Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Toprak: Di bingeha polîtîkayên mêtinkariyê de asîmîlasyon heye
Çand û Hûner

Toprak: Di bingeha polîtîkayên mêtinkariyê de asîmîlasyon heye

Lêkolîner Veysî Toprak bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên rûxîner ên li ser çanda Kurdî û destnîşan kir ku tunekirina muzîk û zimanê Kurdî di nava yekem armancên serweran de ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Di van salên dawiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî çand û zimanê Kurdî gelekî zêde bûne. Veysî Toprak ê lêkolîner ku bi salan e li ser mijarên weke govendên gelêrî yên Kurdî û muzîka Kurdî dixebite, dibêje; ‘’Rêya tunekirina gelekî, bi tunekirina nirxên madî û manewî yên aîdî wî gelî ye. Ji bo gelê Kurd jî ev yek di sedsala dawî de wiha bûye.’’ Lêkolîner Veysî Toprak têkildarî polîtîka û zextên li dijî çanda Kurdî ji ANF’ê re axivî.

Veysî Toprak da zanîn ku wêrankariya li Kurdistanê polîtîkayeke dewletê ye û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’Rûxandina nirxên madî, hiştina di binê avê de û dizîn û birina wan, bûyeke yekem hedefa serwaran ku ev yek weke polîtîkayeke dewletê, ji aliyê dewletê ve hatine sepandin. Nirxên çandî yên manewî yên weke Heskîf û bendava wê, jîngeh Qenterayê, Bendava Ataturkê, Girkê Heciya, Xirabreşk (Girê Mirazan)  û kolandinên Wan Ûrartûyan folklora wî gelî ye. Yanî nîşaneyên têkildarî jiyana hemû hebûnan in. Hêmanên vê yên sereke muzîk, ziman û govend in. Bûye yekem armanca serweran ku van nirxên gelê Kurd ji holê rakin.  Bi taybetî jî li erdnigariya Bakurê Kurdistanê ev polîtîkayên tunekirin û talankirinê di sedsala dawî de zêde hatine sepandin û hê jî  ji aliyê dewletê ve tên sepandin.’’

Toprak destnîşan kir ku çar hêmanên sereke yên muzîka Kurdî hene û da zanîn ku ev, xemgînî, govend, şer û kar in.  Veysî axaftina wiha berdewam kir: ‘’ Li seranserê cîhanê hêmanên hemû gelan yên ku struktûra ahenga muzîkê dewlemend dikin, weke hev in. Lê belê ev hêman li gorî terzejiyan û rewşa civakî ya gelan diguherin. Çar hêmanên ku struktûra ahenga muzîka Kurdî ava dikin û diyar dikin jî; xemgînî, govend, kar û xebat in.

Pergala dengî ya muzîka Kurdî ji 17 navberên neyeksan yên oktavekê pêk tê. Di vê pergalê de sê navberên hemû dengên tam hene û navber ji 4, 3 û 2 henaseyan pêk tên. (Ev pergal bi sed salan e, heye. Bo nimûne, di lêkolîna 36 kevirên ku  serdema Hûriyan de li derdora Efrînê li Ras Şamayê (Ûgarît) hatine dîtîn, ku du kevir ji aliyê prefesorê Zanîngeha Kalîforniyayê Anne Draffkorn Kilmer û Dumbril ve hatine deşîfrekirin.  Her wiha di salên 1935-36’an de bilûra ku li derdora Rihayê hatî dîtin jî di sala 1937’an de ji aliyê Françis Galpin ve hatiye deşîfrekirin û hatiye îspatkirin ku pergala perdeyê ya vê bilûrê û kîtabeyan weke hev in.)

Ji ber taybetmendiyên kirtikên qirikê ku bi keys û fonetîka zimanî ya herêmî pêk tê,  dema ku mirov li awazan dinêre fêm dike ku ew awaz xwedî ruhekî Kurdî ye.’’

