Têkildarî malbatên koçber ên ji Girê Spî ku li bajarê xwe rastî êrişan hatin, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên li dijî koçberên Girê Spî yên Kurd, şewitandina milk û seyareyên wan ji hêla hinek koman ve, şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş ne bûyerên normal an êrişeke li hember kes an milkan e, ev êriş şantajeke xeternak a li dijî aştiya civakî, êrişa li ser bingeha jiyana hevbeş, hewldana avakirina tirsê û rakirina baweriya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de ye.
TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz kir ku ji bo rawestandina van êrişan ew destwerdaneke lezgîn bikin, parastina pêwîst ji bo koçberên ku dê vegerin malên xwe dabîn bikin, hesab ji hemû kesên ku van kiryaran dikin bixwaze, vegera koçberan a bi ewle û bi rûmet misoger bike, her wiha daxwaz kirin ku ji bo rêgirtina ber van kiryaran rêkarên zelal pêk bînin û ji bo reva ji cezakirina ya êrişkaran sînorekî deyne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rakirina ala Sûriyeyê rewabûnê nade tu kesî ku êrişî şêniyan bike, binpêkirinê normal nake û vî sûcî nake xebateke niştîmanî, kesên ku kiryarên xwe yên şovînist di bin sembolên niştîmanî pêk tînin, xizmeta yekkirina Sûriyeyê nakin, ew navê wê reş dikin û gefan li girêdana civakî dixwin, rê li ber parçebûn û destwerdanên derve vedikin, divê ala Sûriyeyê bibe sernavê wekhevî, edalet û hevkariyê.
Hat diyarkirin ku domandina van kiryaran û nehesabxwestina ji sûcdaran, wê bihêle bandora tişta heyî kûrtir bibe, baweriya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê nemîne, ji bo pêvajoya cidî ya entegrasyonê û lihevkirina niştîmanî astengî werin avakirin, entegrasyona rastî ne bi ferzkirina hêzê û pêkanîna dûrxistin pêk tê, ew bi naskirineke wekhev, dabînkirina mafê neteweyî û demokratîk, rêzdariya li hemberî îradeya hemû pêkhateyan û avakirina hevkariyeke niştîmanî pêk tê.
TEV-DEM`ê da zanîn ku divê demildest hikumeta veguhêz tevbigere û bang li şêniyan kir ku bi berpirsyartî tev bigerin û diyar kir: “Têkbirina van planan daxwaza girêdana bi yekrêziyê, pêşxistina hevgirtina civakî, domandina têkoşîna siyasî û demokratîk pêk tê.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helwesta hikumeta veguhêz a li hemberî van êrişan wê asta daxwaza wê ya avakirina Sûriyeyeke nû ji bo hemû pêkhateyan diyar bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê mafên gelê Kurd û rûmeta wan kêm neyê dîtin, avakirina Sûriyeya demokratîk pirrengî û nenavendî ya li ser edalet, hevkarî û naskirina mafê hemû pêkhateyan rêya rastî ya ji bo pêkanîna yekbûna welat e.

