În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Iraqê: Deriyên sînor ên Welîd û Rebîe wê 24 saetan vekirî bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê komplo hate protestokirin: Em ê her roj li ber xwe bidin û bi ser bikevin!
Kurdistan

Li Amedê komplo hate protestokirin: Em ê her roj li ber xwe bidin û bi ser bikevin!

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Amedê hate protestokirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, “Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û di şert û mercên azad de muzakereyan pêk bîne em ê her roj li ber xwe bidin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Amedê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) “Meşa Aştî û Azadiyê” hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girseya ku li Qada Şêx Seîd hate gel hev, ber bi Birca Keçikê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin ronahiyê” hat hilgirtin. Bi hezaran kesan bi çepikan dan, tililî avêtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. 

Girseyê li cihekî nêzî Birca Keçikê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku gelê Kurd di siyaseta demokratîk de biisrar e û got: “Heke hûn çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bixwazin, divê hûn ji ewil tecrîdê rakin. Divê hûn îradeya gel xesp nekin.” 

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî komploya navneteweyî şermezar kir. Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tevî ku di tecrîdê de bû jî komploya navneteweyî vala derxistiye û ev tişt anî ziman: “Xwestin bi komployê û bi tecrîdkirina birêz Ocalan têkoşîna gelan tune bikin. Lê birêz Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide. Bi salan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çareserî pêş xist û muzakere kir. Di roja heyî de em dixwazin aştiyeke birûmet çêbibe, komplo vala were derxistin û 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiya gelê Kurd.” 

‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM M BI SER BIKEVIN’

Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke ji bo çareseriyê cidî bin, divê tecrîd were rakirin û dawî li siyaseta qeyûman bînin. Birêz Ocalan dibêje ku çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bi hiqûq û rêyên siyasî were kirin. Peywiran dide Meclisê û dibêje ku divê aştiya civakî pêk bê. Dê ev aştî çawa be. Ma bi zext û qeyûman aştî dibe? Em dizanin ku pirsgirêka Kurd mezintirîn pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê birêz Ocalan modelekê pêşkeş dike. Ev pirsgirêk bi yekperestî, înkargerî, bi dijminatî û şer çareser nabe. Ev pirsgirêk, pirsgirêka tevahiya gelan e.

  Nûnerên me bi qirkirinên siyasî rastî zextan tên, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn bi êşkenceyê bê binçavkirin em vê qebûl nakin. Çiqas zext çêdibin bila çêbin dê nekaribin daxwazên me yên wekhevî, demokratî, aştî û azadiyê terorîze bikin. Tu kes nikare li hember van êrîşî me bike. Nikarin ji vê re bibêjin hiqûq. Ji vê re hiqûqa dijminatiyê tê gotin. Tu gel jiyaneke wiha qebûl nake. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em ê bi her avayî îradeya xwe biparêzin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî bibe û bi awayekî azad muzakereyan pêk bîne em ê her roj li ber xwe bidin û tu caran serî natewînin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.”

TÊKOŞÎNA JI BO DEMOKRASIYÊ

Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku bi ser Komploya Navneteweyî re 26 sal derbas bûne lê hê jî bandora komployê dewam dike û wiha axivî: “Ji ber ku birêz Ocalan li dijî tecrîda giran girtîgeh û girava Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û sekna sedsalane nîşan da. Ev biryarbûn û sekn nîşan dide ku Komploya Navneteweyî neguhiştiye armanca xwe. Divê neyê jibîrkirin ku aştî û çareseriya ku birêz Ocalan dixwaze bi pêş bixe di heman demê de têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo strateji û tifaqa dîrokî ya gelan têdikoşe divê demildest azad bibe û divê bingeha muzakereyên demokratîk bên avakirin. Werin em bi hev re qad û kolanan tije bikin û azadiya birêz Ocalan bixwazin. Di salvegera 26’emîn a komployê de divê êdî 15’ê sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.”

Çalakiya rûniştinê piştî axaftinan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana li taxên Wanê: Qeyûm bicehime!
Nûçeya Pişt re Li Rojhilatê Kurdistanê 6 jê jin 11 mirinên bi guman
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li taxa Someriyê şênî ji malên xwe têne derxistin

Li taxa Someriyê ya Şamê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, hêzên hikumeta veguhêz a…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora li ser şewatê: Xemsarî û astengî felaket mezin kir

Rêxistinên ekolojiyê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li ser şewata li Amed û Mêrdînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî sivîlên li Eşrefiyê û Benî Zêd êrîş: Şehîd û birîndar hene

Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî êrîşê sivîlên li taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?