HÊZÊN SERDEST ZILMA  HERÎ MEZIN LI ZIMAN Û  MUZÎKÊ DIKIN

Veysî Toprak di berdewaniya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e polîtîkayên tunekirina çandê li dijî gelê Kurd dide meşandin û got: ‘’Polîtîkaya zilmê ya herî mezin  û dijwar ya hêzên serdest li hemberî gelên bindest disepîne, polîtîkayên li ser ziman û çandê ne.  Çimkî ev  ziman û muzîk, hêmanên sereke yên çandî ne û em dizanin ku tişta ku hebûna mirovan îspat dike, çand bi xwe ye.  Her wiha avakarên çandê jî însan bi xwe ye. Însanên ku çanda wan tê dagirkirin, bi demê re dev ji axaftin, nivîsandin û muzîka bi zimanê xwe berdidin.  Bi zimanê serdestên xwe stranan distrên, helbestan dinivîsin û ji axaftina zimanê dagirkeran kêfxweş dibin.  Mixabin ku ev rewş a niha bi awayekî zêde di nav gelê me  de heye. Li Tirkiyeyê ev polîtîka bi salan e li ser gelê Kurd tê meşandin. Dema ku Komara Tirkiyeyê hate avakirin, serokên komarê bi gotina; ‘Divê êdî her tişt bi Tirkî be, jiyan bi Tirkî xweş e û yekîtî wê bes bi Tirkî pêk were’’ tev digeriyan. Van polîtîkayên rûxîner bandoreke mezin li gelê Kurd kir. Di dîrokê de bi sedan hunermend û zanyarên navdar weke Tirk, Ereb û Ecem hatin pênasekirin. Ku mînakên wan gelek in. Bo nimûne;  Di salên B.Z 154-222’yan de di serdema Qral Avger (Abger)  de hunermend û zanyar Bardaysan ku navdartirîn hunermendê Minbicê ye,  berhemên muzîkê yên Sasaniyan yên di navbera salên P.Z 224-642’yan de, di sala 743’yan de Îbrahîm Mehdî Mûsilî, di sala 765’an de Yûnûs Al Katîp, di sala 767’an de Îshaq Mûsilî, di navbera salên 801-873’yan de Îshaq Yaqûb ( Alkindi), Hammad Mûsilî, Ziryab, di sala 856’an de Yehya Elî, Muhammed’ul Katîb Arbîlî, di sala 923’yan de Muhammed Riza, diroknasê muzîkê Îsfahanî (897-976), Allahî, Ahmed Serahsî, Şukrullah Beg Arapgîrî ( 1388-1464), di sala 1642’yan de Yûsûf Nabî, Bedrî Şivanî, Bedrî Dilşad, Safîûddîne Ûrmîyeyî, Abdulqadirê Mergeverî (1360-1435) Şukrullah (1216- 1294) Abdulazîz Çelebî, Mehmet Çelebî û neviyê Abdulqadir Mergeverî, Mahmûd Çelebî. Van kesan li qesrên Bexda, Herat û Osmangazîyê xebatên muzîkê kirine û li vir pergala muzîka Kurdî û yên Osmanî, Farisî û Erebî anîne li ba hev.  Îro deme ku em li struktîra meqamî ya Muzîka Hunerî ya Tirkî ku ev gotineke şaş û sosret e,  dinêrin, bi tenê navê meqameke ku bingeha wê Tirkî ye, tune ye. Bingeha hemûyan bi Kurdî ye.  Navên bi Kurdî piştre bi navên bi Erebî û Farisî re hatine guhertin.  Bo mînak; Zîrefken û Saba bi du navên cuda hatiye binavkirin.

