În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya destpêkê ya Apoyiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraqê: Deriyên sînor ên Welîd û Rebîe wê 24 saetan vekirî bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rûspiyên Hesekê bal kişandin ser yekitî û aramiyê
Rojava

Rûspiyên Hesekê bal kişandin ser yekitî û aramiyê

Rûspiyên Hesekê diyar kirin ku parastina jiyana hevbeş jiyanî ye. Bi daxuyaniya “Gotina me yek e, û ewlehiya me yek e. Na ji fitneyê, na ji zimanê nefretê re" piştgiriya xwe ji bo peymana ‘ Çileyê nîşan dan û daxwaza efûyek giştî ji bo girtiyan kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Desteya Rûspiyan û Meclisa Rûspiyan a Heseke bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo parastina civaka xwe, mil bi mil ber bi yekitî û aramiyê ve. Aştiya sivîl berpirsiyariya me ya hevpar e. Gotina me yek e, û ewlehiya me yek e. Na ji fitneyê, na ji zimanê nefretê re” li Hola Şeto ya bajarê Heseke civînek li dar xist. Nûnerên eşîrên Ereb û Kurd û pêkhateyên din, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya civînê şêwirmendê Êla El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş kir, got: “Em îro ji bo parastina civaka xwe mil bi mil, arastina herêmên xwe ber bi yekitî û aramiyê ve kom bûne. Wê parêzgeha Hesekê xaka jiyana hevbeş û biratiyê ku tê de Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzidî bi hev re dijîn, bimîne. Gelê Hesekê li hember fitne û tehrîdê disekine û têk dibe.”

Dûre Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî axivî û diyar kir ku wan peymana 29`ê Çileyê îmze kiriye û di pêvajoya pêkanîna wê de ne. Ebdî destnîşan kir ku ev peyman wek çarçoveyeke sereke ya ji bo hemû gavên siberojê ye.

Gelek axaftin ji hêla şêxên eşîran û rûspiyên herêmê ve hatin kirin û hat diyarkirin ku ew piştevaniya lihevkirina 29ˊê Çileyê dikin, zimanê nefretê û hewldanên derxistina fitneyan di nava pêkhateyan de red dikin û dixwazin girtî werin berdan.

Mazlûm Ebdî jî li ser daxwaza rûspiyan got ew ê efûyek giştî ji bo girtiyan derxin, di çend rojên bê de bi aliyên eleqedar re mijara girtiyan çareser bikin.

‘HESEKÊ WÊ RÊ NEDE FITNEYÊ’ 

Di dawiya civîna Desteya Rûspiyan de daxuyaniyek hat dayîn û hate gotin ku “Ji cîhanê tevahî re diyar dikin ku wê Hesekê xaka jiyana hevbeş, xweşik û biratiyê bimîne û rojekê jî nabe qada fitne yan jî tehrîdê yan jî zimanê nefretê.

Di vê dema dawî de tehrîdkirin û derxistina fitneyan li tevahî Sûriyeyê bi taybet jî li herêma cizîrê zêde bû û hinan hewl dida mozaîka civakî ya xurt a Sûriyeyê têk bibin. Em ji wan re dibêjin ku em xelk û pêkhateyên Cizîra Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen, Misliman, Xiristiyan û Êzidiyên xwe di dirêjahiya dîrokê de mînaka zindî ya biratiyê bûn, me nan, av û aqûbeta xwe bi hev re parve kiriye û hev du di zehmetiyan de parastiye û li dijî rêxistina terorîst sekiniye û têk biriye.

Em wek eşîrên ji tevahî pêkhateyan em ê her tim mertalên ewlehiyê û dibistanên zanîn, hişmendî û aqilmendiyê bin. Em îro di qonaxeke hestiryar re derbas dibin ku pêdiviya wê em ruhê berpirsiyariya dîrokî hilgirin.

DAXWAZÊN XWE WIHA RÊZ KIRIN

Ji lew re em dixwazin ev xalên jêrîn pêk bên:

“Pabendîbûna bi bicihanîna lihevkirinên ku dê entegresyonê pêk bînin û rijandina xwîna Sûriyan rawestînin.

Berpirsiyariya eşîrî: Pabendbûna bi nirxên eşîrî re û em ne artêşek di nav artêşê de ne yan jî şûna artêşê ne.

Rewşenbîrên me: Em rola we di belavkirina çanda hezkiriyê de tekez dikin.

Ciwanên me: Hûn stûnên pêşerojê û xeta yekem a parastinê ji bo welat in.

Zimanê nefretê: Em hemû cureyên zimanê nefretê, tehrîdkirinê û cudakariya neteweyî yan mezhebî bi tundî şermezar dikin.

Hevgirtin di demên dijwar de: Em pabend in ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî piştgiriya hevbeş peyda bikin.

Berpirsiyariya ragihandinê: Em bang li çalakvan û saziyên medyayê li Sûriyeyê dikin ku pabendî yasayên exlaqî yên pîşeyî bin û ji têgînên tehrîdkirinê yên ku mozaîka civakî ji hev dixin dûr bisekinin.

Zimanê diyalogê: Em bi diyalog û danûstandinê bawer dikin ku rêbaza yekane ya çareseriya nakokiyan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dubarekirin ku mil bi mil yekitî û aramiyê xurt bikin, civakê bi hevkarî û danûstandinê biparêzin û Hesekê modela jiyana hevbeş, xwişk û biratiyê ya tevahî pêkhateyan bimîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Silêmaniyê ciwanên ku tevlî seferberiya Rojava bibûn, pêşwazî kirin
Nûçeya Pişt re Amadekariyên ji bo vegera malbatên Efrînî dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li xweseriya Rojava xwedî derbikevin’

Xebatkarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê banga yekîtî û yekrêziyê kirin û wiha gotin: “Hesabên niha…

Ji aliyê Stêrk TV

Hat diyarkirin ku li herêma Omeryanê gerîlayek şehîd bûye û gerîlayek jî dîl ketiye destê dijmin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di encama şerê li herêma Omeryanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmena êrîşa li dijî mirovahiyê ya li Helebê

Dîmeneke ji Helebê nîşan dide ku çeteyan tu pîvanên exlaqî û mirovî nas nakin. Çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?