Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex a li bajarê wê Şirnexê hate danîn bi girseyî hate ziyaretkirin. Di 17’ê Îlonê de hatibû ragihandin ku fermandara gerîla ji ber nexweşiya xwe tevlî karwanê şehîdan bûye.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên demokratîk û gelek kesên din beşdarî seredanê bûn ku di pêşengtiya MEBYA-DER’ê de hate kirin.
Girseya ku li nêzîkî Mala Şînê ya Mizgefta Mezin a li Taxa Îsmetpaşa kom bû, li gel vekirina pankarta bi nivîsa ‘’Şehîdên me rûmeta me ne’’ û berzkirina dirûşmeyan derbasî cihê sersaxiyê bû.
Piştî merasîma rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Şirnexê Ramazan Ûysal bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku pêvajoya heyî piştî dayîna bedêlên mezin dest pê kiriye
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan jî anî ziman ku Dîlan Şirnexê 32 salan ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye û bal kişand ser rola wê ya têkildarî têkoşîna ji bo azadiya jinan.
Newroz Ûysal Aslan got: ‘’Em deyndarên Dîlan Şirnex û hevalên wê ne. Em dikarin vî deynî bes li gel pêkanîna aşitiyeke birûmet bidin.’’
Bavê fermandara gerîla Abdûrahman Barinç jî jiyan û têkoşîna keça xwe bi bîr anî û têkildarî girîngiya birêxistinbûna jinan axivî.
Piştî axaftinan merasîma sersaxiyê li gel xwendina mewlûd û diayan bi dawî bû.

