Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxuyand ku metna dawî ya memoranduma têgihîştinê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de li hev hatiye kirin.
Şerîf li ser platforma xwe ya Xˊê nivîsî ku: “Em dikarin piştrast bikin ku metna dawî û lihevkirî ya peymana aştiyê pêk hatiye û Pakistan niha bi her du aliyan re ji nêz ve dixebite da ku gavên din temam bike.”

