Di referanduma ku li Îzlandayê hat pêkanîn de gel ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) got ‘na’. Li gorî encamên dawiyê ji sedî 52,8’ê hilbijêr dengê ‘Na’ û ji sedî 47,2’yan jî dengê ‘erê’ bi kar anîn.
Dengdan ne rasterast ji bo endamtiya YE’yê, lê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bû. Di rewşa derketina ‘erê’ de, dê ji nû ve destpêkirina danûstandinên hikûmetê yên bi Brukselê re bihata rojevê.
Encama referandumê ji bo kesên ku li benda vegera Îzlandayê ya li ser pêvajoya endamtiya YE’yê bûn, wek gava paşde avêtin hat nirxandin. Her çend têkiliyên aborî û siyasî yên nêz bi YE’yê re hebin jî, welat ji mêj ve ye ji endamtiya tam dûr disekine.
Îzlandayê di sala 2009’an de serlêdana endamtiya YE’yê kiribû, lê bi taybetî ji ber nakokiyên li ser masîvanî û serweriyê, danûstandin paşê hatibûn rawestandin.
Di kampanyaya referandumê de jî masîvanî bû mijareke girîng. Dijberên YE’yê gumanên ku endamtî dê kontrola welat a li ser çavkaniyên masîvaniyê û serweriya biryardanê ya neteweyî kêm bike, kir. Alîgirên YE’yê jî diyar kirin ku endamtî dê îstiqrara aborî û bandora siyasî ya li Ewropayê zêde bike.
Şerê li Ûkraynayê û daxuyaniyên Serokê DYE’yê Donald Trump ên li ser Gronlandê jî nîqaşên ewlehî û jeopolîtîk di referandumê de derxistin pêş.

