Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 9 gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn. Piştre li Sineyê ji bo du şehîdan merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Di merasîma ji bo bîranîna Bêkes Bêrîtan de malbata şehîd û xizmên wan tevlî bûn. Dayika şehîd sersaxî ji Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd re xwest û got, “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Ew ne tenê şehîdê malbata xwe ye, ew şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ê xewn û xeyalên wî pêk bînin.”
Di merasîma ji bo Welat Bêrîtan de dayikên şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” serdana malbata şehîd kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sirûda ‘Ey şehîdan’ hate xwendin.
Serdanên ji bo malbatên şehîdan dewam dikin.

