Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Torontoyê şehîdên HPG û YJA Starê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Tevî zextan jî em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin
Rojane

DFG: Tevî zextan jî em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin

DFG’ê “Rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Cotmehê” aşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), “Rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Cotmehê” aşkere kir. DFG’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku êrişên li dijî çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û diyar kir ku tabloya li Tirkiyeyê heye her ku diçe tarî dibe.

DFG’ê da zanîn ku meheke ku rojnamevan hatin kuştin, êriş lê hatin kirin, ceza li wan hatin birîn, lêpirsînên nû hatin destpêkirin û qeyim tayînî dezgehên medyayê hatin tayînkirin li pey xwe hişt û wiha got: “Daneyên ku di meha Cotmehê de derketin holê; di azadiya îfade, raman û çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de weke lekeyeke reş derbasî dîrokî bûn. Rojnamevan Hakan Tosûn dema diçû cem malbata xwe ya li navçeya Esenyûrtê ji ber di rê de hate derbkirin xwîn çû ser mejiyê wî û di 14’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Rojnamevanek di nava kolanê de hate qetilkirin lê tu rayedarên dewletê tu daxuyanî nedan û ji bo cînayet neyê ronîkirin ketin nava hewldanê. Ev yek nayê qebûlkirin. Cînayeta Tosûn hîn jî nehatiye ronîkirin û fikarên raya giştî ji holê nehatin rakirin. Em ê pirsîna pirsa ‘Çi bi serê Hakan Tosûn hat?’ bidomînin.

Di meha Cotmehê de êrişên li dijî rojnamevanan bi tenê Hakan Tosûn bisînor neman. Di meha Cotmehê de êrişî 5 rojnamevanan hate kirin. Mûameleya nebaş li 7 rojnamevanan hate kirin û şopandina nûçeyan a 15 rojnamevanan hate astengkirin.”

DFG’ê destnîşan kir ku desthilata AKP’ê polîtîkayên xwe yên qeyim veguherandine rejîmê û wiha domand: “Piştî ku rojnamevan Merdan Yanardag di meha Cotmehê de bi ‘Operasyona Sîxurtiyê’ hate binçavkirin, qeyim tayînî TELE1’ê hate kirin. Di dema weşanê de qeyim tayînî TELE1’ê hate kirin û hesaba wê ya Youtubeyê hate girtin. Ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê lekeyeke reş e. Piştî vê yekê gelek kedkarên TELE1’ê yên ku qeyim qebûl nekirin îstîfa kirin.”

DFG’ê bi lêv kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê jî sansur bû û ev agahî parve kirin: “Parvekirinên nûçe û nivîsên medyaya dîjîtal yên der barê mirina Rojîn Kabaîş de ku bûye wîjdanê civakî hatin astengkirin. 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Wanê 86 hesabên ku têkildarî Rojîn Kabaîşê de nûçe û nivîs parve kirin girtin û naveroka 540 nûçeyên di medyaya dîjîtal de asteng kir. Her wiha dozgeriyê; derbarê Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger a îdiayên têkildarî Rojîn Kabaîşê de kirin nûçe û edîtora JINNEWS’ê Dîlan Babat a nûçeya têkildar parve kir lêpirsîn da destpêkirin.

Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurd ragihand ku bi erêkirina Rêber Apo dest bi vekişîna hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kirine. Ev banga dîrokî bi taybetî di çapemeniya Kurdistanê û Tirkiyeyê de di çapemeniya cîhanê de cihekî girîng girt. JINNEWS, Ajansa Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad in, ji ber ku ev kêliyên dîrokî bi xwînerên xwe re parve kirin, rastî sansurê hatin. Hesaba Instagramê ya fermî ya Ajansa Mezopotamyayê û hesaba Tîktokê ya JINNEWS’ê hatin girtin. Her wiha naverokên li ser hesabên Instagramê yên JINNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê, hesabê Tîktokê ya Ajansa Welat û hesabê YouTube ya JINNEWS’ê hatin parvekirin jî bi hinceta ‘qeydên komê binpê kiriye’ hatin jêbirin.”

