În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pasdarên Îranê amadekariya êrîşê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya destpêkê ya Apoyiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraqê: Deriyên sînor ên Welîd û Rebîe wê 24 saetan vekirî bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Yekîtîya Gelê Kurd wê bi Agirê Newrozê re gur û geş bibe
Rojane

Yekîtîya Gelê Kurd wê bi Agirê Newrozê re gur û geş bibe

Dîroka Kurd û Kurdistanê niha pir zelal tê xwendin û fêmkirin. Em weke netewe û xelkên li derveyî me jî dikarin dîroka me ya ji agir bixwînin. Me weke Kurdên resen û hemdem binasin, hebûna me qebûl bikin. Em weke netewe deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Newroz roja nû ye. Roja têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê ye. Li her qada ku cejna neteweyî Newroz tê pîrozkirin, ruhê yekîtiyê û rêxistinbûna neteweyî bi têhna agirê berxwedanê re gur û geştir dibe. Her sal di heyva Adarê de dayika xweza rengê xwe geş dike. Bi xeml û xêza xwe ya bedew hemû zindiyan dike xwedî ruh û wan zindî dike.

Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd roja serkeftin û azadiyê ye. Roja rizgariya ji zilm, zordarî û tundrewiyê ye. Di Newrozê de tevahî Kurd dibin yek, li meydanan bi reng û dengê xwe cejna berxwedanê pîroz dikin. Nexasim jî di wan rojên Newrozê de xwezaya Kurdistanê û çiyayên wê fistanê hêviyê li xwe dikin, ronahiyê didin hemû Rojhilata Navîn û cîhanê jî.

Newroz her sal dibe bidawîbûna demsala zivistana dijwar ya bi sir, seqem. Bi hatina heyva adarê re her hebûn zindî dibe û rengê xwe diguhere. Newroz dibe rûkeniya li ser hinarokên mirovên bedew û azadîxwaz.

Di vê pêvajoyê de şêrejin û mêrxasên Apoyî bi ruhê berxwedana Newrozê ji bo gelê wan were parastin, bibe xwedî statu û nasname di nav amadebaşiyan de ne. Azadîxwaz jî li çiyayên Kurdistanê bi coşa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn dikin û hewl didin ji banga Rêber Apo re bibin bersiv. Jin û ciwanên Kurd evîndarên azadiyê ne. Soz dane Rêber Apo, şehîdan, gel û mirovahiya pêşverû wê heya hênasa xwe ya dawiyê têkoşîn bikin.

Di demsala biharê de hemû kanî û rûbar diherikin. Weke ava zemzemê ruh didin hemû hebûnan. Bi xwe re gul, kulîlk û beybûnên çiyayî geş dikin. Gelê Kurd jî her sal di 21’ê Adarê de bi kelecan û hestên dewlemend agirê Newroza xwe ya niştimanî geş dikin, roja xwe ya rizgariya neteweyî bi bîr tînin. Bi mîlyonan Kurd bi cil û bergên xwe yên gelêrî li dora agirê Newrozê govendê digirin, çanda xwe ya resen nûjen dikin.

Gelê Kurd ji bo vê roja qedîm û bi wate gelek berdêlên giran dane û hîn jî dide. Ez di şexsê Kawayê Hemdem û pêşengê berxwedana zindanê Mazlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim, li beramberî mezinahî û pîroziya wan bejna xwe ditewînim, soza xwe ji wan qehreman û pêşengan re nû dikim. Kawayê hesinkar bi çakûçê xwe serê zalimê kastîk Dehaqê parçe dike û agirê Newrozê li ser keleha Nînowa geş dike. Ji wê rojê ve Newroz weke roja berxwedan, serketin û têkoşîna li hember zilmê tê pîrozkirin.

Rêber Apo jî di rojeke Newrozê de dest bi têkoşîna azadiyê ya heya roja me ya îro bi hemû bandor û heybeta xwe didome kir. Rêbertî bi dil û can ji bo hebûn û serfiraziya gelê Kurd barekî pir giran da ser milên xwe û şoreş da destpêkirin. Niha jî em derbasî sala şoreşê ya 53’yan bûne.

Dîroka Kurd û Kurdistanê niha pir zelal tê xwendin û fêmkirin. Em  weke netewe û xelkên li derveyî me jî dikarin dîroka me ya ji agir bixwînin. Me weke Kurdên resen û hemdem binasin, hebûna me qebûl bikin. Em weke netewe deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in. Ji bo em deynê xwe bidin, divê bi şev û roj em kar û xebat bikin. Ji bo em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger bikin û sozên xwe bînin cih, divê em qet nesekinin, timî di nav têkoşîn û berxwedanê de bin. Rêber Apo em weke netew ji xewa sedsalan şiyar kir, em kirin xwedî guh û çav. Ji bo em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê pêş bixin û bigihînin serketinê em ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo tekez bi serketinê tacîdar bikin. Yekîtîya Gelê Kurd wê bi agirê Newrozê re gur û geş bibe. Careke din Newroza her Kurdên bi rûmet pîroz be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê
Nûçeya Pişt re DYE, ji bo petrola Îranê bi rengekî demkî destûra standinê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Perspektîfa ku Rêber Apo ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand

Em perspektîfa Rêber Apo diweşînin ku ji Kongreya 12'emîn a PKK'ê re hate şandin û…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-ÇAND Ewropayê di Roja Şanoyê de hunermendên şehîd bi bîr anî

TEV-ÇAND Ewropa, bi wesîleya 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û di şexsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Canpolat: Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin

Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat anî ziman ku tecrîd ji aliyê hemû gelan ve tê hîskirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Trump dîsa gef xwar û got, ‘serketin nêz e’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pasdarên Îranê amadekariya êrîşê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya destpêkê ya Apoyiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?