Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê, rol û mîsyona xwe pêk anîn’
Rojane

‘Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê, rol û mîsyona xwe pêk anîn’

Yuksel Genç û Huseyîn Kuçukbalaban ku vekişîna PKK'ê ji qada Tirkiyeyê nirxandin, diyar kirin di serî de Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurd ji bo aştiyê erkên xwe yên li ser wan dikeve pêk anîne û divê dewlet jî gavên pêwîst biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Ligel tecrîta Îmraliyê ya li ser Rêber Apo, di meha Sibatê de “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” kir. Piştre 12’emîn Kongreya PKK’ê, şewitandina çekan û herî dawî biryara vekişîna PKK’ê ji qada Tirkiyeyê çêbûn. Bi taybetî, mafê hêviyê ya ji bo Rêber Apo û gavên ku divê Tirkiye biavêje, koordînatora Lêkolînên SAMER’ê Yuksel Genç û hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ji ANF’ê re nirxandin.

Koordînatora Lêkolînên SAMER’ê Yuksel Genç got ku Rêber Apo û PKK’ê hemû gavên pêwîst ji bo selametiya pêvajoyê avêtine; lê belê civak bi têra xwe baweriyê bi desthilatdarî, Meclîs û muxalefetê nayne û wiha got:

“Civak, her çiqas hîn jî piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê jî, di derbarê serkeftin û encamdana vê pêvajoyê de bi temkîn nêz dibe. Li ser bingeha encamên xebatên me yên berê em dikarin bibêjin ku civak, di derbarê rol û mîsyonên nûnertiyên wekî desthilatdarî ya heyî, muxalefet û Meclîsê de, di pêşberî pêvajoyê de, zêde pê ne bawere.

Mînak, nebaweriya herî mezin li hemberî desthilatdariyê tê dîtin; pişt re muxalefet û Meclîs tê. Ji ber vê yekê, di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de aktorên siyasî yên herî bi bandor, di nêrîna civakê de têgihîştina ‘rol û mîsyonên xwe bi têra xwe pêk naynin’, astengiyek girîng ava dike.

Ev rewş, yek ji sedemên sereke yê ku astengiyê çêdike ku diwarê baweriya civakî were derbaskirin. Daneyên me bidestxistine nîşan didin ku birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê rol û mîsyonên xwe pêk anîne. Li hemberî desthilatdarî, muxalefet û Meclîsê jî pê bawernebûn heye ku ew karê xwe pêk naynin û gel bi temkînî nêzî wan dibe.”

‘KOMÎSYONA MECLÎSÊ PROFÎLEKÊ KU BENDAWARIYAN PÊŞWAZÎ NAKE RABER DIKE’

Yuksel Genç bal kişand ser bendewariya kêm a gel li hemberî komîsyona çareseriyê ya li Meclîsê hatiye damezrandin û wiha got:

“Rolê ku ji Meclîsê û komîsyona hatiye damezrandin, bi tiştên kut ê jiyandin re hev û du nagirin. Bendewariya ji Meclîsê û komîsyonê ya ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî erênî xurt bike pir kêm e.

Di gel de nêrîneke pir bi hêz heye ku desthilatdarî, muxalefeta sereke û Meclîs rolên xwe bi têra xwe pêk naynin. Gel wekî sedem nîşan dide ku gav bi hev re nayên avêtin. Ji bo ku astengiya pêbawernebûnê were derbas kirin, pêwîst e gav bi hev re werin avêtin. Şansa serkeftina pêvajoyeke ku baweriya civakî tê de nayê peydakirin her tim lawaz e.”

Yuksel Genç got ku piştî deklarasyona dîrokî ya Rêber Apo ya meha Sibatê, gavên ku baweriyê bidin nehatine avêtin û wiha ragihand:

“Di şertên normal de, piştî deklarasyona dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan, pêwîst bû gavên ku baweriyê bidin civakê werin avêtin. Piştî biryara devjêberdana çekan jî herkes bendê bû ku gavên berbiçav û şênber werin avêtin. Bi rastî di şertên normal de, piştî çêbûna ji hev bawerbûnê pêwîst bû kiryarên berbiçav hebin. Pêwîst bû li Tirkiyeyê gavên ku pêvajoyê hêsan bike, xurt bike û baweriyê bide civakê werin avêtin; lê belê tê fêmkirin ku ev bi têra xwe nayên dîtin.

Biryara ku di 12’emîn Kongreya PKK’ê de hat girtin jixwe biryarên dîrokî ne. Ji ber vê yekê, biryarên pir radîkal hatin girtin ku gotinên beka û parçebûnê yên ku tirsa civakî ya li ser PKK’ê ava dikin vala derxistin. Wê demê bi rastî profîlek hebû ku gavên pir xurt were avêtin, lê dewletê gav neavêt.

