Li Kurdistanê demokrasiya herêmî bi salan e di bin êrîşên giran ên dewleta Tirk de ye. Dewlet dixwaze têkoşîna gel a ji bo ziman, nasname û çanda wî bi zext, girtin, qeyûm û qedexeyan asteng bike. Zexta li ser şaredariyan nîşan dide ku rêveberiya dewletê çiqas tekparêz û otorîter e. Ji ber ku li gorî wan, heke demokrasiya herêmî bê tepisandin, dê daxwazên gel ên ji bo mafan jî ji holê rabibin.
Kurdan li hemberî vê hişmendiyê, ezmûna xwe ya ji salên 1970’yî vir ve domandin û ji sala 1999’an û vir ve jî bi rengekî çalak dewam kirin. Ev pêvajoya 27 salan ku bi HADEP’ê dest pê kir û bi DEHAP, DTP û BDP’ê berfireh bû, ne tenê ji bo bidestxistina kursiyên şaredariyê bû. Armanc avakirina modeleke ku dest dide jiyana gel, nasname û çanda wan dide jiyandin, azadiya jinê û ekolojiyê dike navendê bû. Ev model li Kurdistanê bi şaredarivaniya gelperwer, xizmeta pirzimanî, pergala hevserokatî û xwerêveberiya demokratîk şekil girt.
HADEP: ŞAREDARVANIYA GELPERWER
Hildibijartinên sala 1999’an ên herêmî, ji bo Kurdan dîrokî bû. HADEP’ê li gel Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Agirî, Êlih, Çewlîg, Colemêrg, Sêrt û Wanê, bi giştî 37 şaredarî bi dest xistibûn. Ev serkeftin ji bo gelê ku bi salan di bin zext, girtin û kuştinên kiriyarên wan nediyar de dihat pelçiqandin, bû ronahiya hêviyê. Modela bingehîn a HADEP’ê “Şaredarvanıya gelperwer” bû. Armanca wan ew bû ku xizmetên bingehîn bigihîjînin gel, binesaziyê xurt bikin û çareseriyê ji bo xizaniyê bibînin.
Gavên pratîk bi lez hatin avêtin. Ji bo pêdiviyên rojane yên gel navendên jinan, malên cilşoyiyê û malên tendûrê hatin vekirin. Her wiha park û qadên kesk hatin çêkirin û hewl hat dan ku tevna dîrokî bê parastin. Her wiha hilbijartina Ayşe Karadag li Dêrikê, Cîhan Sincar li Qoserê û Mukaddes Kubilay li Bazîdê, di warê nûnertiya jinan de bûn gavên yekem.
Lê belê dewleta Tirk ev rewş qebûl nekir. Piştî hilbijartinê, hevşaredarên Amed, Sêrt û Çewlîgê hatin binçavkirin û di xwepêşandanan de bi hezaran kes hatin girtin. Li dijî HADEP’ê doza girtinê hat vekirin û di sala 2003’yan de partî hat girtin. Ev tişt nîşana yekem a êrîşên pergalî yên pêvajoya piştre bû.
DEHAP: ŞAREDARVANIYA PIRZIMANÎ Û JINPARÊZ
Piştî girtina HADEP’ê, Kurd vê carê di bin sîwana DEHAP’ê de xwe birêxistinkirin. Di hilbijartinên sala 2004’an de bi hêza hevgirtina demokratîk (îtîfaqên di bin sîwana SHP) re tevgeriyan û hejmara şaredariyan zêde kirin. Di vê pêvajoyê de rêgeza “Şaredariya Pirzimanî û Jinparêz” hat pejirandin. Xizmeta bi Kurmancî û zimanên din ên zikmakî, xurtkirina komîsyonên jinan û projeyên civakî derketin pêş.
