Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin
Kurdistan

PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

Meclisa PJAK’ê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku rêveberiyên xwe yên herêmî ava bikin û bang li ciwanan kir ku tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi rêya daxuyaniyekê, bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku di vê rewşa heyî de di her warî de komîteyên xwe yên rêveberiyên xwe yên herîmî ava bikin. PJAK’ê her wiha bang li ciwanên Kurd ku tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin.

Daxuyaniya Meclisa PJAK’ê wiha ye;

“Bang ji bo gelê welatparêz yê Rojhilatê Kurdistanê

Gelê welatparêz ê Kurd û hemû gelên Zagrosê

Rojhilatê Kurdistanê û Îran ji ber polîtîkayên xerab yên Komara Îslamî ya Îranê bûne meydaneke şer a dijwar. Ji aliyekî ve, vê rejîmê 47 salin gelên Îranê ji mafê wan yê jiyaneke azad û demokratîk bêpar kiriye. Ji aliyê din ve, ew bûye çavkaniya kaosê li Rojhilata Navîn û gef li ser ewlehiya cîhanê. Di encama polîtîkayên wiha de, hikûmeta Îranê bi şerekî re rûbirû ye ku bandorek rasterast li ser jiyan û çarenûsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê dike. Berevajî bendewariyan, şer îhtîmale ku dirêjtir bidome. Ji ber vê yekê, nirxandina bandora şer û amadekariyeke dijwar pêwîste. Rewşek heye ku hejmarek gefên cidî û di heman demê de derfetên dîrokî hildigire. Em bawer dikin ku bi girtina berpirsiyariyê û bicihanîna berpirsiyariyên xwe, em dikarin derfetan bigirin, gefan têk bibin û bandora şer li ser jiyana civakên xwe kêm bikin. Ji bo vê armancê, em xalên jêrîn destnîşan dikin:

1-Em bang li hemû gelê xwe yê berxwedêr dikin ku ruhê yekîtî û hevgirtinê bikin bingeha hêzê da ku vê qonaxê derbas bikin û ber bi serkeftina dawî ve biçin. Divê em bi çavên vekirî û hişmendiyeke siyasî ya kûr tevbigerin da ku em bikaribin destkeftiyên netewî yên herî mezin bi lêçûna herî kêm misoger bikin. Yekîtiya civakî ya bihêz, alîkariya hev, ruhê hevgirtin û bihevrebûnê ku ji çanda civak û exlaqê resen ê Kurd derdikeve, dê sembola pêşîlêgirtin û serkeftina me di vê serdemê de be. Li hemû gund û taxên bajaran, divê em civaka xwe ji gef û bandorên şer biparêzin bi avakirina komîteyên rêveberiya herêmî, dabeşkirina karan di navbera welatiyan de û rêxistinkirina komîteyên parastin, tenduristî û xizmetguzariyê, her wiha lojîstîkê bigihîn serkeftinê. Komara Îslamî hewl dide ku gelê me neçar bike ku li hinek deveran koçber bibe û bê cih û war bibe. Ev beşek ji siyaseta tunekirinê ye û divê em bi yekîtiya civakî li hember vê yekê li ber xwe bidin. Bi windabûna saziyên xizmeta giştî re, divê alternatîfên van saziyan ji hêla gel ve bi awayekî herêmî werin damezrandin. Em dikarin nîşan bidin ku em ne hewceyî dewletê û saziyên wê ne û civaka me dikare xwe birêve bibe. Civaka me mafê xwe heye ku bi têgeha parastina rewa xwe li hember her gefê biparêze û avakirina komîteyên parastinê pêwîstiyek jiyanî ye. Her wiha divê em pir baldar bin da ku rê li ber ketina kirêgirtiyên rejîmê bo nav civak û rêxistinên me yên civakî bigirin û wan kirêgirtiyên ku têne zanîn pişta xwe didin rejîmê û teslîmî tehamulkirina gel dibin teşwîq bikin. Bê guman, rêxistina civakî û netewî dê enerjiya me ya herî mezin ji bo serkeftinê be û divê em ji her demê bêtir hewlên xwe ji bo vê armancê zêde bikin. Dirûşma me eve: ‘Civak çiqas yekgirtî be, ewqas berxwedan; çiqas berxwedan, ewqas azadî.’

2- Em bang li hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku bi awayê herî baş rola pêşeng a civakê bilîzin û bibin mertal ji bo parastina gelê me li dijî êrişên ku armanca wan paqijkirina gel û tunekirina azadiya netewa me ye. Ciwanên welatparêz, çi kur çi keç, di serî de berpirsiyarê rêxistinkirin, bilindkirina moral, siyasetkirin û parastina civaka me ne. Ji ber vê yekê, hemû ciwanan di warê amadekarî û perwerdehiya xwe de berpirsiyariyek wan heye. Ciwan dikarin xwe di komên biçûk de rêxistin bikin û perwerde bikin. Her wiha, ew ciwanên ku dixwazin di warên ewlehî û siyasetê de perwerdehiya pêşkeftî bistînin û wekî şoreşgerên pispor xizmeta welatê me bikin, divê tevlî refên Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bibin. Tevlîbûna refên gerîla asta herî bilind a helwesta welatparêziyê ye û nîşana mekanîzmayekê ye ji bo netewe û civakê.

3- Ji ber ku hemû navendên leşkerî, ewlehî û îstîxbaratî yên rejîmê ji aliyê artêşên Amerîka û Îsraîlê ve tên bombebarankirin, em bang li gelê xwe dikin ku xwe û malbatên xwe ji van navendan dûr bixin. Hêzên rejîmê jî ji tirsa êrişên hewayî xwe li mizgeft û dibistanan girtine. Bikaranîna dibistan û mizgeftan ji bo armancên leşkerî sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê gelê me li dijî dagirkirina van cihan nerazîbûn nîşan bide. Her wiha em pêwîst dibînin ku ji bo parastina jiyana welatiyan ji hemû cihên veşartina hêzên rejîmê dûr bisekinin.

4- Em bang li hemû kesên ku di têkoşîna partiya me de xwedî kedin û ji ber her sedemekê ji refên tevgera me qut bûne, an jî têkiliyên xwe yên rêxistinî winda kirine dikin; di vê rewşa hesas de, tevlî refên partiya me bibin da ku wan jinûve vegerînîn nav xebat û têkoşînê xwe. Hembêza PJAK’ê wekî her carê ji hemû têkoşeran re vekiriye.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku derbasbûna vê qonaxê bo peravên aştî û azadiyê bi yekîtiya hemû beşên civakê ve girêdayî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê partiyên siyasî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê red kir
Nûçeya Pişt re Li Hesekê li rêyên stratejîk nuqteyên hevpar ên kontrolê hatin danîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rûsyayê şahiyên 8’ê Adarê: Divê Rêber Apo azad bibe

Li gelek bajarên Rûsyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Di şahiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Holê pevçûn hene: Heta niha 4 çete hatin kuştin

Li bajarê Holê di navbera şervanên QSD-YPJˊê û çeteyên hikumetê de pevçûn rû didin, heya…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşî Hêzên Koalîsyonê yên li Bexdayê hate kirin

Bi gelek fuzeyan êrîşî baregeha leşkerî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li nêzî Balafirgeha Bexdayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bolsonaro yê di hilbijartinê de winda kir ji Brezîlyayê reviya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?