Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şervanên YPG/YPJ’ê: Sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê’
Rojava

Şervanên YPG/YPJ’ê: Sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê’

Şervanên YPG/YPJ’ê û Gaziyên şer bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê gotin, “Di roja îro de li her çar aliyên cîhanê jin di eksena paradîgmaya Rêber Apo de kombûne û bi vê hêzê re li dijî zîhniyeta desthilatdar têdikoşin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya bilindkirina têkoşîna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li her derê cîhanê çalakiyên cihêreng tên lidar xistin. Li welatê ku şoreşa jinê lê avabûye ango erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bi wesîleya rojê çalakiyên xwe dewam dikin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Gaziyên şer nirxandin kirin.

‘JI BO KU DÎROK RONÎ BIBE DIVÊ JIN XWEDÎ LI KEDA XWE DERKEVE’

Şervana YPJ’ê ku di heman demê de gaziya şer e Mizgîn Îdrîs, dema behsa girîngiya dîrokî ya 8’ê Adarê kir, ev tişt anî ziman, “8’ê Adarê roja jinên cihanê ye. Di serî de ez jinên şehîd ên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînim û li hemû jinên ku têkoşîna wan dişopînin û jinên ku dibêjin ‘teqez em ê bi ser bikevin’ li wan pîroz dikim. Divê jinên cîhanê zanibin ku 8’ê Adarê bi hêsanî nehatiye  qebûlkirin. Di sala 1857’an de li New Yorkê di fabrîqayê de 129 jin hatin şewitandin. Ji bo vê têkoşînê bi sedan jin xwe feda kirin. Ji bo min jî wateyek xwe ya pir cûda heye. Gelek berdêl hatin dayîn û kedên mezin û giranbûha hatiye afirandin; ji nû ve hîşyarbûn û vegera Amargiyê (vegerandina dayîk û azadiyê) 8’ê Adarê. Weke ku Rêberê me jî dibêje ‘Ne tenê 8’ê Adarê, divê hemû rojên din jî bibe ya jinan.’ Ji ber wê jî pêwîstiya dîrokê jî bi têkoşîna jinan heye. Ji ber wê yekê sîstemên hegemon tenê dixwaze bi rojeke re jinê sînordar bikin û têkoşîna jinan lewaz bixin. Weke ku zarokek bixapînin dixwazin têkoşîna jinan jî bi vi rengî bixapînin.”

Şervana YPJ’ê Mizgîn Îdrîs, destnîşan kir ku ji bo dîrok ronî bibe divê jin xwedî li keda xwe derkevin û wiha domand, “Bi minasebeta 8’ê Adarê ez bawer dikim ev ê pêk were. Ji ber vê jî berxwedana jinê berxwedaneke dîrokî ye û jin têkoşîna xwe ya ronîkirina dîrokê didomînin, ango ew ê bidomînin. Bi taybeti vê pêşengiyê YPJ’ê hilgirtiye li ser milê xwe. Mînaka vê jî Şoreşa di Rojavayê Kurdistanê de bi pêşengiya jinê pêk tê. Arîn, Awesta, Zehra, Sorxwîn, Azadî û bi hezaran şehîd ên ku ez navê wan nikarim bihêjmêrim, bê tirs û bi lehengî pêşengiya vê şoreşê kirine. Di şexsê wan de tevgera azadiya jin bi hêz bû. Şewqa xwe da Rojhilatê Kurdistanê û bi ‘Jin Jiyan Azadî’ re deng veda. Ev deng li Rojhalata Navîn jî û li cîhanê jî deng veda. Weke ku Rêbertiyê me jî pênase kir ku sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê.’ Ji ber vê jî pêwîste ku ev 8’ê Adarê hesap pirsîna baviksalariyê û vegera Amargiyê be.”

‘JIN BI FIKRA RÊBER APO RE HÎN ZÊDETIR XWE NÊZÎ AZADIYÊ DIKIN’

Şervanê YPG’ê û gaziyê şer Lalêş Êzidî, jî da zanîn ku di navbera jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkiliyeke xurt a sîmbiyotîk heye û wiha dewam kir, “Dema ku mirov bala xwe dide têkoşîna roja îro; tu rêxistin, tu partî, tu zanyar li ser azadiya jinê tu carî rast nêzîkatî nedaye raber kirin. Keda jinê ya pîroz ji dîrokê heya roja îro her demê berovajî dane nasîn. Ji bo wê jî weke jin kêm hatiye dîtin. Ger îro em rastiya heyî, zîhniyeta heyî bi paradigmaya Rêber Apo re bînin ber hev pir cûdabûnê di navbera wan de bibînin. Ruhê jinê, fikir û ramana Rêber Apo ji nû ve zindî kir. Niha jî ev ruh çi astengiya nasnake; êdî jin weke berê bûye pêşengê civakê, zanyariyê û her awayî bûye mamosteya her tiştî.”

