Li nêzîkî gundê Daremanî yê ser bi navenda bajarê Kerkûkê ve du çekdarên nenas li motosîkletê siwar, êrîşî rafîneya petrolê kirin û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, di saetên êvarê de li nêzîkî gundê Daremanî yê ser bi navenda bajarê Kerkûkê ve du çekdarên nenas li motosîkletê siwar, êrîşî rafîneya petrolê kirin û di encamê de nobedarê rafîneyê Rizgar Qadir jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.
Hate hînbûn ku piştî êrîşê, hêzên ewlehiyê demildest gihiştin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê, ji bo girtina êrîşkaran lêpirsîn û operasyon dane destpêkirin.

