Hevseroka Zanîngeha Kobanê Xezne Îbrahîm têkildarî sardana şandeya Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ya li Zanîngeha Kobanê pêk anî, ji ANF’ê re axivî.
Xezne diyar kir ku şande ji bo entegrekirina zanîngehê hatibûn û got, komîte ji aliyê beşên hiqûqê, Rêveberiya Zanîngeha Helebê û Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind ve hate şandin û got: “Nîqaşa bi şandeyê re hate kirin ku zanîngeha Kobanê bibe şaxek ji zanîngeha Helebê. Di civîna ewil de, lihevkirin çênebû.”
Xezne Îbrahîm got: “Me û meclîsa zanîngehê bi hev re civînek lidar xist û em gihîştin sê encaman: Ya ewil, zanîngeha Kobanê bibe şaxeke ji zanîngeha Helebê. Ya duyem, zanîngeha me serbixwe be. Ya sêyem, saleke veguhestinê bidin da ku zanîngeh xwe ji entegrekirinê re amade bike.”
Xezne ragihand ku dema ku zanîngeha Kobanê pêşniyarên xwe kir, piştî du û sê seet şûnde jî Hevyazbendina giştî hat ragihandin û ti cih ji nêrîna zanîngeha Kobanê re nehîştibûn û got: “Di navbera pêşniyarên me û hevyazbendiyê de tenê çend seet bûn, gelek beşên girîng li Kobanê hatin rakirin, me jî weke zanîngeh me hevyazbendiya xwe ragihand û hemû biryar û nêrînên xwendekaran jî me nivîsand. Daxwaza xwendekaran bi taybet jî yên beşê zanistî, mafnasî û endezyarî bû. Xwendekarên ku berê dixwînin di salên xwe yê duyem û sêyem de jî dê li Kobanê xwendina xwe dewam bikin.”

