Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Senator Savodelli hişyarî da Fransayê: Nabe ku em Kurdan tenê bihêlin!
Rojane

Senator Savodelli hişyarî da Fransayê: Nabe ku em Kurdan tenê bihêlin!

Senatorê Fransî Savoldelli, ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Nole Barrot re nivîsî û got: "Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referansek e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji raya ya navneteweyî bertekên li dijî êrîşên li ser herêmên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve berdewam dikin. Senatorê Fransî Pascal Savoldelli, ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojavayê nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Nole Barrot re nivîsî. Savodelli diyar kir ku modela rêveberiyê ya berfireh û demokratîk a Rojavayê divê di jinûveavakirina Sûriyeyê de bibe mînak û bangî Fransayê kir ku hevalbendên xwe yên Kurd tenê nehêle.

ROJAVA JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYA NÛ REFERANSEK E

Senator Savoldelli diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad ji bo gelê Sûriyeyê hêviyekê temsîl dike û got: “Vê hêviyê di sala 2011’an de dest pê kir û niha lûtkeya şorekê ye ku encama nediyar e. Wek parçeyekî vê Şoreşê Kurdên Sûriyeyê ji deh salan zêdetir e piştgiriya projeyeke siyasî dikin ku xwe dispêre xweseriya demokratîk û hemû hemû civak bi hev re di nav aşîtiyê de dijîn. Îro ev model, ji bo avakirina Sûriyeya nû ya berfireh û demokratîk ku xwe dispêre edalet, wekhevî û mafê hemû pêkhateyan referansek e.”

HÊZÊN TARÎ GEFAN LI ROJAVA DIXWIN

Senator Savoldelli, têkoşîna Kurdan a li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê dayî bi bîra Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot xist û got: “Hêzên Kurd, bi taybet di sala 2015’an de di peywenda êrîşên cîhadîstan ên li ser xaka Fransayê li dijî gelê Fransî pêk anîn, ji bo Fransa û koalîsyonê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bûye hevalbendekî biqîmet.

Lê belê, piştî ku di 8’ê Kanûna 2024’an de koma Îslamîst û tundrew Heyhet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li Şamê desthilat bi dest xist, bi taybet hin hêzên paşverû û tarî yên çekdar ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li herêmên bakur û rojhilatê welat yên ku Kurd lê zêde ne li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrîş dane destpêkirin. Bi taybet li Dêrazor û Minbicê kontrola hin herêman bi dest xistin. Gelek şahidên ku ji herêmê hatine tînin ziman ku gelê sîvîl tê qetilkirin.”

NABE KU FRANSA KURDAN TENÊ BIHÊLE

Senator Savoldelli bang li Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot kir ku divê Fransa li hember êrîşên dewleta Tirk û komên çeteyan ên girêdayî wê yên li ser Rojava li aliyê Kurdan bisekine û wiha got: “Dema ku em mezinahiya êrîşên li dijî Kurdan li ber çavan bigirin, ez dixwazim bipirsim ku ‘Gelo, Fransa da ku piştgiriya hevalbendên xwe Kurdan û modela wan a rêveberiya demokratîk bike, di pêvajoya siyasî ya jinûveavakirina Sûriyeyê de rê li ber daxilbûna Kurdan veke û bi taybet ji bo şermezarkirina êrîşên biyaniyan ên ku parçebûn û rageşiyan dijwartir dikin ku ji ber Tirkiyeyê rû didin, dê giraniyeke çawa nîşan bide?’ Di vê serdemê de ku mirov nikare metirsiya karesateke nû ya însanî paşguh bike, Fransa nikare hevalbendên xwe yên Kurd tenê bihêle.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koordînasyona Ciwanan: Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin
Nûçeya Pişt re Zozan Çewlîk: 2025 wê bibe sala azadî û berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi girseyî serdana sersaxiya şehîda berxwedana Cizîrê Gulan hate kirin

Cenazeyê Gulan (Gulcan Budak) a ku di sala 2016'an de li Cîzîra Botan şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 27’Ê GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Jinwarê rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ’ê hat pîrozkirin

Li gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJˊê bi girseyî hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?