Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê peyamek weşand.
Platformê got, “Di 1’ê Gulanê de axaftina li ser keda jinên Kurd ên li Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê; bes ne axaftina li ser xizanî, bêkarî û bêewlehiyê ye, di heman demê de weke jinên ji gelekî ku bê garantiya hiqûqî hatiye hiştin axaftina li ser kedxwariya piralî ye.”
Peyamê bi vî rengî dewam kir:
“Jinên Kurd, li hemû welatên ku lê dimînin ji îstîsmarkirina keda jinan a giştî wêdetir, ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, zextên polîtîk, milîtarîzasyon, koçberiya bi darê zorê, qedexekirina zimanî, newekheviya perwerdehiyê û pergala mêtingehiya dîrokî di jiyana aboriyê de bi şert û mercên du qatî girantir re rû bi rû ne. Ji ber ku jinên Kurd hem barê pergala kapîtalîst a patriyarkal, hem barê polîtîkayên asîmîlasyonê yên netewe dewletan hem jî barê pozîsyona gelê Kurd a şer û pevçûnên dewam û bêdewletiyê hildigirin.
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jinên Kurd bi taybet li herêmên Kurdan li hemberî xizaniya dewam, polîtîkayên qeyûman, nêzîkatiyên dewletê yên ewlehiyê, bêkarî, keda demsalî û bêtemînat, koçberiya bi darê zorê û nedîtina keda xwedîkirinê têdikoşin. Jinên ku koçberî bajarên rojavayê Tirkiyeyê dibin jî bi mûçeyên kêm di karên kaçax de bi cihêkariya etnîkî û zayendparêziyê re rû bi rû dimînin.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî jinên Kurd hem bi polîtîkayên tehdekar ên rejîmê yên li ser jinan hem jî bi vederkirina sîstematîk a li ser nasnameya Kurdan re rû bi rû dimînin. Lipaşhiştina aborî ya li herêmên sînor, aboriya kolberiyê, bêkarî û zext serweriya aboriya jinan bi awayekî cidî sînordar dikin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê tevî avaniya xweser a dîmane jî krîza aborî, pergalên patronaj, polîtîkayên neolîberal, şikestinên piştî şerî û newekheviya zayendî ya civakî keda jinên Kurd bê qîmet dikin. Şer, komkujî û jicihûwarbûna li herêmên weke Şengalê jî jiyana aborî ya jinan zêdetir giran dikin.
Li Sûriye Rojava jî wêraniya şerî, jicihûwarbûn, ambargo û nearamiya siyasî hem li ser jiyana jinên Kurd hem jî pêvajoyên wan ên hilberînê xistine bin zexteke gelekî giran. Tevî vê yekê jî bi taybetî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kooperatîfên jinan û modêlên aboriya kolektîf mînakên girîng ên berxwedanê radixin li ber çavan.
Sedama sereke ya du qatî zêdebûna zehmetiyên aborî yên jinên Kurd; ji ber zayenda xwe bi îstîsmara kedê ya zayendperest û ji ber Kurdbûna xwe jî di heman demê de bi vederkirina etnîkî, tundiya dewletê, zexta siyasî û bêparkirina ji çavkaniyan re rû bi rû dimînin. Ev zexta paralel, berê jinan dide pozîsyonên aboriyê yên mûçeyên kêmtir, neewletir, nexuyatir û hesastir.
Lê belê jinên Kurd bes ne mexdûr in di heman demê de damezrînerên berxwedan, keda kolektîf û aboriya alternatîf in.
Dikare çi were kirin?
*Xurtkirina kooperatîfên keda jinan,
*Di birêxistinbûna sendîkalî de zêdekirina bandora karkerên jin ên Kurd,
*Bidestxistina derfetên ziman, perwerde û pîşeyî ya wekhev,
*Pêşxistina modêlên aboriya xwecihî, kolektîf û piştevan,
*Li dijî şer, mêtîgehî û xizanîkirina neolîberal têkoşîna çînî ya bi pêşengtiya jinan,
*Avakirina têkiliyên xurttir a jinên Kurd a bi torên navneteweyî yên kedê, jinan û mafên mirovan re.
Ruhê 1’ê Gulanê, bes ne xuyakirina keda jinên Kurd; li hemberî kedxwarî, şerî, zexta piralî ya ji ber bêdewletiyê mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî hewce dike.
Ji bo jinên Kurd têkoşîna kedê; bes ne têkoşîna mûçeyeke baştir e di heman demê de têkoşîna nasname, azadî, wekhevî û jiyaneke birûmet e.
Li gel Jin, Jiyan, Azadiyê, ji bo azadî û edaletê dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.
Bijî Yekê Gulanê!”