DFG’ê diyar kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê ew e ku hem fatûreya krîza aboriyê hem jî ya feraseta qeyim ji rojnamevanan re hate birîn û got: “Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê diyar kir ku piştî Fona Sîgorteyê ya Mewdueta Teserûfê (TMSF) Flash Haber Tv, Ekoturk Tv, Haberturk Tv, Show Tv, HT Spor, Bloomber HT di nav de dest danî ser saziyên medyayê û qeyim tayînî wan hate kirin 150 xebatkarên Flash Tv’yê ji kar hatin derxistin. Xebatkarên TELE1’ê jî ji bo qeyim şermezar bikin bi komî îstîfa kirin. Di meha Cotmehê de 156 karker ji kar hatin derxistin.”

DFG’ê di berdewama rapora xwe de ev dane parve kirin: “Daneyên din ên girîng ên meha Cotmehê ev in; 8 rojnamevan hatin binçavkirin û 2 rojnamevan jî hatin girtin. Rojnamevan Fûrkan Karabay di hucreya yek kesî de tê ragirtin. 28 rojnamevan hêj jî dîl girtîne. Di meha Cotmehê de ji ber nûçeyên ku Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger a derbarê wê de du lêpirsîn hatin destpêkirin çêkirine, 3 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hatin birîn. Li 10 rojnamevanan 12 sal û 2 meh û 20 roj cezayê hepsê û 78 hezar û 722 lîre cezayê pereyan hate birîn. Derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsîna 2 rojnamevanan veguherî dozê.

Di meha Cotmehê de danişîna gelek rojnamevanan hate lidarxistin. 22’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Enqereyê (Dadgeha Îstînafê) 6 sal û 3 meh cezayê hepsê ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger, Şefê Buroya MA’yê ya Enqereyê Selman Guzelyuz, nûçegihanên MA’yê Emrûllah Acar û Zemo Aggoz Yîgîtsoy û rojnamevan Hakan Yalçin û Denîz Nazlim hatibû birîbûn erê kir. Zimanê nûçeyan û zimanê rêxistinê ji hev digire weke hincet hate nîşandan. Qebûlkirina vê yekê li dijî hiqûqê ye û nirxandineke subjektîf e. Em van cezayên bêhiqûqî qebûl nakin, em ê têkoşîna hiqûqî ya hempîşeyên xwe veguhêzin dadgeha jortir.”

DFG’ê di dawiya raporê de bal kişand ku li Tirkiyeyê êrîşên li ser çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û got: “Tabloya heyî her ku diçe tarî dibe. Em serî li hemberî van hemû zextan natewînin û nivîsandina heqîqetê didomînin. Em ne qetilkirina rojnamevanan ne sansurê ne jî qeyim qebûl nakin. Tevî sansur, ceza û qeyiman, em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin ku xwe dispêre wijdana civakê ku dibêje ‘Çi bi serê Hakan Tosun hat’, ‘Divê mirina Rojîn Kabaîşê bê zelalkirin’ û ‘Divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Viyanayê ‘Rojên Fîlmên Serçavan’ bi dawî bû
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ: Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şam, ji ber şewata daristanan ji YE’yê alîkarî xwest

Şewata daristanan a li peravên bajarê Lazqiyê ya Sûriyeyê ev 6 roj in didome. Nêzî…

Ji aliyê Stêrk TV

PYD û Kongra Star bi tifaqê tevlî hilbijartinê dibin

PYD û Kongra Star biryar dan ku bi tifaqê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin. Ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin

Li bejahiya Idlib û Şamê di 2 bûyerên cuda de 2 ciwan hatin kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Dîlan Şirnex li Kobanê û Hesekê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?