Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê li dijî êrîşan banga hevgirtinê hate kirin
Kurdistan

Li Amedê li dijî êrîşan banga hevgirtinê hate kirin

Li Amedê êrişên li ser Helebê bi girseyî hatin protestokirin û banga hevgirtinê li raya navneteweyî hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Çile 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êrişên li ser taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li ber Plazaya AZCê ya semta Ofîsa navçeya Bajarê nû ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê êrişên li ser Rojava û sûcên li hemberî mirovahiyê bi hev re rawestînin” hat vekirin û girse dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

Hevseroka Şaxa Egitim Senê ya Hejmara 2’yan Duygu Ozbay beriya daxuyaniyê axivî. Duygu Ozbay diyar kir ku gelê Kurd li wir, bi gelên Ereb, Durzî û Suryan re li dijî tarîtiyê, têkoşîna ronahiyê dide û wiha axivî: “Ne bi çeteyên barbar û cîhadîst re; divê mirov bi gelên ku bi rastî têkoşîna rûmetê didin re bibe hevpar û bi wan re cîrantiyê bike. Îro divê hemû dewletên Rojhilata Navîn balê bikişînin ser vê yekê. Dîsa ji vir, ji bo bidawîkirina hemû komkujiyan û polîtîkayên şer û her wiha ji bo avakirina riya aştî û diyalogê, em li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê bangewaziya xwe nû dikin: Ya ku wê Rojava rizgar bike û ya ku wê Rojhilata Navîn rizgar bike jî, li ber çav girtina vîna jiyana hevpar a gelan e. Tekane çareserî ew e ku gel bi hev re, wekhev û hevpar bijîn. Navê vê jî îro wekî rêveberiyên xwecihî yên demokratîk tê pênasekirin. Ji ber vê yekê, em îro daxwaz dikin ku  vîna jiyana hevpar a gelan were esasgirtin û ev êriş demildest werin bidawîkirin.”

JIYANA WEKHEV Û PEVRE

Piştre Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yan a Amedê Serhat Kiliç daxuyaniya bi Kurdî xwend. Serhat Kiliç diyar kir ku êrişên ku li ser taxên Helebê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bênavber tên meşandin, bênîqaş û aşkere sûcê li dijî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Ev êrişên ku bi çekên giran yên ji hêla komên çekdar ên girêdayiyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tên meşandin; rasterast li hemberî sivîlan hatiye bikaranîn û jin û zarok jî di nav de bûye sedema mirina gelek sivîlan. Bombebarankirina sîstematîk a qadên niştecihan nîşan dide ku bi qestî mafê jiyana sivîlan tê binpêkirin û tê xwestin ku taxên Kurdan veguherin qada şer.Tiştên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên jiyîn yên ku wekî berdewama 3yemîn Şerê  Cîhanê ye û tenê wekî “pevçûneke herêmî” an jî qeyraneke ewlehiyê ya demborî dikare were nirxandin. Xuya ye; stratejiyeke berfirehtir a kuştin û jiholêrakirina Rojava di meriyetê de ye.”

Serhat Kiliç anî ziman ku mirovan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin Kurdan ji cih û warên xwe yên dîrokî derxin. Careke din bi deh hezaran mirov bi darê zorê ji cih û warên xwe tên derxistin. Tê xwestin jiyana ku bi salan e hatiye sazkirin û bîra hezar salan û pêwendiyên civakî ji hev du bela wela bikin. Amerîkaya serdema Trump, ji bo ku qeyrana kapîtalîst a ku kûr bûye bi rê ve bibe hem di nav xwe de û hem jî di nav welatên pêgirtî de faşîzmê bi rêk û pêk xurt dike. Stratejiya wan ev e ku gel berê xwe nedin alternatîfên şoreşgerî û gelparêz, ev îxtîmal tê astengkirin. Lewma ye her ku hevdîtineke bi hêzên navneteweyî re tên kirin di encamê de em bi komkujî, şer û zextan re rû bi rû dimînin.”

