Li Sirbistanê piştî hilbijartinên ku hevsengiya siyasî guhertine, Aleksandar Vucic ragihand ku tevgera xwendekaran bi ser ket. Li gorî encamên pêş, tê payîn ku tevgera xwendekaran di parlamentoyê de 135-140 kursî, partiya Vucic jî 105 kursiyan bi dest bixe.
Profesorê Zanîngeha Belgrad, Radomir Sajcic li ser navê xwendekaran daxuyanî da û got, “Îşev dengê gel hate bihîstin. Îşev em serketinê pîroz dikin, em ê sibe pêşerojê ava bikin.”
Tevlîbûna hilbijartinan ji saet 18.00’an û şûnve gihişte sedî 67,6’an.