Di pratîkê de li cihên wekî Sûr, Edene û Cizîrê xizmeta pirzimanî dest pê kir. Kota jinan hat diyarkirin, meclîs û navendên jinan zêde bûn. Di konferansan de ji xizaniyê heta aboriyê, ji çandê heta xizmeta bo astengdaran biryarên berfireh hatin girtin. Pêşxistina qadên civakî û piştgiriya çalakiyên çandî bû armanca sereke. Armanca hewldanên wê demê, şaredarî kirina amûreke civakî bû.
Helwesta dewletê dîsa tund bû. DEHAP a ku bi gefa girtinê re rûbirû ma, xwe fesh kir û rê ji DTP’ê re vekir. Girtin, binçavkirin û astengiyên fermî berdewam kirin. Zîhniyeta netew-dewlet, pirzimanî û azadiya jinê wekî “tiştekî parçeker” nîşan da û hewl da destkeftiyên gel xirab bike.
DTP: XWESERIYA DEMOKRATÎK Û PERGALA HEVSEROKATIYÊ
Di sala 2005’an de bi damazrandina DTP’ê re di siyaseta Kurdan de serdemek nû dest pê kir. DTP’ê modela “Xweseriya Demokratîk” xist rêznameya xwe û şaredarî li ser vê bingehê ji nû ve bi rêxistin bû. Vê modelê ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî û pêşxistina îradeya gel, gavên girîng avêtin. Yanî li dijî pergaleke navendî, pergaleke ne-navendî hate pêşniyarkirin; zêdekirina însiyatîfa herêmî, avakirina fonên herêmî, avakirina sindoqên hevpar û komkirina bacê ketin rojevê. Her wiha wekheviya zayendî, ekolojiya civakî û demokrasiya rasterast bûn sê stûnên bingehîn. Kotaya ji sedî 40 a jinan hat sepandin û sîstema hevserokatiyê bi rengkî fiêlî ket meriyetê. Aysel Tugluk û Ahmet Turk wek yekem hevserokên DTP’ê di dîroka siyasî ya Kurdan de cihê xwe girtin.
Di hilbijartinên herêmî yên sala 2009’an de bi dirûşma “Bi Welatiyê Azad re ber bi Bajarên Azad ve” derbasî qadê bû û serkeftineke mezin hat bidest xistin. 8 bajar, 51 navçe û 40 bajarok; bi giştî 99 şaredarî hatin bidest xistin. Ev serkeftin di nava dewletê de bû sedema matmayîneke mezin. DTP’ê “Belgeya Helwesta Şaredariyan” belav kir; meclîsên gel û mekanîzmayên beşdarbûnê xurt kirin. Di vê navberê de rola jinan li her derê xuya bû, projeyên ekolojîk, xebatên çandî, malên piştgiriya perwerde û tenduristiyê berfireh bûn. Modela xweseriya demokratîk ji taxan heta meclîsên bajar di nav pêkhateyeke beşdar de bi awayekî berçav ava bû.
Dewleta Tirk li dijî vê gavê, bi doza ku jê re digotin “Operasyonên KCK’ê” û wekî qirkirina siyasî dihat dîtin bersiv da. Bi sedan rêveberên şaredariyan û endamên meclîsan hatin girtin; di 11’ê Kanûna 2009’an de jî DTP’ê hat girtin. Rêveberên hilbijartî derbasî BDP’ê bûn. Ev êrîş hewldanek ji bo krîmînalîzekirina îradeya gel û fetisandina demokrasiya herêmî bû. Têgihîştina navendparêz daxwaza xweseriyê wekî gefa “parçekirinê” dît û zext û êrîşên xwe zêdetir kir.
BDP: SAZÎBÛNA XWESERIYA DEMOKRATÎK
BDP’ê kevneşopiya berê domand. Wan modela Xweseriya Demokratîk û sîstema hevserokatiyê bêtir bisazî kirin. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an de 102 şaredarî qezenc kirin. Ji van sê heb şaredariyên bajarên mezin bûn. Sîstema hevserokatiyê bi jiyanî bû. Bi pergala rêzbûn yek jin-yek mêr re di meclîsan de wekheviya zayendî hat rûnişkandin.
