Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Li hember avakirina HES’ê ya li hewza Sarimê bertek hat nîşandan
Civak & Ekolojî

Li hember avakirina HES’ê ya li hewza Sarimê bertek hat nîşandan

Jîngehparêz Emîn Turhallî, li dijî biryara ji nû ve keşfê ya ji bo projeya HES’ê li Hawza Sarimê bertek nîşan da. Turhallî diyar kir ku HES û bendav zirarên bêveger didin xweza, çandinî û jiyana zindî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Kurdistanê gelek çem û çavkanî xwezayî di bin gefa Santralên Hîdroelektîk (HES) de ne. li Rojavayê Tirkiyê HES tên girtin, lê li Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Ev HES li herêmê qadên çandinî û jiyanê  tune dikin, krîza îklîmê kûr dikin û di havînê de germahî zêdetir dibe. Tevî îtîrazan jî, ev proje tên çêkirin.

DÎROKA AMED TÊ TUNEKIRIN

Li Amedê heşt santralên enerjiyê hene. Bi projeyên nû, li ser çemên Sarîm û Zorê, bendav têne plankirin. Ev proje dê bajêr bi bendavan dorpêç bikin. Avakirina Bendava Silvanê, ku di 2011’an de dest pê kir û duyemîn bendava herî mezin a Tirkiyeyê ye, hê jî didome.

Bendava Silvanê dê bi dehan gundan di bin avê de bihêle û ji bo bajêr metirsiyek mezin e. Bi bendavên Sarîm û Zorê re, bi taybetî li Lîcê, Pasûr (Kulp) û Farqînê (Silvan), qadên çandinî, gund û jiyana zindî dê tune bibin.

Gelê herêmê dibêje ku bendav ne tenê bê erdkirin û krîza avûhewayê ye, lê her wiha bêmirovkirinê jî armanc dikin. Lê dadwerî, tevî îtîrazên gundiyan, li cem kompaniyan disekine û projeyan erê dike. HES’a li ser Çemê Sarîmê yek ji van e.

BIRYARA JI NÛ VE KEŞFÊ HAT DAYÎN

Projeya HES’a Birsuyê, ku li Hewza Sarîm di navbera Lîcê û Dara Hênî (Genç) ya Çewlîgê de hate plankirin, ji ber berteka gel hate paşvekişandin. Gelê ku HES nexwest, doz vekir û rapora “ÇED’ê a erênî” hate betalkirin. Lê Danîştaya 4’an biryara betalkirinê pûç kir û biryar da ku ji nû ve pispor bên destnîşankirin û keşf bê bikin.

 

Serokê Komeleya Parastina Mîrata Xwezayî û Çandî ya Derûdora Sarîm Emîn Turhallî, got ku ev biryar xwezayê dixe metirsiyê û bendav tu feydeyê nadin herêmê. Turhallî got ku HES û bendav zirarên bêveger didin xweza, çandinî û jiyana zindî û wiha got: “Em parçe yên xwezayê ne, ne yên kompaniya ne.” Wî xala 56’an a Destûra Bingehîn, ku parastina xwezayê wek erka dewlet û welatiyan nîşan dike, bi bîr xist û got: “Armanca me ne li dijî dewletê ye, em dixwazin zirara şirketan nîşanî dewletê bidin.”

‘HEWZA SARÎMÊ, JÊDERA JIYANÊ YA HERÊMÊ YE’

Turhallî got ku Hewza Sarîmê ji Çewlîkê heta Amedê herêmek berfireh av dide û wekî jêdera jiyana herêmê ye. Li vir çandiniya bi avê tê kirin; gûz, sêv, fasûlye, titûn, genim, cev, tirî û gelek berhem tên çandin. Her wiha, herêm ji bo lawiranî û mêşvaniyê jî pir guncaw e.

Ev çalakiyên çandinî debara gel û aboriya herêmî diparêzin. Erdên ku hawza av dide, piraniya salê kesk dimînin û bi cûrbecûriya xwe ji bo bazarên hundir û derve beşdarî dikin. Lê eger HES û bendav bên çêkirin, ev qadên çandinî û lawiranî dê an di bin avê de bimînin an jî ji ber bêavî dê tune be.

‘BENDAV DÊ DILÊ XWEZAYÊ BIDE SEKINANDIN’

Turhallî got ku bendav ne tenê avê asteng dikin, dê ekosîstemê jî tune dike: “Bendav çerxa xwezayî ya çeman dişkêne, rêyên koçberiyê yên masiyan dibire, jiyana bin avê diqedin. Ava berhevkirî oksîjenê kêm dike û ekosîstemê tune dike. Qadên çandinî di bin avê de dihêlin, bi hezaran mirovan ji cîh û warên xwe koçber dibin. Qadên jêrê hişk dikin. Bendav, her çend enerjiyê bidin jî, di dirêjahiya demê de dilê xwezayê dê bide sekinandin.”

Turhallî got ku bandorên guherîna avhewayê li Hewza Sarîmê têne hîskirin; germahî 5-10 pileyî zêde bûye, berf kêm dibare, demsal kurt bûne û pirçûreya bîyolojîk bi %67 kêm bûye û ger wiha berdevam bike em jî dê tune bin.”

‘DIVÊ EM XWEZAYÊ BIPARÊZIN’

Turhallî tekez kir ku divê HES û bendav bi çareseriyên enerjiyê yên alternatîf bên guhertin: “Eger xweza tune bibe, pere û nirxên xeyalî bêwate dibin. Cîhana rastî, cîhana xwezayî ye. Eger em wê neparêzin, lehî me dikişînin, roj me dişewitîne, ba wê me firîne. Em di xizmeta kê de ne? Divê pirsa me ev be.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’
Nûçeya Pişt re Sozdar Dêrik û Aldar Xelîl rêhevaltiya bi Nûreddîn Sofî re vegot
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Li Zapê teqemeniyekî qedexekirî, 2 kamera û projektorek hatin îmhakirin

Li Zapê teqemeniyekî qedexekirî, 2 kamera û projektorekî artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo ked, aştî û edaletê: 25’ê Cotmehê li Esenyûrtê civîna mezin

Bi pêşengiya DEM Partiyê wê bi tevlîbûna EMEP, EHP, SMF, TÎP û TOP’ê roja 25’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li çoltera Riwêşidê 12 kes qetil kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker çoltera Riwêşid a başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?