Şewitandina çekan, nîşaneya cidiyet û dilsoziya pêkanîna biryarên hatine girtin bû. Duh jî wekî tê zanîn vekişîn hat ragihandin. Pêwîst e bê gotin ku vekişîn bi serê xwe qonaxek pir girîng e. Ji xeynî vê, PKK’ê di vî warî de helwestek pir fedakar nîşan da. PKK, li hemberî mekanîzmayên komployê yên ku dibe ji wan derkevin, bi temamî ji holê rakir. Xuya ye ku pêşî li hemû çavkaniyên ku pêvajoyê provoke bike û ji wan derkevin girtiye.

Ji ber vê yekê, heger desthilatdarî piştî van gavên cidî yên ku ji bo selametiya pêvajoyek bi vî rengî fedakariyê din ava xwe de dihewîne, gavên cidî neavêje, ev rewş dê bibe sedem ku têkiliya civakê ya bi pêvajoyê re lawaz bibe û pê bawer nebûna li hemberî desthilatdariyê zêde bibe.

‘DIVIYABÛ BI DEKLARASYONA SIBATÊ RE MAFÊ HÊVIYÊ YÊ BIRÊZ OCALAN BIHATA NASÎN’

Yuksel Genç anî ziman ku pêwîst bû ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo bi deklareya Sibatê re bihata nasîn û Rêber Apo wekî muzakerevanê sereke ya ku pêvajoyê bi rê ve bibe bihata dîtîn û wiha lê zêde kir:

“Piştî Deklareya Sibatê, bi rastî pêwîst bû ku mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan bihata naskirin û rola wî ya muzakerevanê serekê yên di şertên adil de pêk bihata. Ji deklarasyonê vir ve, pêwîst bû berdana girtiyên siyasî pêk bihata, berdana girtiyên nexweş, guhertinên di qanûna înfazê de û rakirina qanûna têkoşîna li dijî terorê wekî paqijkirina riyê û hemû gavên ku baweriyê zêde dikin pêk bihata. Lê belê ev heta niha nehatin kirin.

Heger ev tedbîr û guhertin pêk bihatana, PKK’ê li şûna ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişîne, bi bêçekbûbûya û dibe ku beşdariya jiyana civakî ya li Tirkiyeyê ya ji bo guhertina jiyana siyasî jî bifikiriya. Lê belê ji ber kêmbûna mîsogeriyê, şansa pêvajoyê ya ku di qadên siyasî û civakî de guhertinên xwestî pêk bîne sînordar dimîne. Ev rewş jî dibe sedem ku guhertin ne li hundirê bajaran, li derveyî sînoran berdewam bike.”

‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban jî got ku piştî pêvajoya 2013-2015’ê, di heşt salên derbasbûyî de, Tirkiyê çareseriya pirsgirêka Kurd bi temamî ji polîtîkayên ewlehiyê re hîşt. Kuçukbalaban got ku di sala 2024’an de bi banga Rêber Apo pêvajoyek muzakereya cidî destpê kiriye û wiha ragihand:

“Heger em ji Cotmeha 2024’an vir ve bigirin, tê dîtin ku pêvajoyek muzakereya cidî destpê kiriye. Hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re û banga birêz Ocalan pir girîng bû. Piştre, di Gulanê de biryara devjêberdana çekan hat dayin. Şewitandina çekan ji aliyê PKK’ê ve di Tîrmehê de û damezrandina komîsyonekê jî ev pêvajoyê watedar kir.

Ev pêşveçûn, ji bo rêveçûna aştiyê hêviyê dide; lê belê di 11 salên derbasbûyî de, mixabin di derbarê civakîbûn û gavên ku divê desthilatdarî biavêje de pêşveçûnek têr nayê dîtin.

Dema PKK’ê got çekên xwe şewitandiye û dev jê berdide, pêwîst bû dewlet gavên qanûnî yên li gorî vê biavêta. Endamên rêxistinê yên ku dev ji çek berdidin dê çawa tevlî jiyana civakî bibin? Rewşên ku ew ê rastî bên û helwestên ku ew ê bigirin hîn jî ne diyar e. Her çiqas demeke dirêj derbas bûbe jî ev mijar tê paşxistin û hîn jî gavek pêwîst nayên avêtin.

Biryara PKK’ê ya derketina ji derveyî Tirkiyeyê û daxuyaniya duh pir girîng e. Ev daxuyanî, nîşan dide ku birêz Abdullah Ocalan û PKK -aliyê Kurd- di derbarê aştiyê de çiqas israr û dilsoz in. PKK, tevfgerek siyasî ya ku di sala 1999 û 2013’an de jî biryara derketina ji derveyî Tirkiyeyê daye ye.”

