Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi nêzbûna zivistanê re ji bo 9 milyon kesên li Ûkrayna, Sûriye, Lubnan û Efganistanê dijîn, kampanyaya alîkariyê ya mirovî da destpêkirin.
Rêxistina ku navenda wê Cenevre ye, ji bo alîkariyên zivistanê armanc dike ku herî kêm 50 milyon dolar (nêzî 45 milyon euro) kom bike. Ev mîqdar ji armanca kampanyaya sala borî, 3 milyon dolar zêdetir e.
Dîrektorê Têkiliyên Derve ya Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Dominique Hyde destnîşan kir ku çavkanî bi sînor in, maliyet jî bi lez bilind dibin û got, li welatên ku ji şer û krîzan bandor bûne, dibe bi milyonan kes rû bi rûyê şert û mercên giran ên zivistanê bimînin.
Hyde destnîşan kir ku divê bêyî dereng alîkarî bê gihandina mexdûran.

