Di tûra duyemîn a serokatiya dewletê ya Brezîlyayê de Luiz Inacio Lula da Silva senatorê rastgir Flavio Bolsonaro têk bir. Piraniya hejmartinê hate temamkirin û rêjeya dengên Flavio Bolsonaro weke ji sedî 48,24’an hate eşkerekirin.
Flavio Bolsonaro îtirazên xwe li encamên hilbijartinan kirin, got ku dengdayîn di bin şert û mercên ku nayên qebûlkirin de hatine kirin û ew hilbijartinan nas nake. Lula jî da zanîn ku li hin bajaran seferên otobusan hatine sekinandin û dengdayîna hilbijêran hatiye astengkirin. Li gel biryara Dadgeha Bilind dema dengdayînê du saetan hate dirêjkirin.
DIBE KU SERDEMA NÛ DIJWAR DERBAS BIBE
Jınûne hilbijartina Lula, weke yek ji destkeftiya girîng a siyaseta çepgiran tê nirxandin ku bi taybetî di demên dawîn de li gel piştevaniya Serokê DYE’yê Donald Trump rastgir xurt bûbûn.
Lula yê di navbera salên 2003-2010’an de serokatiya dewletê kiriye, dema ku wezîfeya xwe ya nû di sala 2030’an de temam bike wê bi tevahî 16 salan welatî bi rê ve bibe. Lula yê ku ji malbateke xizan tê, karî ji nû ve were hilbijartin.
Partiya Karkeran (PT) a ku Lula serokatiya wê dike, beriya niha ji ber skandalên gendeliyê bûbû hedefa rexneyan. Lula jî ji ber sûcdariya gendeliyê di navbera salên 2018-2019’an de bi tevahî 580 rojan li girtîgehê hate girtin û mehkûmiyeta wî piştre ji ber egerên têkildarî usûlê hatibû betalkirin.

