Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 13’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 sendîkayên ser bi DÎSK’ê li Kartalê mîtînga karkeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Xwedîderketina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê erka me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Zanîngeha Rojava: Sînordarkirina Kurdî nayê qebûlkirin
Rojava

Zanîngeha Rojava: Sînordarkirina Kurdî nayê qebûlkirin

Zanîngeha Rojava bang kir ku biryara sînordarkirina qada perwerdeyê ya Kurdî li berçav were derbaskirin û perwerdeya bi du zimanî (Kurdî-Erebî) were dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Zanîngeha Rojava-Qamişlo derbarê biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin daxuyanî da û got: “Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye û di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin.”

Daxuyanî wiha ye:

“Zanîngeha Rojava biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin, derbarê kêmkirina demjimêrên dersên zimanê Kurdî ji bo sê dersên heftane, ji nêz ve dişopîne. Di vê çarçoveyê de, zanîngeh bi rêya nirxandina xwe ya akademîk û perwerdeyê tekez dike ku ev rêkar paşveçûnek e ji modêla perwerdeyê ya pejirandî û gaveke ber bi paş ve ye ku pêşketina berdewam a pergala perwerdeyê ya li herêmê di van salên borî de asteng dike.

Di 12 salên borî de ezmûneke zanistî û meydanî ya giştgir li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûye, ku tê de pergala perwerdeyê ya berfireh hate avakirin û zimanê kurdî wek zimanê sereke yê perwerde û lêkolînê di hemû astên perwerdeyê de hate pejirandin. Bikaranîna zimanê dayikê tenê bi beşên wêjeyî û mirovî re sînordar nema, lê dersdayîna hemû zanistên hûr, bijîşkî û sepandî -wek bîrkariyê, fîzîk, kîmya û endazyariyê- li gorî bernameyên zanistî û pîvanên akademîk ên pêşketî girt nav xwe.

Cudakirin û sînordarkirina zimanê perwerdeyê di sê dersên heftane de û ragirtina wî weke beşeke zimanî ya duyemîn, li dewsa ku bibe bingeha sereke ya dersdayîna mijarên zanistî, encamên neyînî yên perwerdehî û akademîk bi xwe re tîne, mîna:

– Kêmkirina şiyana têgihaştin û analîzkirinê ya xwendekaran bi rêya qutkirina wan ji jîngeha wan a zimanî ku zêdetirî 12 salan e tê de veberhênana zanistî kirine.

– Destberdana ji jêrxane û destkeftiyên akademîk ên ku bi rêya hewldan û çavkaniyên perwerdehiyê di dirêjahiya 12 salên tevahî de hatine avakirin û pêşxistin.

– Piştguhkirina pîvan û peymanên perwerdeyê yên navneteweyî ku tekez dikin perwerdeya bi zimanê dayikê faktora sereke ye ji bo misogerkirina kalîteya perwerdeyê û pêkanîna nûjenî û ramana rexneyî.

Ji bo rastkirina rêgeha perwerdeyê, zanîngeh tekez dike ku çareseriya akademîk a çêtirîn ne di sînordarkirina zimanekî li ser hesabê zimanekî din de ye, lê di îmkana pejirandina modêla perwerdeya duzimanî de ye. Ev modêleke zanistî û di asteke cîhanî de sepandî ye. Derfetê dide dersdayîna zanist û mijarên sereke bi her du zimanên Kurdî û Erebî mil bi mil, bi awayekî ku parastina mafên zimanî û çandî yên xwendekaran misoger dike, ast û şiyana wan a zanistî û ragihandinê bilind dike, her wiha pireke yekbûna akademîk û neteweyî ava dike li dewsa polîtîkayên dûrxistin û kêmkirinê.

Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye. Di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin û amûreke sereke ye ji bo misogerkirina aramiya proseya perwerdeyê û pêşxistina lêkolîna zanistî. Her wiha ji bo avakirina pergaleke perwerdeyê ya giştgir û domdar pêdivî bi xurtkirina pirzimanî û pejirandina bernameyên perwerdeyê yên giştgir heye.

Li ser vê bingehê, Zanîngeha Rojava bang li aliyên peywendîdar dike ku biryara navborî ya ku qada perwerdeya bi zimanê Kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îzlandiyan ji nû ve destpêkirina danûstandinên endamtiya YE’yê red kirin
Nûçeya Pişt re Ji bo Mehdî Zana merasîm: ‘Em ê xwedî li têkoşîna wî derbikevin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê dozeke navneteweyî li dagirkeriyê bê vekirin’

Gelê Kantona Firatê diyar kir ku ew dikarin bê av û kehrebe jiyan bikin, lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê ji 11 partiyan banga ‘aştî’ û ‘yekîtiyê’

11 partiyên siyasî yên li Kantona Reqayê li pêşiya Deriyê Bexdayê yê li rojhilatê bajêr…

Ji aliyê Stêrk TV

Keskîn: Divê Nîmet Tanrikûlû jî wek Remzî Çalişan bê tehliyekirin!

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ji bo tehliyekirina mafparêz Nîmet Tanrikûlû serlêdan kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê 281 şehîd bi çalakiyeke hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 13’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?