Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çukurova TUHAY-DER: ‘Azadiya girtiyên jin nabe bê taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe
Jin

Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna jinan a li Qersê de axivî û got, “Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Qersê, bi sernavê “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Hevdîtina Jinan” li otleke Qersê civînek pêk anî.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamentera Wanê Gulderen Varli, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn. Tulay Hatimogûllari di civînê de axivî.

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku li dijî şerê li Rojhilata Navîn, aştî û jiyana bi hev re pêdiviyeke jiyanî ye û got: “Yên ku bi cudahiyên xwe dizanin bi hev re bijîn, herî baş ew dizanin banga aştiyê tê çi wateyê. Em girîngiyeke mezin didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Îro Rojhilata Navîn bi sedsalan e bi şeran xwîn jê diçe. Filistîn, Libnan, Iraq, Îran, Efganistan, Kurdistan, Tirkiye û hwd. ev der hemû ji ber şer û pevçûnan dinalin. Hêzên emperyalîst bi dijberkirina gel û baweriyan, polîtîkayên xwe yên mêtingeriya nû dimeşînin. Sedema herî mezin a ku em dixwazin banga birêz Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk mezin bikin ev e, avakirina aştiyê li Tirkiyeyê, dawî anîna li şer û di heman demê de xurtkirina pira xwişk-biratiyê ya di navbera gelên Rojhilata Navîn de bi rengekî ku tu carî neyê hilweşandin, şert e.”

Tulay Hatîmogûllari, li ser pêvajoya demokratîkbûnê û bandora wê ya li ser hêviyên civakê jî wiha axivî û wiha domand: “Birêz Bahçelî bangewaziyek kir, yanî hewildanek wî çêbû. Piştre di 27’ê Sibata sala borî de birêz Ocalan têkildarî çareseriya pirsgrêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bangeke dîrokî kir. Banga aştî û civaka demokratîk. Piştre pêvajoyek dest pê kir. Di pey re li meclîsê komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê xebatên xwe bi dawî kirin û raporek pêşkêşî meclîsê kir. Tevahiya Tirkiyeyê li benda gavên qanûnî û şênber bû. Lê di pêvajoyê de hinek xitimandin çêbûn, ev rast e. Em wekî jin, ji bo derbaskirina van xitimandinan bi taybetî hewl didin. Her ku ev pêvajo dirêj dibe, baweriya gel a bi encameke erênî jî hinekî lawaz dibe. Ji derveyî lobiyên şer, her kes aştiyê dixwaze. Kî dibêje bila şer berdewam bike? Kî dibêje bila mirin hebe? Lê dewlet û desthilatdarî heta niha tu gavên berbiçav neavêtine. Ji ber ku gav nayên avêtin, baweriya bi aştiyê hinekî qels bûye.”

Tulay Hatîmogûllari, aştî şiband “karê derziyê” ku bi ked û sebreke mezin tê avakirin û wiha got: “Em ê aştiyê mîna karê derziyê bi sebir û bi keda destan, hûrik hûrik biafirînin. Ez silavên xwe ji Dayikên Aştiyê yên bi laçikspî re dişînim ku tevî hemû êş û windahiyên xwe, tu carî dest ji aştiyê bernedan. Du roj in Dayikên Aştiyê li Enqereyê li meclîsê bi hemû partiyan re hevdîtinan dikin û daxwaza aştiyê dikin. Wan laçikên spî yên ku bi karê derziyê hatine xemlandin diyarî serokên partiyan kirin. Karê derziyê, karekî bi wate ye. Li welatê me wekî pîşe tê kirin; min bi xwe jî pir çêkiriye. Sebreke mezin dixwaze. Aştî jî wisa ye. Peyama dayikan ev bû. Em jin di jiyanê de her tiştî bi hûrgilî ava dikin. Ez bawer dikim ku em ê aştiyê jî bi vê hûrgiliyê, bi vê qahîmbûnê û bi vê ronahiya çavan li ser vê axê nexş bikin.”

Hevdîtin piştî axaftinan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QERS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin
Nûçeya Pişt re Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana li dijî darvekirinan di hefteya 77’an de ye

Kampanyaya “Rojên Sêşemê ji Darvekirinan re Na” bi tevlîbûna Girtîgeha Yezdê belavî 48 girtîgehan bû.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan

Li Helebê bi hezaran kes komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Xebat Kobanê: Gaziyê evîndarê saz û stranan

Gazî Xebat Kobanê yê her du lingên wî felc in, saza xwe mîna parçeyek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?