Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > NPG’ê hefteya Lehengiya Neteweyî pîroz kir
Kurdistan

NPG’ê hefteya Lehengiya Neteweyî pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya NPG’ê got, “Em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe yê welatparêz û li hevrêyên xwe pîroz dikin û li her qadê di têkoşîna wan a azadiyê de serketinê dixwazin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (NPG), bi wesîleya Hefteya Lehengiya Neteweyî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê got, “Di demên welê de ku herî bêhtir hewcedariya gel bi azadî û serxwebûnê hebe, qehreman ji nav wan dertên. Qehremanên gel, bi cesaret, biryardariya xwe ya mezin a têkoşînê, xebat û rênîşandêriya xwe, doza azadiyê ya gelê xwe hildigirin û bi rola xwe ya dîrokî radibin. Van qehremanan bi pêşengiya xwe hişmendiya mezin, manewiyeta kûr, hêza şerkirinê û nasnameya vî gelî ava kirin. Gelê Kurd di dîroka xwe ya bi hezaran salan de xwedî gelek qehreman bû ku di asta herêmî û neteweyî de rol lîstiye û bi berxwedana xwe ya destanî navê xwe li dîrokê nivîsandiye. Ev qehremanên gel di bîra gelê Kurd de hatine neqişandin û bi dengbêjî, klam û çîrokên cuda li ser zimanan belav bûne.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di rojeke Newrozê de ku ji bo gelê Kurd roja berxwedan û destpêkên nû ye, Rêber Apo pêngava xwe ya dîrokî avêt” û ev xal hat destnîşankirin, “Derketina dîrokî ya Rêber Apo di sedsala 20’an de û derketina milîtanên ku bi dilsozî tevlî îdeolojiya Apoyî bûne, pêvajoya qehremaniya neteweyî ya hemdem a gelê Kurd dane destpêkirin. Ev pêvajo nîv sedsal e bi PKK’ê re bûye yek parçe û milîtanên gelekî wêrek û fedakar ên ji tiştekî natirsin afirandiye. Di nava vê pêvajoya dîrokî de bi hezaran qehremanên leheng ên bêteredût xwe ji bo azadî, rizgarî, parastina hebûn û azadiya gelê me feda kirin, navê xwe li dîrokê nivîsandin. Em Rêber Apo ku bi pêngava xwe ya dîrokî dest bi van hemû geşedanan kir, bi îradeyeke bêhempa 27 salan li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê li ber xwe da û heta roja îro rêbertî ji tevgera me kir, fedaiyê pêşî û lehengê herî mezin ê têkoşîna me, bi hesret, hezkirin û hurmet silav dikin.

HEVRÊ MAZLÛM Û EGÎD KESAYETÊN HERÎ ESÎL IN KU APOYÎ DI ŞEXSÊ WAN DE ŞÊNBER BÛYE

Gelê kurd hefteya navbera 21’ê Adarê ku Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan li Zindana Amedê çalakiya lehengî ya dîrokî kir û 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê efsanewî yê gelê Kurdistanê hevrê Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî pîroz dike. Sekna kadroyê pêşeng ê partiya me PKK’ê hevrê Mazlûm Dogan a li Zindana Amedê ruh û rêgeha berxwedanê ya PKK’ê diyar kir. Hevrê Egîd jî ev ruh û rêgeh gihand çiyayên Kurdistanê, gerîlatî da destpêkirin û rêbaza şerê fedaîtiyê afirand. Hevrê Mazlûm û Egîd weke kesayetên herî xurt û esîl ên ku Apoyî di şexsê wan de şênber bû veguherîn sembol, ruh û xeta dîroka azadiyê ya Kurdistanê, leheng û qehremanên gel ên neteweyî. Di şexsê qehremanên gel ên neteweyî hevrê Mazlûm û Egîd de em şehîdên xwe bi dilsozî û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Li ser vê bingehê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî li gelê Kurd ê welatparêz û hemû hevrêyên li her qadê li ber xwe didin, pîroz dikin.

Hevrêyê me Fermandar Egîd, bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo û gerîlatiyê û bi baweriya xwe ya ji bo serkeftinê ji Pêngava 15’ê  Tebaxê ya Gewre re pêşengtî kir. Hevrê Egîd, îrade û wêrektiya  gelê Kurd di kesayeta xwe de şênber kir û bû fermandarekî mezin û pêşengê gel.  Bi pratîk û têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê gerîlatî veguherand xetekê  û şikil da şerê gelê me yê şoreşgerî. Meşa hevrê Egîd ya bi wêrekî rê li ber belavbûna gerîlatiyê ya ji bo hemû aliyên Kurdistanê û meşandina têkoşîna bêhempa ya li hemberî dagirkeriyê vekir. Têkoşîna me ya gerîlatiyê ya ku bi guleya yekem a fermandarê me yê nemir hevrê Egîd dest pê kiriye, îro veguheriye artêşa fedaiyên Apoyî.  Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku ji şerê gelê me yê şoreşgerî re pêşengtiyê dikin, di têkoşîna xwe ya 41 salan de bi tecrûbeyên xwe yên ku bi xwîna şehîdan bi dest xistine, bi saya têkoşîna xwe ya bêhempa nîşan dane ku hezeke mezin e û tu carî têk naçe. Pêngavên taktîkî yên bi ruhê fedaî yê Apoyî hatine kirin ku xwe dispêre tecrûbeyên dîrokî, terzê şerê pispor ê li hewayî û bejayî û di bin erdê de bi rê ve dibe, dokktrîna şer a zelalbûyî, teknîka serdemê û bikaranîna taktîkên nûjen, formasyona di sepandina van yekan de, performans , hosteyî û afirîneriya xwe Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gelekî pêş xistine.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ên bi temamî berê xwe dane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, weke heya roja îroyîn dê ji niha û pê ve jî erka xwe xwe ya parastina gelê me û parastina rewa bi awayekî serkeftî bi cih bînin. Bi hişmendî, ruh, biryardarî û tecrûbeyên ku me ji lehengên gelê xwe yên neteweyî standiye, em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe mezintir bikin ji bîranînên wan re layiq bibin. Girêdayî vê yekê em dubare Hefteya Lehengiyê li hevrêyên xwe û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin û di têkoşîna xwe ya ku em hemû qadan didin meşandin de serkeftinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bi têkoşîna fermandar Egîd em ber bi serketinê ve diçin’
Nûçeya Pişt re Li Şirnexê 11 herêm hate qedexekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdên ked û demokrasiyê li Mexmûrê hatin bîranîn

Şehîdên ked û demokrasiyê Emîne Pîran, Emîne Yilmaz, Binevş Avyanî, Mehmed Repinî, Mûstafa Repinî li…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin

HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li DYE’yê ji ber bahoza Heleneyê herîk êm 93 kes mirin

Li rojhilat û başûrrojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber bahoza Helenê herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?