Tabelayên pirzimanî hatin daleqandin. Kreş, kursên ziman û navendên çandê hatin vekirin. Navên park û kolanan bûn Kurdî. Serokatiya daîreyên jinan û navendên piştevaniyê hatin avakirin. Têgihîştina ekolojîk, wekheviya zayendî û beşdarbûna gel ketin rêza pêşîn. Şaredarî û gel bûn yek. Bi vê yekê re alternatîfeke nû ya rêveberiyê derket holê.
REJÎMA QEYÛMAN A DOMDAR
Lê dewlet careke din rêveberiya alternatîf a gel qebûl nekir û ji sala 2016’an û vir ve rejîma qeyûm xist meriyetê. Ji bo 90 zêdetir şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Hevşaredar/hevserok hatin girtin. Tabelayên bi Kurdî hatin rakirin, kreş hatin girtin û xebatên çandî hatin rawestandin. Bi KHK’yên OHAL’ê re bi hezaran xebatkar ji kar hatin derxistin. Ev jî dihat wateya destdanîna rasterast li ser îradeya gel bû. Dewlet di her demê de heman rêbaz bi kar anî. Zihniyeta netew-dewlet îradeya gelê Kurd ya xwe rêvebirinê wek metirsiyek dît. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an jî heman siyaset hate domandin. DEM Partî di 78 şaredariyan de bi serket. Heya niha herî kêm li 10 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin.
DEMOKRASIYA HERÊMÎ MÎNA METIRSÎ DIBÎNE
Qeyûm, zextên siyasî û pêvajoyên binçavkirinê tê wateya tunehesibandina îradeya gel e. Ev rewş mekanîzmayên demokrasiya herêmî qels dikin. Dema kesên hilbijartî ji wezîfeyê tên dûrxistin û li şûna wan kesên ji navendê tên tayînkirin, prensîbên nûneratiyê û berpirsiyariyê zirar dibînin. Her wiha, pêvajoyên dirêj ên hiqûqî û zextên siyasî jî pêşiya pêşketina demokrasiya herêmî digirin.
ŞAREDARVANIYA DEMOKRATÎK DIVÊ WERE PÊŞXISTIN
Rêber Apo di nameya ku ji Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê re şand de got ku divê astengiyên li pêşiya demokrasiya herêmî werin rakirin. Rêber Apo got ku ev yek dikare Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de bihêztir bike. Rêber Apo her wiha got ku demokrasiya herêmî rêya çareseriyê ye û pêşniyar kir ku Kurd têgihiştina şaredarvaniya demokratîk pêş bixin:
“Divê nêzîkatiya şaredariya demokratîk bê pêşxistin. Tevgera şaredariya demokratîk, weke toreke berfireh a civakî, ji komînên gund û taxan bigire heya kooperatîfan, ji rêxistinên civaka sivîl heya saziyên mafên mirovan, ji têkoşîna azadiya jinê heya parêzvanên mafên zarok û heywanan, ji ciwanan heya ekolojîstan, divê li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk ava bike. Di serî de jin, divê giranî li ser xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê bê dayîn. Qadên hilberînê divê bên zêdekirin û ji bo bêkariya ku roj bi roj mezin dibe bibe çareserî. Di pêşengiya jinan de divê qadên nû yên jiyanê bên honandin. Divê tevlîbûna gel a ji bo rêveberiyê û daxilkirina gel a di nav hemû biryaran de esas bê girtin. Konseyên Bajêr û Meclîsên Bajêr bên avakirin; welatî dikarin li vir bicivin, her cûre pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî nîqaş bikin û biryaran bigirin.”
Sibe: Hevpeyvîna Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, ya li ser rêveberiyên herêmî dê were weşandin.

