Ez bawer dikim ku em û hevrêyên wê, em ê armanca wê teqez bi ser bixînin.
Hevala Dîlan di nava me de ya herî mezin bû. Min digot, eger em rojekê dayik û bavê xwe ji dest bidin wê hevala Dîlan dayikî û bavtiyê ji me re bike. Lê belê hevala Dîlan şehîd bû.
Hevala Dîlan li ku derê bûya bi xwezayîbûn, sadebûn, dilnizmî û geşbûna xwe bandor dikir. Di heman demê de gelekî bi rehm bû. Miroveke xwedî îrade û hezkirinê bû. Heta ku em sax bin wê hevala Dîlan jî di dilê me de be.”
Hevjîna şehîd, Rahîme Arzû jî anî ziman ku 20 salan wê şehîd Dîlan nas dikir û got, “Her cara ku hevala Dîlan dihat mala me ji min re digot, ‘Tu xwişka min e’. Sê zarokên min hene; ji wan re digot ‘Ji min re bibêjin xaltîkê, ku ez bibim xwişka dayika we’.
Beriya bi mehekê li min geriya û got, zarokan bîne, dixwazim te û wan bibînıim. Ez çûm Silêmaniyeyê gelê wê. Çûm nexweşxaneyê.
Weke ku hevalê Selîm got, gelekî henek dikir, li gel êş û nexweşiya xwe jî hîn henek dikir, zarok pê dikeniyan. Hezkirina wê ya ji bo zarokan gelekî cuda bû. Nedigot kîjan zarok e, zarokê kê ye, cudahî nedikir. Biçûya ku derê teqez xwe dida hezkirin, weke ku yek ji wê malbatê ye. Bi mirovan re têkiliyeke xurt datanî. Ji ber vê jî ne tenê malbata me, mînak li kampê bi sedan malbat hene, gelek malbatan xwestin ku beşdarî merasîma cenazeyê hevala Dîlan bibe. Lê belê dijmin her der dorpêç kiriye, bi giranî bi qaçax anîn. Ez û sê keçên min, heta ku sax bin em ê hevala Dîlan ji bîr nekin. Heta ku sax bin em ê li ser şopa şehîdên xwe bin, ji rêya şehîdên xwe venegerin. Em careke din dibêjin ‘Şehîd namirin’.”
‘YA EZ Ê LI KOBANÊ ŞEHÎD BIKEVIM, YA JÎ EZ Ê AZADBÛNA KOBANÊ BIBÎNIM’
Leyla Arzû Îlhan ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bav û du birayên wê şehîd bûn, di şexsê şehîd Dîlan de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hemû bi bîr anî û got, “Her şehîd ji bo me bîranînek e; her şehîd ji bo me hêzeke têkoşînê ye; her şehîd ji bo me îradeya bilindkirina têkoşînê ye.”
Leyla Arzû Îlhan anî ziman ku wê ji zarokatiyê ve şehîd Dîlan Şirnex nas dikir û bi van gotinan qala wê kir: “Bi hevala Dîlan re em hevalên zarokatiyê bûn. Ji salên 1990’î û vir ve hevaltiya me dewam kir. Li ku jî bûya me teqez xwe digihand hev. Hevala Dîlan bi rastî jî heta dawiyê dilsozê biryarên xwe bû. Heta dawiyê bi biryarên xwe ve girêdayî bû. Bêteredut têdikoşiya, timî di nava têkoşînê de bû. Li qada têkoşînê jî her tim ji hevalên xwe re dibû hêza moralê; têkoşîna hevalên xwe her tim bilind dikir. Dikarîbû bi rojan xizmetê ji hevrêyên xwe re bike, qet nediwestiya; gelekî ked dida. Carna dema me jê re digot, tu westiya ye neke, wê digot ez ê kedê bidim hevrêyên xwe. Yanî heta dawiyê dilsozê hevrê, jiyan û têkoşînê bû.
Li gel nexweşiya xwe jî bawer dikim ku heta kêliya şehîd bikeve ji bo kêliyekê jî nedifikirî ku jiyana wê bi vî rengî bi dawî bibe. Ji ber ku her gava em bi hev re diaxivîn, diçûn gel wê, dema me digot, vê neke ji bo te nebaş e, wê te biwestîne, ji bo tenduristiya te nebaş e, wê timî digot, ‘Na, ez ê baş bibim, em ê bi hev re li ser paşerojê planan bikin’. Xeyalên xwe hebû, ti carî nedifikirî ku ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest bide. Ji ber ku hevala Dîlan di mercên herî giran de têkoşiya. Di salên 1990’î de, bi taybetî pitşî sala 1994’an dema ku dijmin li hemberî gelê Kurd operasyonên herî giran dikir, hevala Dîlan li qada leşkerî têkoşiya. Li qada civakî jî dema li nava civakê diaxivî timî bal dikişand, xwe bi civakê dida hezkirin. Bi taybetî di dema herî giran a berxwedana Kobanê de, dema berxwedana Kobanê destpê kir, heta azadkirina Kobanê têkoşiya.
Hevala Dîlan li gel ku gazî bû, li gel ku pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hebûn ji roja ku berxwedana Kobanê destpê kir heta bi azadkirina Kobanê bi îradeya xwe ji wir neçû. Li gel ku hevalên wê bi dehan caran jê re got, ‘Tu ji Kobanê biçe, ev şerê li Kobanê ji bo te giran e’ hevala Dîlan digot, ‘Ya ez ê li Kobanê şehîd bikevim, ya jî ez ê azadiya Kobanê bibînim’. Bi vê eşqa mezin û baweriyê têkoşiya. Li her devera ku pêwîstî pê hebûya têkoşîn meşand.”
Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku ew bawer dikin têkoşîna îdeolojîk û keda ku wê da hevrêyên xwe û civakê wê hîn mezin bibe û wê hewl bidin hêjayî têkoşîna wê bin.

