Dema weşangeriyê ya Kurdan 22’yê Nîsana 1898’an ji aliyê Mîkdat Mîthat Bedirxan ve li Qahîreyê bi derxistina rojnameya bi navê “Kurdistan” destpê kir. Di encama zext û qedexeyên Dewleta Osmanî de, piştî hejmara 6’an rojnameyê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê weşana xwe domand. Di heman demê de bibû agahdarê weşangeriya Kurd a li sirgûnê jî. Piştî rojnameya Kurdistan, gelek weşan li sirgûnê hatin domandin û li Tirkiyeyê hatin qedexekirin.
Li Tirkiyeyê çapemeniya Kurd timî rû bi rûyê zext û qedexeyan hate hiştin. Di dîroka 128 salî ya çapemeniya Kurd a bi sirgûnê destpê kirî de gelek caran avahiyên rojnameyê hatin bombekirin, xebatkarên rojnameyê hatin kuştin, hatin girtin û gef lê hatin xwarin, gelek caran jî weşanên wê hatin qedexekirin. Ji dema rojnameya Kurdistan û vir ve, di 128 salên derbas bûyî de rojnamevanên Kurd bûn şahidê gelek bûyeran, hatin qetilkirin, hatin girtin û hwd.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsyarê Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê ya DEM Partiyê Tayîp Temel têkildarî rewşa niha ya Çapemeniya Kurd, mîsyona Çapemeniya Azad, nêrîna medyaya Tirk a li Banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û tiştên ku Çapemeniya Azad di cîhana jîrê çêkirî de bike, bersiva pirsên ANF’ê da.
‘ÇAPEMENIYA KURD LI HEMÛ CÎHANÊ HILBERÎNÊN CIDÎ DIKE’
Tayîp Temel anî ziman ku çapemeniya Kurd di 128 salan de tevî hemû bêderfetiyan jî rêyeke dirêj derbas kir û got, “Ev çapemenî di heman demê de ji bo zindî mayîna zimanê dayikê, weke berhemê hewldaneke bêhempa dewam kiriye. Îro çapemeniya Kurd li hemû cîhanê weke dîrokî û rojane tê qebûlkirin, di tevahiya qada medyayê de hilberînên cidî dike.”
Temel diyar kir ku çapemeniya Kurd bûye şêwaz û parçeyekî têkoşînê û wiha dewam kir, “Helbet hem di aliyê çapemeniya Kurd, hem jî di aliyê çapemeniya azad de berdêlên vê giran bûne. Çapemeniya azad tenê bi zext, girtin û binçavkirinan na, bi mirinan jî hebûna xwe domand. Di 50 salên dawî de, bi têkoşîna azadiya Kurd re Çapemeniya Azad tenê weke xebateke rojnamevaniyê na, weke şêwaz û parçeyekî têkoşînê jî şikil girtiye.
Wisa ku di salên 90’î de xebitîna li saziyên çapemeniya azad, dihat wê wateyê ku te her kêlî mirin berçav girtiye. Ev rêwîtiya ku bi rojname û kovarekê destpê kirî, niha bi rojnameyên Kurdî, Tirkî, televizyon, kovarên polîtîk, weşanên jin û ciwanan, ajans û malperên înternetê weke toreke çapemeniyê ya mezin rêya xwe didomîne.”
‘ÇAPEMENIYA AZAD XWEDÎ MÎSYONEKE WELÊ YE KU LI DIJÎ MEDYAYA DEWLETÊ JI ENIYÊ TÊDIKOŞE’
Temel diyar kir ku Çapemeniya Azad xwedî mîsyoneke welê ye ku li dijî medyaya dewletê ji eniyê têdikoşe û got, “Ev mîsyon tenê di çarçoveyeke neteweyî de sînordar nemaye, di heman demê de bûye dengê bindestan jî. Yên xebata wê jî dimeşînin, li gorî vê mîsyonê tevdigerin.
Kesên ku ji bo têkoşînekê jiyana xwe ji dest dane, nirxê herî girîng ê rêya wê têkoşînê ne. Ew her tim weke rêveberên têkoşînê û bi rengekî pîroz tên nirxandin. Ev rastî di nava têkoşîna me de jî, xwedî wate û nirxeke mezin e. Nirxên ku şehîdên Çapemeniya Azad hiştî, manewiyata hemû saziyên Çapemeniya Azad e.”
‘ŞEHÎDÊN ME JI BO KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD, BÛNE REHBER’
Temel di dewama axaftina xwe de ev tişt jî got, “Me bi zanebûna ku em xwedî pêşengên li hemberî mirinê serî netewandine, xebatên xwe domand. Şehîdên me ji bo kedkarên Çapemeniya Azad, bûne rehber.
Ji Cengîz Altûn heya Ferhat Tepe, ji Ferhat Tepe heya Huseyîn Yildirim, ji Huseyîn Yildirim heya Apê Mûsa, ji Apê Mûsa heya Gurbetellî Ersoz û Huseyîn Aykol, hemû şehîdên çapemeniya azad weke heqîqeta domandina çapemeniya azad wê ji me re bibin ronahî.”
‘ÇAPEMENIYA AZAD LI HEMBERÎ DÎROKA ZILM Û KOMKUJIYÊ BÊ NAVBER TÊKOŞIYA’
Tayîp Temel diyar kir ku Çapemeniya Azad ji roja ava bûye heya niha li hemberî sansur, zext û bandorên neyînî yên girtinan ên li ser bîra çapemeniyê ya bê navber mohra xwe li dîrokeke bê navber daye û ev yek anîn ziman:
“Ger hûn li hemberî hêza ku li dijî wê têdikoşin têkçûnê qebûl nekin, hûn ê dîroka xwe û ya hûn nûnertiya wan dikin binivîsin. Ji ber wê yekê Çapemeniya Azad li hemberî zext, zilm û dîroka komkujiyê ya dewletê; bi îradeya têkoşîn, hebûn û destpêkirina ji nû ve mohra xwe li dîrokeke bênavber daye.’’
