Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn
Kurdistan

Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

Li Şengalê gerîlaya YJA-Starê Doga Pîrdogan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve bi merasîmekê hate bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Gerîlaya YJA-Starê Doga Pîrdogan a ku di 13’ê Îlona 2021’an de li herêma Garê di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bû, li Şengalê bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ve li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate lidarxistin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê, Sozdar Şengalî axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya berxwedana jinên Êzidî û rola şehîdan a di parastina civakê de.

Sozdar Şengalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka fermanan a civaka Êzidî û wiha got: “Dîroka me tijî fermane û her dem ferman li ser civaka me hatine kirin. Lê ji niha û şûn de tu kes nikare civaka me ji xwe re bike kole û kengî bixwaze fermanê li ser me pêk bîne. Di baweriya me ya Êzidî de, kesê ku li ser ol û baweriya xwe canê xwe bide, şehîd û pîroze.”

Şengalî destnîşan kir ku şehîdên mîna Doga Pîrdogan xwe ji xweliyê fermanê ava kirine û wiha dewam kir: “Ev hevalên me bê dudilî canê xwe ji bo civaka xwe didin. Divê gelê me bizanibe ku ev ciwan ji bo parastina vê civakê canê xwe feda dikin. Êdî em gihîştine wê baweriyê ku eger em xwe bi xwe neparêzin, tu kes parastina me nake. Ma yên ku di dema fermanê de digotin ‘em ê we biparêzin’, her kesî dît ka çi bi serê gelê me de anîn. Ji bo ku ferman dubare nebin, divê em li zarokên xwe yên di nava têkoşînê de xwedî derkevin û hêzên xwe hîn mezintir bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Sozdar Şengalî qala têkoşîn û keda Şehîd Doga Pîrdogan kir û got: “Hevala Doga li Şengalê xwedî kedeke diyar bû. Di nava xebatên rêxistinkirina gel de cihê xwe girt û bi daxwazeke mezin tekoşiya. Ew yek ji wan lehengên serhildêre ku di dîroka gelê me yê Êzidî de bi destê xwe navê xwe nivîsandiye. Heta ku civaka Êzidî hebe, dê Hevala Doga neyê jibîrkirin. Em şopdarên rêya wan in.”

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sinevizyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Doga Pîrdogan, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin
Nûçeya Pişt re Li Fransayê qanûna radestkirina berhemên talankirî hate qebûlkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCDK-E: Berxwedana jinê îlhamê dide cîhaneke nû

KCDK-E’yê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, “8’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên ÎHD’ê

Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Hate tekez…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdê QSD’ê Kamîran bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Komando yê QSD'ê şehîd Kamîran Til Temir (Salim El Salim) li Şehîdgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?