Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû
Kurdistan

Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

Welatparêzê bi navê Şêx Omer ku ji şehadeta pêşengên PKK’ê Mehmet Karasûngur û Îbrahîm Bîlgîn re şahidî kiriye, qala wan rojan kir. Şêx Omer anî ziman ku armanca wan yekîtiya partiyên Kurd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çiyayê Qendîlê ji bo berxwedaniya gelê Kurd, di dem û cihên cûda de malûvanî ji gelek têkoşîn û şoreşgeran re kiriye. Ta roja îro jî ala serfiraziya gelê Kurd, di destê Qendîlê de ye.

Yek jî bûyera girîng ku Çiyayê Qendîlê şahidiya wê kiriye, şahadeta pêşengên PKK’ê Mehmet Karasûngur (Xalid) û Îbrahîm Bîlgîn (Seîd) e.

 

Beriya 43 salan, di 2’yê Gulana 1983’yan de ew her du pêşeng şehîd bûn. Di demekê welê de ku li herêma Qendîlê di navbera YNK û eniya PDK-Partiya Komînîst de şerekî dijwar rû dida, Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Mehmet Karasûngur, da ku dawî li şerê di navbera van partiyan de bîne, li ser erkdarkirina partiya xwe li gel 3 hevalên xwe derbasî Qendîlê bû.

Di demêkê li gundê Lewcê danûstandinên xwe li gel Partiya Komînîst pêk dianîn û hewildan didan ku bi YNK’ê re jî hevdîtin bikin de, li vê herêmê şer gûr bû û neçar man ku her du heval biçin qadeke cûda. Li pala çiyayên Bakurê gundê Bolê û Stêrokan, di pevçûnan de herdu pêşeng şehîd bûn.

Di dema şehadeta wan de kesekî welatparêz ê bi navê Şêx Omer li nêzî cihê şehîd bûne, cenazeyên wan hildigre û li goristana gundê Bergirkê defin dike. Di sala 2001’an de cenazeyan radestî gerîlayên PKK’ê dike û bi merasîmeke bi heybet li Pakrawangeha Şehîd Mehmet Karasûngur tên veşartin.

Piştî wê cenazeyên bi sedan şehîdên PKK’ê li vê pakrewangehê tên veşartin. Her wiha gora gelek pêşengên PKK’ê jî li ser wasiyeta wan di Pakrewangeha Mehmed Karasûngur de cih digrin. Ew goristan ji bo hevalên wan şehîdan û gelê welatparêz ê çar parçeyên Kurdistanê bûye mabed û pîrozgehek.

Şêx Omer ku şahîdiya wan rojan kiriye, cara yekê li cihê ku ew her du pêşengên Tevgera Azadiyê lê şehîd bûne û cenazeyên wan girtiye, ji ajansa me re axifî.

Şêx Omer destnîşan kir di sala 1983’yan de li herêma Qendîlê şerekî dijwar û wêranker qewimî û Rêber Apo da ku vî şerî bide sekinandin şandeyek ji hevalan pêk tê şande herêmê û wiha domand: “Ew şandeya ku ji 4 hevalan pêk dihat ji Xakûrkê hatin û derbasî maleke li gundê Lewcê bûn. Wê şevê YNK’ê êrîşek anî ser herêmê da ku bi Partiya Komînst re şer bike. Dema ew şer li herêmê belav bû, ew cihê ku em niha lê ne jora me ji wan hevalan du kesên bi navê Mehmet Karasûngur û Îbrahîm şehîd bûn.”

Şêx Omer, anî ziman ku piştî YNK fêm dike ew herdu kesên jiyana xwe dest dane ji Partiya Karkeran e, bang li wî dikin ku cenazeyên wan rake û got, “Min jî cenazeyên herdu şehîdan li goristana gundê xwe Bergirkê defin kir. Piştî 18 salan min cenaze radestî hevalan kirin û ew birin qebristana şehîdan.”

Şêx Omer, balê dikşîne ser ku ew heval ji bo danûstandinan di navbera her du aliyan de bikin û yekîtiyekê di navbera partiyên Kurd de çêkin hatibûn herêmê, lê di armanca xwe de bi ser neketin û ta roja îro wekê gelê Kurd em êşa wê jiyan dikin.

Şêx Omer bang li hemû aliyan jî kir ku ji bo keda şehîdan vala neçe divê Kurd yekîtiya xwe çêkin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Kurd hemû yek in, dijminê me gelek in. Divê ev hêza me bibe yek û li hemberî dijmin bisekine. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd bibin yek.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kedkarên beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê bûn: Em daxwaza aştiyê dikin
Nûçeya Pişt re Hejmara Gulanê ya Komînalê derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

UNHCR: Sala borî 5,4 milyon kes neçarî koçberiya bi zorê bû

UNHCR’ê diyar kir sala borî 5.4 milyon kes ji ber şer, tundî û binpêkirinên mafên…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Îmraliyê dê di 3’yê Mijdarê de bi Rêber Apo re hevdîtin bike

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 3’yê Mijdarê de biçe Îmraliyê û bi Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev 50 salin cîhan bi awayek nepenî hêdî dizivire

Gerestêrka cîhanê dest bi lezek hêdîtir a zivirînê kir, ev yek jî bû sedem ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?