Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû beriya civîna Meclîsa Jinan li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Halîde Turkoglû bi bîranîna endama Meclîsa Jinan Nesrîn Aslan dest bi axaftina xwe kir. Turkoglû got, “Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re her kombûna jinan a li dora daxwaza aştiyeke bi rûmet, vî ruhî xwedî dike. Jinan bi îradeyeke xurt nîşan dan ku di berxwedanê, têkoşînê û maseya muzakereyê de hene û bêyî jinan ti pêvajo nikare bimeşe.”
Halîde Turkoglû konferansa “Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin” silav kir ku di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqereyê hate lidarxistin.
Halîde Turkoglû got, “Em bawer dikin ku encama vê konferansê wê ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe belgeyeke gelekî xurt. Ji ber ku nexşerêya jinan a ji bo aştiyê amade ye. Jin amade ne ku îro jî û siberojê jî ava bikin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê anî ziman ku ew xwedî li daxwazên dayikên aştiyê derdikevin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Eger ji bo aştiyê wêrekî divê, ev wêrekî bi salan e herî zêde û şênberî ji aliyê Dayikên Aştiyê ve tê nîşandan. Û di nava mercên herî giran ê zivistanê de, li gel her cûre pirsgirêkên tenduristiyê, ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo dayikên din heman êşê nebînin, ji bo aştiyeke rasteqîn daxwazên xwe li navenda Enqereyê li binê konê nobedê bilind kirin.”
Halîde Turkoglû got, “Bi rengê herî xurt qîriyan ku divê Birêz Ocalan di nava mercên azad û wekhev de kar bike, ji bo vê pêşî lê bê vekirin, girtiyên siyasî bêne berdan. Ez ji vê derê, bi navê Meclîsa me ya Jinan a DEM Partiyê vê îradeya Dayikên Aştiyê silav dikim. Dibêjim, daxwazên wan daxwazên me ne.”
Halîde Turkoglû diyar kir ku divê afirandina mercên hevdîtina bi Rêber Apo re hîn bêhtir neyê taloqkirin û got, “Divê mercên muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Birêz Ocalan ne li ser guhertina cih be. Pêwîste bêyî taloqkirinê ew merc bêne afirandin ku rojnamevan, akademîsyen, rêxistinên maf, jin û her beşên civakê karibe hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin. Di asta ku Qanûna Çarçoveyê temam bike divê sererastkirin werin kirin. Desteya Aştî û Siyasîbûnê û desteyên din hemû pêwîste dest bi kar bikin. Pêşniyarên ku di rapora hevpar a Meclîsê de hate destnîşankirin divê bibin qanûn. Ji bo pêvajo bi ser bikeve, mecbûrî ye ku ev gavên şênber bêne avêtin. Ji van gavên şênber a herî girîng li girtîgehan e. Di demekê de ku li derve qala aştiyê tê kirin, divê li girtîgehan hiqûqa dijmin nebe. Divê girtiyên siyasî, girtiyên nexweş bêne berdan.”