Lalêş Êzidî, li ser pirsa ‘Çima jin dilsozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in?’ wiha bersiv da, “Di girêdana Rêber Apo ya bi azadiyê re hatiye avakirin de veşartiye. Jin bi rastî jî bi azadiya xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya azadiyê dike û rê û rêbaza jiyana azad ji bo jinê derdixe holê, jin dilsozê Rêber Apo ye û Rêber Apo jî dilsozê jinê ye. Ji ber vê jî jin bi fikra Rêber Apo re hîn zêdetir xwe nêzî azadiyê dike û ji nû ve xwe digihîne textê xwedewendiya ku ji destê wê hatiye dîzîn.”

‘EM Ê JIYANA AZAD MÎSOGER BIKIN’ 

Şervanê YPG’ê Rodî Amed jî dema behsa rola jinê ya di civakê de kir ev tişt got, “Çareserî li ser bingeha hişmendiya pergalê neyê kûrkirin, her wisa şer û şoreş ji jinê qut girtina dest ne gengaza ku şer bi temamî bibe şerê azadiyê. Gotuna 8’ê Adarê bê guman di dîrokê de xwedî girîngî û wateyê. Lê li Kurdistan ango di Rojhilata Navîn de gotinek derheqê rojê de mayînde nîne. Sedema xwe ji bo têkoşînek mezin em di nav hev de şoreşê pêk tînin, şoreş di serî de bi jinê re digihîje wateya xwe ya esasî. Di roja me ya îro de ji Stêrk-Star ango xwedewand hene. Di rastiyê de ew xwedewend xwedî erkên dîrokî ne. Cara yekem ji avakirina civak, gund heyamên herî girîng şoreşa ku bûne komcivak bi hevsengiyek pir xurt li derdora çalakbûna jinê pêşketiye. Ev jî pîroziya jin di hemû serdeman de hêza wê ya afrîner û çalakvan derdixa holê. Bê jin çi şoreş negihîştiye asta azadî û demokrasiyê, ew jî fonksiyona jin şenber dike. Rastî jî em çiqasî deyîndarê wan in, girêdanbûn û hestên ji cewherê xwe digîhîne gavek zûtir ber bi jiyana azad.”

Rodî Amed, bilêv kir ku jin xwedawenda heqîqetê ne û wiha dirêjî da axaftina xweb, “Ji dîrokê heta roja me ya îro bi awayekî tund di şexsê jinê de civak hatiye hedefgirtin. Ji ber ku jin rê nîşana civakê bû û bi her awayî rastî tepisandinê dihat. Lê beranberî wê tepisandina jinê bi her awayî li berxweda û dide. Jin di têkoşîna azadiyê ya civakê de xwedî roleke girîng e. Ew têkoşîna ku tê meşandin ruxmê her tiştê gihîştiye astekî bilind. Li her çar aliyên cîhanê roja îro jin di eksena paradîgmaya Rêber Apo de kombûne û bi vê hêzê re beranberî zîhniyeta desthilatdar disekine. Di pêşxistina xeta azadiya jinê de bi hezaran şehîd dane û hê jî şehîd didin. Ji ber vê yekê careke din tê fêhmkirin ku azadî ne hêsan e. Erka me ya di vê têkoşînê de ew e ku bi ruhê Apoyî re bi bîranînên hevrêyên jin ên şehîd ketine têkoşînê berfireh bikin û soza me ye ku jiyana azad mîsoger bikin.”

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li girtîgehên li Êlihê êşkence hate tespîtkirin
Nûçeya Pişt re Li Wanê leşker ji bo AKP’ê dixebitin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

PJAK’ê têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê daxuyanî da û got, xweparastin mafekî jêneveger e.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hiqûqa ku li Îmraliyê pêk were wê bibe pîvana pêvajoya aştiyê’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna gel a Nisêbînê de axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Komxebata Yekrêziya Kurdî bi dawî bû

Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” ku Navenda Firatê ya Lêkolînan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?