Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir
Çand û Hûner

Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd bi coş destpê kir. Kurdên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî festîvalê bûn, li kolanên Parîsê çanda Kurdî dan der.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Festîvala Çandî ya Kurd ku li paytexta Fransa Parîsê îsal cara çaremîn tê lidarxistin, li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya destpê kir.

 

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê FCDK-BF’ê Azad Dogan kir. Azad Dogan beşdaran silav kir ku ji bo parvekirina heyecana festîvalê hatibûn û spasiya her kesên ku keda wan di organîzekirinê de heye kir.

‘EM Ê ÇAND Û NASNAMEYA XWE BIDIN JIYÎN’

Azad Dogan bi berdewamî wiha got: “Nasname û çanda me ku ji aliyê pergalê ve rûbirûyê qirkirin û asîmîlasyonê hatiye hiştin ji bo me pir girîng e. Her dar di koka xwe de şîn dibe, divê em îşaret bi girîngiya çand û nasnameyê bikin. Bi taybet ji bo me Kurdan ku di qirkirina çandî de ne, xwedîderketina li çanda me erkekî civakî ye.”

Dogan diyar kir ku festîvala ku îro starta wê hat dayîn, di 23’ê Gulanê de bi konserekî mezin bi dawî bibe û wiha got: “Heta 23’ê Gulanê wê gelek çalakiyên me hebin. Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku tevlî festîvalê me bibin. Ji bo ku çand û nasnameya xwe bidin jiyîn divê bi awayekî herî xurt xwedî li festîvala xwe derbikevin û tevlî bibin.”

Girseya ku li ber stranên Kurdî bi dahol, zirne û erbaneyan li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kom bûn, heta Şaredariya 10’emîn a Parîsê meşiyan. Şaredara 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard li ber şaredariyê girseyê pêşwazî kir. Li pêşiya şaredariyê bi cil û bergên gelerî û bi stranên Kurdî govend hate gerandin. Piştre bername li hundirê şaredariyê dewam kir.

Şaredara 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard axaftin kir û got, “Wekî Şaredariya 10’emîn a Parîsê, ji ber ev çalakî li şaredariya me hate lidardixin em serbilind in. Ji vê herêmê re ‘Kurdistana Biçûk’ jî tê gotin. Ji ber hûn li vir in em kêfxweş in. Ez mihrîcana we pîroz dikim û piştgiriyê didim we. Dixwazim bibêjim ku em biryara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo demokratîkbûnê û danîna çekan pir wêrekî û hêja dibînin. Em piştgiriyê didin biryara Birêz Ocalan û hêvî dikin ku aştî û demokrasî pêk were.”

Di çalakiya li Hola Şaredariyê hate lidarxistin de Şaredara 10’emîn a Parîsê, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Genevieve Gerigos, endamê Meclisa Şaredariya Parîsê ya 10’emîn Elie Josseli, endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê ya 19’emîn û her wiha Cîgirê Şaredarê Parîsê yê 10’emîn Francois Bechieau, endamê Meclisa Şaredariya Parîsê yê 10’emîn Silvan Raifaud, endamê Meclisa Reimsê Zabbaou Liman û Hevserokê Komeleya ACORT’ê Umît Metîn jî amade bûn.

Roja yekem a mihrîcanê bi konsera muzîka Kurdî bi dawî bû.

 

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN PARÎS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin
Nûçeya Pişt re Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şengaliyan êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên hêzên Hikumeta Veguhêz a Şamê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Roja 2’emîn a berxwedanê: Destên xwe ji vîna me bikêşin!

Tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hat şermezarkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Biryara têkildarî SCAF’ê careke din hate taloqkirin

Biryara têkildarî projeya balafira şer a hevpar a Ewropayê SCAF (Pergala Şerê Hewayî ya Pêşerojê)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?