Gurlek li Edeneyê civîna çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku wê di sala 2028’an de hilbijartinên Serokkomariyê bê kirin.
Gurlek ragihand ku berpirsyariyên girîng di pêvajoya hilbijartinê de dikeve ser milê rêxistinên partiyê û ji wan xwest ku li qadê bi welatiyan re danûstandinan bikin.
Wezîr Gurlek got, “Di sala 2028’an de ji bo jinûve hilbijartina Birêz Serokkomarê me wê hilbijartin bê kirin. Di vê mijarê de berpirsyariyên gelekî girîng dikeve ser milê rêxistinên me, endamên rêxistinên me yên hêja, hevalên me yên dozê û hevrêyên me.”
Gurlek her wiha îdîa kir ku benameya siyasî ya AKP’ê ya bi navê “Sedsala Tirkiyeyê” divê bi lîderiya Serokkomar Erdogan bê dewamkirin.
Daxuyaniya Gurlek rojek piştî daxuyaniya Serşêwirmendê Serokkomar Mehmet Ûçûm hat. Ûçûm anîbû ziman ku hilbijartinên Serokkomariyê wê 16’ê Nîsana 2028’an de bê kirin ku ev dîrok ji ber salvegera referandûma ji bo hilbijartina Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê ye, xwedî wateyeke sembolîk e.
LI GORÎ GURLEK PÊVAJO DI ASTEKE XWEŞ DE YE
Wezîrê Edaletê Gurlek di civîna li Edeneyê de mijara pêvajoyê jî nirxand. Gurlek îdîa kir ku di pêvajoyê de ew gihîştine “qonaxeke xweş” û anî ziman ku piştî tasfiyeya rêxistinê û çekdanînê ew li bendê ne ku sererastkirina qanûnî ya hate amadekirin bikeve meriyetê. Her wiha diyar kir ku Paketa Dadgeriyê ya 13’emîn wê meha Cotmehê pêşkêşî Meclîsê bê kirin.