DI BINGEHA POLÎTÎKAYÊN MÊTINKARIYÊ DE ASÎMÎLASYON HEYE

Toprak diyar kir ku polîtîkayên zîhniyetên mêtinkar xwe dispêrin asîmîlasyonê ku ev yek ji bo dewleta Tirk jî derbasdar e û lê belê vê zîhniyetê nekariye di nava civaka Kurd de vê yekê bi awayekî tam bi dest bixe û ev yek anîn ziman: ‘’ Gotina Konfuşyûs a; ‘Ger tu bixwazî gelekî tune bikî, destpêkê tu yê muzîka wî gelî û piştre jî zimanê wî gelî tune bikî’  gelekî girîng e.  Zîhniyetên dagirker yên ev gotin esas girtine, ji bo hemû gelan heman polîtîka meşandine. Beriya ku Komara Tirkiyeyê were avakirin jî ev zîhniyet serdest bû lê belê ji ber ku çanda Kurdî gelekî xurt bû, nekarî vê yekê zêde pêk bîne. Di sala 1930’an de bi giştînameyekê walî hatin wezîfedarkirin û xwestin ku polîtîkayên asîmîlasyonê zêdetir bilezînin. Naveroka beşeke vê giştînameyê bi  vî rengî ye; ‘Divê neyê jibîrkirin ku hin hêmanên weke cilûberg, awaz, lîstik, dawet û kevneşopiyên civakan hisîyatên netewî û nijadî tim zindî digirin. Ji ber vê yekê divê li gel zaraveyan divê ev hêmanên dijber weke hêmanên zirardêr werin dîtin û navên kesên ku bi wan zaravayan diaxivin bo Tirkî werin guhertin, navên di nifûsê de werin sererastkirin.  Her wiha giştîname bi vê xalê bi dawî dibe; ‘Bi kurtasî Tirkîkirina van hêmanan, wezîfeyeke netewî û  girîn ya her Tirkekî ye.’

MUZÎKA KURDÎ BI DESTÊ KURDAN HATE ASÎMÎLEKIRIN

Toprak  baş kişand ser meyldariya gelê Kurd ya ji bo muzîkê û polîtîkayên asîmîlasyonê û got: ‘’ Dema ku Komara Tirkiyeyê hate avakirin, bi destê hin kesên  Kurd  hate sepandin. Li gelek bajaraên Kurdan, hin Kurdên ku awazên bi Kurdî ji bo Tirkî wergerandin, derketin holê.  Yek ji van kesan jî Celal Guzelses ê ji Amedê bû ku Guzelses bi salan bi Hesen Cizîrî û M. Arif Cizîrî re hevaltî kiriye û vî kesî hem ji herêmê û hem jî ji van her du hunermendan bi dehan awazên ku bihîstine, bo zimanê Tirkî wergerandine. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya niha kesên weke; Celal Guzelses, Mûkîm Tahir, Kel Hamza, Cemîl Cankûrt, Abdulvahît Kûzecîoglû, Mahmut Guzelgoz, Kazanci Bedîh, Nûrî Sesîguzel, Îzzet Altinmeşe, Bedrî Ayselî, Atakan Çelîk, Mûazzez Turung, Guler Dûman, Mehmet Ozbek, Recep Kaymak, Mehmet Erenler, Beşîr Kaya, Mahsûm Kirmizigul, Emrahê Biçûk, Ozcan Denîz, Guler Işik, Şeymûs Kaya, Emîn Tûrgay, Bekçî Bako, Kazanci Bedîh, Selahattîn Erorhan, Mukerrem Kemertaş, Nerîman Altindag Tufenkçî, Abdûrahman Kizilay, Ayşe Şan, Nîzamettîn Arîç, Salîh Dalgin, Silvanli Ahmet, Selahattîn Alpay,  Celal Yarici û Bûrhan Çaçan di serî de li Amed, Riha, Mûş, Mêrdîn, Erzirom, Meletî, Dîlok, Mereş, Semsûr, Wan, Dersîm, Sêwas, Agirî, Qers, Elezîz û Kerkûkê bi hezaran awazên Kurdî wergerandine Tirkî, xwendine û tomar kirine. Her wiha hem di TRT’yê de  hem jî di saziyên din de hatine diyarkirin ku awaz aîdî kijan herêmê ne û ev talan û asîmîlasyon hê jî berdewam dike.’’

850 AWAZÊN KURDÎ BO TIRKÎ HATIN WERGERANDIN

Toprak da zanîn ku li Tirkiyeyê yekem xebatên berhevkirinê di sala 1916’an de dest pêkiriye û di encama van xebatan de ku navenda wan Stenbol e, 850 awazên Kurdî bo Tirkî hatine wergerandin û axaftina wiha berdewam kir: ‘’ Yekem xebata berhevkirinê di sala 1916’an de ji aliyê Darûl Elham a (Konservatûar) li Stenbolê ve hatiye kirin û di vê xebatê de li bajarên Kurdistanê 850 awaz hatine berhevkirin. Piştî salên 1980’yî jî êdî hewceyî bi xebatên berhevkirinê nema û hema bibêjin li hemû bajarên kesên ku ev yek di çarçoveya berjewendiyên xwe yên şexsî de dikirin, derketin holê.  Em dikarin weke mînak navên weke; Beşîr Kaya, Celal Yarici, Salîh Dalgin û Sîlvanli Ahmet bidin. Her wiha kesên weke Ruhî Sû û Ferruh Arsûnar jî di bin navê Enstitûyên Gundan de gelek awazên Kurdî berhev kirine. Hin awaz ji aliyê van kesan ve û hin awaz jî ji aliyê Wezareta Çandê ve hatine deşîfrekirin û bo Tirkî hatine wergerandin û tomarkirin. 

