Di çarçoveya dosyaya lêpirsîna Xwendekara Refa 2’yan a Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê de, derbarê 2 kesên din jî biryara binçavkirinê hate dayîn.
Wezîfedarên karên zanistî yên Nexweşxaneya Dewletê ya Tuncelî Burçîn Yerlîkaya û Yucel Erdem jî hatin binçavkirin.
Piştî 6 sal li ser windakirina Gulistan Doku derbas bûn, derbarê 15 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. 11 kes hatin girtin, 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