‘JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD DIVÊ ÇAPEMENIYA KURD NIRXÊN HEVPAR HEBIN’
Tayîp Temel piştre têkildarî ziman û rola Çapemeniya Kurd a li ser bilindbûna dengên yekîtiya neteweyî ya li çar perçeyên Kurdistanê û ji bo ku bigihîje encamekê ev yek anîn ziman:
‘’Ji aliyê Kurdan ve dema ku roja îroyîn berawirdiyek tê kirin, em dikarin têkildarî tiştên ku desthilatdaran anîne serê me gelekî tiştan bibêjin. Rastiyeke me ya gel a ku bi dehan caran komkujî lê hatine kirin û tim û tim bi gefa komkujiyê jiyaye heye.
Roja îroyîn jî Kurd, di encama têkoşîna xwe de xwe îspat kiriye. Bi taybet jî rastiya Rojava, rastiya Başûrê Kurdistanê, têkoşîna li Bakur û Rojhilat tê meşandin ji aliyê yekîtiya neteweyî ya Kurdan ve gelekî girîng in. Dîsa di êrîşên dawîn ên li ser Rojava de Kurdan hem di qada polîtîk de hem jî di qada çapenemiyê de dîmeneke yekgirtî pêşkêşî cîhanê kir ku ev yek jî gelekî girîng bû. Divê em Rojava ji aliyê yekîtiya neteweyî ya Kurdan de deynin cihekî cuda.
Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku çapemeniya Kurdan çapemeniyeke yekpare ye. Helbet weke egera demokrasiyê dibe ku rexne hebin; ev yek girîng e. Ev yek me lawaz nake berovajî wê me bi hêztir bike. Ji bo ku li herêmên xwe bi gelên din re bi awayekî wekhev û demokratîk bijîn divê nirxên hevpar ên çapemeniya Kurd hebin.
‘DIVÊ EM PIRSGIRÊKÊN ÇAPEMENIYA KURD BI TEVAHÎ NÎQAŞ BIKIN Û BIRYARÊN PRENSÎBÎ BISTÎNIN’
Ji bo ku ziman, çand û nasnameya gelê xwe bi awayekî azad bijî divê di çarçoveya van nirxan de tevbigere. Ji bo bidestxistina mafên demokratîk divê em bizanibin pirsgirêkê derveyî berjewendiyên şexsî û rêxistinî bigirin dest. Her wiha divê em têkildarî hin mijaran werin li ba hev û li ser pirsgirêkên çapemeniya Kurd nîqaşan bikin û di hin xalan de biryarên prensîbî bistînin. Ev yek wê têkoşîna Kurdên li hemû perçeyan xurt bike.’’
‘ÇAPEMENIYA DESTHILATDARIYÊ DI MIJARA PÊVAJOYÊ DE BERÊ CIVAKÊ NADE CIHEKÎ BAŞ’
Tayîp Temel piştre nêrîna çapemeniya desthilatdarî û muxalefetê ya li Tirkiyeyê ya li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rexne kir û got ku li hemberî pêvajoyê gelek kêmasiyên çapemeniya Tirk hene û ev yek anîn ziman:
‘’Em nikarin tevahiya çapemeniya Tirk di heman çarçoveyê de binirxînin. Ji ber ku hem çapemeniya desthilatdariyê heye hem jî ya muxalefetê. Lê belê bi taybetî dema ku em li zimanê êrîşkar ê çapemeniya nêzîkî desthilatdariyê dinêrin, em dibînin di mijara pêvajoyê de weşangeriyeke baş nake. Ji ber vê yekê em weke rewşeke neyînî dinirxînin. Dibe ku zimanekî rexneyî hebe; lê belê em dikarin bibêjin ku ji vê yekê wêdetir zimanekî êrîşkariyê heye. Ev yek jî ji aliyê rojnamegeriyê ve rewşeke xirab e. Hêviya me ew e ku biçûk jî be ger hêviya aştî, çareserî û demokratîkbûyînê hebe divê çapemenî têkariyê bike. Welatekî demokratîk di heman demê de tê wateya çapemeniyeke azad. Divê em ji bo vê yekê bixebitin.’’
‘DIVÊ ÇAPEMENIYA AZAD DI VÊ SERDEMÊ DE NÎQAŞÊN CIDÎ BI RÊ VE BIBE’
Tayîp Temel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Çapemeniya Azad di vê serdemê de nîqaşeên cidî bi rê ve bibe û ev yek anîn ziman:
‘’Divê Çapemeniya Azad di vê serdemê de hem teknîka nû hem jî rojnamevantiya serdema nû nîqaş bike ku ev yek gelekî girîng e. Erê em teknîkê bi kar bînin lê belê dema ku em vê yekê dikin divê prensîbên me hebin divê yasayên me yên exlaqê çapemeniyê hebin. Rewşeke wisa ye ku êdî însan nivîsên xwe bi hişê çêkirî didin nivîsandin û vê yekê bi awayekî rehet tînin ziman. Ev yek jî yek ji wan nîqaşan e. Hê gelek meseleyên din hene. Teknolojiya rahihandinê bi lez pêş dikeve û bes ne Çapemeniya Azad, tevahiya çapemeniyê ji bo xebatên prensîbî hewcehî bi nîqaşên nû, bibandor û qaîdeyên nû heye.’’

