Carek din payîza xembar û pelên ji kovanê diweşin ser rûyê hêvî û bêrîkirinên me. Lewma carek din hest û kêliyên me dest bi rêwîtiyeke din a rabirdoyê dikin; gav bi gav ber bi rêwîtiya kûr a bîranînan, hezkirin, têkoşîna serdemê û hişmendiyê ve.
Hîn gava destpêkê bû, payîzê ew bayê xwe yê hênik ê êvaran li rûyên me dixist. Bi tîrêjên zeraqî yên rojê re, pelên zer û sor dibûn neynik ji wan xaçerêyên çiyan û gavên me re. Em dimeşiyan.
Ew çîroka salên derbasbûyî niha wekî destan û lehengiyekê, di hemû şaneyên laşê me de dihat pêşwazîkirin. Razek ji deman, sehirek ji wêje û çîrokan, jan û şewatek ji hemû bêrîkirinan radixist ber çavan. Lê dîsa jî bêdengiya payîza xembar, ew bêdengiya hestên xumamî zindî dikir. Li pey şopa wan rojên bextewar, gavên serfiraziya hevaltiyê ji me re dibû rêzan, dîrok û heqîqet.
PÊNÛS Û KAMERAYA LI LÛTKEYÊN BILIND
Lewma her gav, pirs, lêkolîn û nasîn dibû rûpelek ji dîroka berxwedanê, dibû destana lehengiya Kurdistanê. Me ne tenê rastiya şer û serpêhatiya hin dem û waran dianî bîra xwe; em di çirkên demjimêrê de, dibûn mêvan û hevalên pênûsa şervanan, kameraya ser milê gerîlayan û wî dilê ku li lûtkeyên herî bilind ji bo azadiyê lêdixist.
Niha jî em dixwazin xwendevan û temaşevanên bernameya Starên Azadiyê, bi şopên fermandar Zekiye – Narîn HAMDOŞÎ re bikin mêvanên rûpelên dîroka heqîqetê. Her çiqas ew dem û war dûr xwiya bikin jî wê bîranîn û bêrîkirinên ji bo wê me bikin parçek ji hevalek ji wê dîrokê.
Pir caran şopên rastiya dîrokê nixumandî û veşartî dimînin. Hin deman jî ji ber rewş û rûdanên heyî, ew rastî weke razekî, efsûnekî li benda zanînê di nava bîranînên hevretiyê de veşartî dimîne. Dema ku me pênûs û kameraya xwe dibir cem yek ji wan hevreyên deman, gerîla Rojhilat Têkoşer, em bi eşkerebûna wê rastiyê û awirên çavên şilî re rûbirû diman. Wî bi dîtina kamera û pênûsa girfana me re, ji xweber ew rastiya veşartî eşkere dikir. Bi şop û lêgerîna Starên Azadiyê, me hin kêliyên Şehîd Zekiyê yên kar û xebatên ragihandina azad — an ku şopên wê yên li ser heqîqetê — ji nêz ve nas dikir û dida naskirin.
RÊWÎTIYA BOTANÊ Û MÎRATEYA KARKERÊN HEQÎQETÊ
Hevrêyê wê Rojhilat Têkoşer, wekî wezîfeyeke dilsoziyê mîrasê wê yê pênûs û kamerayê tîne bîra me û dibêje:
“Di sala 1993’an de, rêwîtiya Hevala Zekî digihîje herêma Garisayê ya Botanê. Ji ber zimanê wê yê bihêz û hunera destên wê, ew di beşên arşîv û ragihandina Botanê de cih digire. Wê serdemê daktîlo û pênûs dibin hevalên wê yên herî nêz. Ew bi şev û roj keda şehîdan kom dike, raporan amade dike û bi şervanan re hevpeyvînan çêdike.”
Rojhilat wî ruhê wê yê fedaî û hunermend wiha tîne ziman:
“Her dem dinivîsand. Em diçûn operasyonan, dewriyeyan an jî di nava perwerdeya zivistanê de bin; wê her kêliyê qeyd dikir. Xwedî gelek defterên bîranîn û helbestan bû. Min jê re digot: ‘Tu ê di paşerojê de bibe nivîskareke pir mezin a vê şoreşê.’ Bi kenekî hênik digot: ‘Ger ez rojekê sax bimînim, ez ê van qehremantî û kêliyên pîroz hemûyan yek bi yek binivîsim û ji dîrokê re bêjim.'”
BERXWEDANA LI GIRÊ NÎSKAN
Di dema vê dorpêça giran de, li herêma Garisayê li Girê Nîskan, Hevala Zekîye û koma pê re dikevin nava kemîna dijmin. Li ser wî girî şerekî fedaî û qahremantî dimeşînin. Wan bi rûmeteke mezin berxwedan hilbijart û heta dilopa xwe ya dawî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Îro her çiqas emrê wê têrê nekiribe ku ew bixwe van bîranînan binivîse jî pênûs, kamera û defterên wê yên li Girê Nîskan bûn mîrasê dîroka heqîqetê.
Belê; niha li ser şopên wê qehremaniya dîrokê û fermandara wê, bi dehan û sedan gerîlayan pênûs û kameraya ku dibû şopdarê heqîqetê, bi serfirazî rakirine.
ÇAVKANÎ: JIN TV, STARÊN AZADIYÊ

