Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê “vê hefteyê” pêşkêşî Şandeya Îmraliyê bê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê di salvegera Komkujiya Zîlan de banga hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Amedê tevî dorpêçê ‘Meşa Azadiyê’ didome
Rojane

Li Amedê tevî dorpêçê ‘Meşa Azadiyê’ didome

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bajarên Wan û Qersê dest pê kir, 13 roj şûnde li Amedê li hev civiya û tevî astengkirina bi hezaran polîs jî bi tevlîbûna gel a bi coş 4 saetan meşiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 13’an de didome. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên di meşa Wan û Qersê de cih digirtin li Amedê li hev civiyan.

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ji bo pêşwazîkirina meşvanan li ber Navenda Bazirganiyê ya Ceylanlar kom bûn. Gel bi stran, dirûşm û tilîliyan bi erbane li benda meşvanan bû. Dema ku şaxên Qers û Wan gihiştin ber AVM’ê ya Ceylanlar li ser astengkirina polîsan alozî derket.

 

Piştre jî meşvan bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Polîsên Tirk meşvan asteng kirin. Parlamenteran dest dan hev û li hemberî astengiya polîsan li ber xwe dan.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî û got, “Ev meş wê bigihêje armanca xwe. Me heta niha serî li ber zextên we netewand û ji niha û pê ve jî serî natewîne. Hûn nikarin gelê me bi polîtîkayên çewisandin û tirsandinê  rawestînin. Em bi hezaran kes li vir in.”

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal jî got, “Ji bo me her kolana Amedê qada xwepêşandanê ye. Em ê kolan bi kolan bimeşin û armanca meşê vebêjin.”

Dayikên Aştiyê dorpêça li ber kargeha Ceylanê şikandin û tevlî meşê bûn. Dayikên laçikên spî li xwe kiribûn bi qurnefîlan meşvan pêşwazî kirin.
Dayikên Aştiyê dorpêça li pêşiya Ceylan AVM’ê derbas kirin û tev li meşvanan bûn. Dayikên laçikspî meşvan bi qurnefîlan pêşwazîkirin. Dayikan, li gel meşvanan stran gotin û coşa meşê hêj mezintir kirin. Di hevdîtinê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Gelek welatî jî li şaneşînên malên xwe tev li vê coşê bûn. 
Piştî gefa “mudaxileyê” ya polîsan, parlamenteran rê ji trafîkê re girtin. Piştî rakirina dorpêçê jî meş dest pê kir. 
Meşa ku li pêşiya AVM’a Ceylanê dest pêkir, heta navçeya Sûrê berdewam kir. Bi hezaran polîsan di tevahiya rêyê de çalakvan dorpêç kirin. Lê belê tevî vê yekê jî nekarîn coşa gel asteng bikin. Welatiyên di şaneşînên malên xwe de û li ser cadeyan jî meşvan silav kirin.  
Li pişt Oryil Petrolê û semta Ofîsê bi sedan kesan meşvan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwazî kirin. Gelemperiya girseyê ciwan bûûn. Tevî mudaxileya polîsan jî ciwanan li kolanan dirûşm berz kirin. Piştî meşa 4 saetan, meşvanan xwe gihandin Cadeya Gaziyê û piştre jî heta pêşiya Mînareya Çarling meşiyan. 

LI BER MÎNAREYA ÇARLING DAXUYANÎ HAT DAYÎN

Piştî meşê parlamentera Partiya DEM Partiyê Newroz Uysal li ber Minareya Çarling axivî û got, “Em di zivistanê de ji Wan û Qersê derketin rê. Em ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatin heta v¨derê. Ev rê rêya azadiya Birêz Ocalan e.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got: “Em îro bi hezaran kîlometre meşiyan û hatin Amedê. Gelê me di rê de piştgirî da me. Em spasiya wan hemûyan dikin. Me xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Muxatabê vê birêz Öcalan e. Ev sedsal in siyaseta înkar, asîmîlekirin û îmhayê li ser kurdan tê meşandin, lê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Îro bi hezaran polîs li vir kom kirine, wê tu encamê ji van polîtîkayan negirin. Ev meş û berxwedan ne yê 13 rojan e. 100 sal berê dest pê kiriye û ev berdewamiya wê ye. Pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibin. Banga me ji her kesî re ew e ku rê û rêbazek ji bo çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê bibînin. Kes bi vê pirsgirêkê re wê bigihêje tu derê. Çareseriya birûmet û aştiyane ya vê pirsgirêkê divê ne tenê li ser milê me be. Her kesên ku li vî welatî aştiyê dixwaze, divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Bayindirr di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 100 salan a Kurdan û wiha domand: “Ev sedsal bi berxwedana gelê Kurd hat roja îro. Rêberê vê berxwedanê Birêz Ocalan e. Divê tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Ji bilî vê tu rêyeke din tuneye. Daxwaza me aştiya birûmet e. Gelê me ji Wanê heta vir piştgirî dane me. Em ê teqez daxwazên gelê xwe pêk bînin.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û firandina kevokên aştiyê bi dawî bû.

Meş wê 15’ê Sibatê li gundê Amara yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye bi dawî bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gelek bajaran çalakiyên Nobetên Edaletê didomin
Nûçeya Pişt re Li Erzînganê di kana madenê de hezaz çêbû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîsan êriş birin ser bîranîna 1’ê Gulanê ya Taksîmê: Zêdeyî 40 binçavkirî

Li Beyoglûyê destûr ji komekê re nehate dayin ku dixwest qurbaniyên sala 1977'an bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên girtî: Birîna Ziman yan Rûreşiya Wijdanê?

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan a Enqereyê jinên girtî nerazîbûn nîşan dan ku…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di her tabloyekê peyamek cuda hate dayin’

Şêwekarên ku beşdarî 1’emîn pêşangeha wêneyan a li Kobanê bûn, qala wateya tabloyên xwe kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?