26 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmekê hatin bîranîn. Bîranînê bi merasîma leşkerî destpê kir û piştre wesîqeya 26 şehîdan hate xwendin.
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Gulo li bîranînê axivî û got, “Em bi saya xwîna şehîdan hene. Me di rêya Rêber Apo de xwe nas kir. Ji wê demê heta niha dewleta hov, gotin me Kurd kirine çalan û ser wan girtiye. Lê Rêber Apo Kurdên mirî zindî kirin, me berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Ji bo parastina nirxê xwe. Îro berxwedaniya li çiyayê azad, dewleta Tirk her roj digot ez ê PKK’ê tune bikin. Em tune nebûn, em zêde bûn. Bi komployek navneteweyî Rêber Apo xwestin Kurdan tune bikin. Lê gelê Kurd rabû ser piyan ji bo azadiya xwe û welatê xwe serî rakirin. Dema şoreşa Rojava destpê kir, dewleta Tirk bi hovane êriş kir. Lê van lehengan li ber xwe dan. Ev welat gav bi gav bi berxwedaniyek mezin saziyên xwe ava kir û bû hêz. Ji mezinan heta biçûkan qetil kirin. Em xilas nebûn. Ji ber em Kurd in, ev welatê me ye, emê li ber xwe bidin. Ji bo wê îro li bajarê Qamişlo bajarê şehîdan, dayîkên şehîdan şêr anîn. Çawa Mazlûm Dogan di girtîgehê de got berxwedan jiyan e, em jî dibêjin berxwedan jiyan e. Heta Rêber Apo rizgar nebe, em azad nebin emê doza şehîdan bidomînin. Soz bi Rêber Apo û şehîdan em ê li ber xwe bidin.”
Endama Kordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî şehîd bi bîr anîn û got: “Di vê roja girîng de, herêm di pêvajoyek xeternak de derbas dibe. Lê bi hevgirtina gelên herêmê ku xwedî li şehîdan derdikeve, ev bi serê me nameyek e. Hişyariyek e ji kesên ku dixwazin vî mîrasî binpê bikin. Kesên ku bixwazin destdirêjiya nirxê me bikin, dê peyam û bersiva me jî ev be. Em bi rêz û hêz xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Cîhan giştî dengdarên van şehîdan in. Yên ku ev gel parast. Kes nikare îtifaqiyan li ser rûmeta me çêbike. Mixabin hinek kesên nizanim çi nav lê bikin êrişî nirxê me dikin. Hikumeta veguhêz berpirsyar e, bêdengiya wê nîşan dide ew berpiryar e. Li hemberî jin, xeta jin êriş dikin. Dê hesab ji van kesan bê xwestin. Jin pêşeng bû û dê hesab ji van jî bixwaze. Em soz didin pêvajoya Rêber Apo dest pê kiriye û entegreya niha didome bi ser bixin. Her çendî êriş hebin û dixwazin vê projeyê bin bixin jî, emê vê projeyê bi ser bixin. Yê ku ev proje pêş xistin şehîdên me ne. Em jî soz didin wan têkoşîna xwe bilind bikin. Em soza xwe nû dikin, ji bo xwedîderketina şehîdan hertim li ser piyan bin.”
Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk, Hevserokê wê Mele Mihemed Xerzî jî axivî û sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest.
Mihemed Xerzî got: “Îro em şehîdên me yên beriya dayîka xwe çûne û ew pey dayîkên xwe çûne, dayîkên ku saxin em sersaxiyê ji wan re dişînin. Peyame şehîd ji gel re, dibêje ji doza azadiyê venegere. Dibêje eger xwîne min we neke yek hûnê kengî bibin yek. Dibêje ji yekîtiya gelan a Rêber Apo pêşkêşkiriye venegerin.
Şehîd ji dagirkeran dibêje, ma tu bawer dikî min tûne bikî. Her şehîdek diçe malbateke din pey dikeve. Dibe tu min tune bikî, lê tu nikarî doza min tune bî.”