‘WEKHEVÎ NAYÊ BAZARKIRIN’

Kiliç destnîşan kir ku li Parîsê hevdîtinên bi navê pêşeroja Sûrıyeyê û piştî vê hevdîtinê di nav çend rojan de êrişên li ser Rojava dest pê kirin û wiha got: “Ev tişt ji me re têkiliya hevdîtinên Parîsê û van êrişan nîşan didin. Dîplomasiya ku li Parîsê tê meşandin careke din nîşan da ku hîn jî îradeya pêkvejiyana wekhevî ya Kurdan mijara bazariyê ye; bi darê zorê ji cih û warê xwe derxistin hîn jî rêbazeke tasfiyekirinê ye û modelên demokratîk ên herêmî çi qasî ji polîtîkayên hêzên global re bibe asteng ew qasî jî ji wan re dibe hedef.”

Serhat Kiliç anî ziman ku dema ku li Helebê êriş birin li ser Kurdan, di heman demê de Îsraîl li gelek cihên stratejîk ên Sûriyeyê alayê xwe daliqand û wiha domand: “Ev tişt nîşaneya lihevkirina Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Îsraîlê ye. Her tişt aşkere li holê be jî vê carê îddîa kirin ku SDG û Îsraîl pevre ne. Dixwazin heqîqetê şolî bikin û di encamê de Kurd tenê werin hiştin û bibin hedefên gelên Rojhilata Navîn.Îro şerê ku tê meşandin ji şerê klasîk ê eniyê cudatir e. Yek ji taybetmendiyên vê şerê bi wekaletan rewakirina  tundiyê ye. Dewlet rasterast berpirsiyariyê nagirin û li ser komên cîhadîst û paramîlîteran mudaxeleyî qadan dikin; bi vî awayî hem hovîtiya li qadê tûndtir dibe û hem jî berpirsiyariya siyasî tê şolîkirin. Komên cîhadîst-selefî her ku pêdivî tê dîtin ber bi qadan ve tên ajotin; gelên rojhilata navîn berdêla van stratejiyên qirêj bi giyanên xwe didin. Ahmet Şara yê ku duh terorîstekî cîhadîst bû lê  îro hatiye serê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ev tişt vê pergalê vekirî nîşan dide. Wê tu carê Ahmet Şara nebe temsîlkarê rastîn ê Durziyan, Elewiyan, Suryaniyan, Ermeniyan û Kurdan. Ev mentalîteya ku vîna  xwebirêvebirin û bi awayekî wekhev pêkvejiyana gelan nas nake; dixwaze yek nasname, yek ziman, yek bawerî û dewleta neteweyî ya merkezî pêk bîne; li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn encax bi zext û zorê, bi komkujiyan û bi tundiyeke domdar dikare li piyan bimîne.”

AŞTIYA BIRÛMET

Di dawiya daxuyaniyê de Serhat Kılıç destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber ku bi hebûna xwe nakokiyên vê projeyê derxistiye holê, bi awayekî sîstematîk hatiye hedefgirtin; bûye hedefa êrişên siyasî û demografîk, û wiha derbirî: “Cihguhertina hêzên radîkal ên ku li derdora Helebê birêxistin bûne tenê ne vebijêrkeke ewlehiyê ye; rewşa rojanekirina xeteke îdeolojîk a dîrokî ye. Wekî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, em êrişên ser gelê Kurd, polîtîkayên bi darê zorê ji cih û warên xwe derxistin û konsepta şer a ku vîna gelan tune dihesibîne red dikin. Ev tiştên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin jiyîn wê neyên jibîrkirin. Nikarin têkoşîna jiyana wekhev û birûmet a gelan asteng bikin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe em zanin ku li hemberî şer û pevçûnan tenê çareseriyeke rastîn heye ew jî aşitiyeke birûmet e û em ê ji bo vê yekê her tim têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hikumeta demkî kehrebe Dêr Hafir û derdora wê qut kir
Nûçeya Pişt re Îlham Ehmed: Êrîş metirsiya şerê navxweyî derdixe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvanên Azadiyê li Cizîrê bi coş hatin pêşwazîkirin

Meşvanên Azadiyê li Cizîrê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê kirin

82 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin bangeke din li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li hemberî Îmamoglû lêpirsîneke din hate destpêkirin

Li hemberî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji ber kreşan lêpirsîneke din hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?