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GOVENDAN

Toprak  destnîşan kir ku divê were zanîn ku di bingeha êrîşên li dijî govendê yên vê dawiyê de ruhê govendê heye û da zanîn ku govend ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û divê pênaseya govendê baş were kirin û wiha pêde çû: ‘’  Di demên dawî de li dijî govendên Kurdî êrîşek heye.  gelo sedema van êrîşan çi ye?  Hewceyî bi bersivdayîna vê pirsê nine ku mirov bizanibe ku govend ruhê  xwe ji ku distîne, wê bizanibe ku sedema van êrîşan çi ye. Em dikarin govendê weke; ‘Tevgerên birêkûpêk û bipîvan yên ji aliyê kesekî yan jî komekê ve bi amûreke muzîkê yan jî bi devkî nîşandana bûyer, kêfxweşî û xemgîniya nirxên çandî yên civakê ye’ pênase bikin.’’

GOVEND HESTÊN NETEWÎ NÎŞAN DIDIN

Tu bûyerên çandî nikare bi qasî govend û lîstikên gelêrî hemû keneşopiyan weke gilokekê bîne ba hev û girêdanekê di navbera wan de ava bike.  Di tevahiya dîrokê de ferasetên olî, bûyerên weke çarenûs, fikrên têkildarî gerdûnê, daxwaz, hez, evîn, hestên lehengî, hesreta cudabûnê, bereket, xemgînî û afetê tim bi rêya govend û lîstikên gelêrî hatine watedarkirin. 

QONAXÊN GOVENDÊ

Veysî Toprak da zanîn ku di nava gelê Kurd de aliyên cuda yên govendê hene û hemû gevend ne weke hev in û cudahiyên di navbera govendan de bi vî awayî  pênase kir:

‘’Govendên Şerî: Ew govend in ku îro li bajarên weke Amed, Bedlîs, Çewlîg û derdora wan tê lîstin. 

Govendên Evînî: Ew cure govend e ku li hemû deverên Kurdistanê bi navên cuda tê gerandin û xwedî terz û pîvanên cuda ye. Bo nimûne; Pêşbûk, Şemamê, Şewko û hwd.

Govendên Olî: Ew govend in ku bi taybetî di mezhebên Êzidî û Elewîyan de di merasîmên olî de tên lîstin. Ev govend di nava civakên Cihû de jî tê gerandin. Di mezhebên Sunî de jî weke îbadetên zikrî bi awayên cuda  derdikevin pêşiya me. 

Govendên Hilberîn û Çandiniyê: Lîstikên weke Pale, Têşî û Bêrî yên nîvteatral in.

Piştî van pênaseyan miron pê derdixîne ku hêzên desthilatdar çima êrîşî li govendên me dikin.  Çimkî ziman û nav biguhere jî peyamên ku govend didin naguherin û nikarin werin guhertin jî.  Ji ber vê yekê polîtîkayên serweran ên dejenere û deformasyonê li hemberî govendan bê bandor in. Weke tekane çareserî serî li qedexekirina didin wê ji van qedexekirinan jî encama ku hêvî dikin, bi dest nexin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Zewicandina keçên neh salî, metirsîdar e û divê rê lê bê girtin’
Nûçeya Pişt re Tankera petrolê ya li peravên Yemenê bû hedefa êrîşê, hîn jî dişewite
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qurbaniyên fermanê tên bibîranîn

Bi boneya salvegera fermanê li herêmên bakur û başûrê Şengalê çalakî û merasîmên bîranînê didomin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê dayin

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî (SES) Bekîr Topran bal kişand ser pirsgirêkên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rast nîne ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya ceza û efûkirinê de bê nîşandan’

Fatma Bostan Unsal got, rast nîne ku hikumet meseleya Kurd di çaçroveya efû û ceza…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?