‘DIVÊ DEWLET OPERASYONAN BI DAWÎ BIKE’

Kuçukbalaban got ku li hemberî biryara vekişîna PKK’ê, pêwîst e dewlet jî operasyonên xwe yên hundir û derveyî sînor rawestîne û wiha got:

“Bi daxuyaniya duh re herî kêm hat dîtîn ku komek vekişiya ye û niha çenebûna pevçûnekê cihê dilxweşiyê ye. Di hefteya derbasbûyî HPG’ê daxuyaniya xwe de got ku operasyon didomin û metirsiya temasekê heye; eger vekişîn temam bûbe ev rîsk kêm bûye. Lê belê eger vekişîn didome, pêwîst e tedbîrên zêdetir werin girtin.

Pêwîst e helwesta dewletê ya ku operasyonên xwe yên hundirê sînorên xwe û derveyî sînor didomîne were nirxandin. Ji bo ewlehiya welat û serkeftina pêvajoyê, pêwîst e operasyon di qonaxekê de kêm bibin û gavên ku dijwariyê kêm dikin werin avêtin.

Niha pêwîst e pêvajo lezek bigire û bi biryardarî were birêvebirin. Ji rêxistineke ku xwe fesih dike û biryara vekişînê dide, êrîşeke operasyonel çêkirin tu wateya xwe tune ye.”

‘LI HEMBERÎ MAFÊ HÊVIYÊ YÊ BIRÊZ OCALAN BENDEWARIYEK HEYE’

Huseyîn Kuçukbalaban got ku pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Apo pêdiviyek hiqûqa navneteweyî ye jî û wiha berdewam kir:

“Ji aliyekî din ve jî li hemberî mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan bendewariyek heye. Ev, di heman demê de pêdiviyek hiqûqa navneteweyî ye jî. Pêdiviyek Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ye jî. Ji ber ku Komîteya Wezîran, di derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan û çend girtiyên din de -di çar dosyayan de- biryarek da ku mafê hêviyê were rêkûpêk kirin. Mixabin Tirkiye, ji sala 2014’an vir ve, di derbarê vê binpêkirina di çarçoveya maddeya 3’ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de, rêkûpêkirinek neanî Meclîsê û di pêkanînê de jî îradeyek nîşan neda.”

‘DIVÊ RÊKÛPÊKIRINÊN QANÛNÎ ZÛ BIBIN’

Kuçukbalaban ragihand ku di girtîgehên Tirkiyeyê de bi hezaran girtiyên siyasî hene û pêwîst e rêkûpêkirinên qanûnî zû pêk bên:

“Niha em dibêjin ‘bêçekkirin’; em dixwazin militanên li çiyê tevlî jiyana civakî bibin, jiyana xwe bidomînin. Lê belê ji aliyekî din ve di girtîgehan de, zêdetirî çar hezar girtiyên siyasî bi cezayên muebbet a girankirî hatine cezakirin. Ji ber endamtiya rêxistineke ku xwe fesih kiriye bi cezayên ewqas giran hatine cezakirina ewqas kesan naye qebûlkirin. Di vî warî de pêwîst e rêkûpêkirineke acîl were kirin.

Rewşa girtiyên nexweş jî mijareke cuda ye û pêwîst e bi lezgînî were çareserkirin. Bi taybetî bi mafê hêviyê destpê bike, rewşa girtiyên siyasî û girtiyên nexweş û rêkûpêkirinên li ser tevlîbûna militanên ku dev ji çek berdidin rêkûpêkirin pêwîst in. Li Tirkiyê pêvajoyê ku pêdivî bi guhertina zihniyetek cidî û rêkûpêkirinên hiqûqî heye.

‘DIVÊ KOMÎSYONÊN HEQÎQET Û RÛBIRÛKIRINÊ WERIN DAMEZRANDIN’

Parêzerê Mafên Mirovan Kuçukbalaban got ku ji bo derxistina berpirsyarên êşên berê pêwîst e komîsyonên heqîqetê werin damezrandin û wiha ragihand:

“Şêwaza pêkanîna qanûnên terorê, sepanên kayyûm û bêçareseriya pirsgirêka Kurd, li ser welat trajediyên aborî, civakî û mirovî yên cidî ava kiriye. Jenosîd, komkujî, gorên komî, gundên valakirî û kuştinên ne diyar hene. Ev hemû rûberûkirina bi rabirdûyê û avêtina gavan zarûrî dike. Ji ber vê yekê pêwîst e komîsyonên heqîqet û rûbirûkirinê werin damezrandin.

Di qonaxa îro de her çiqas di warê rawestandina pevçûnan de qonaxek hatibe bidestxistin jî, ji bo aştiya mayînde pêwîst e gavên pir berbiçav werin avêtin. Di çarçoveya hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re li Meclîsê komîsyonek hate damezrandin; lê belê hîn bingehek qanûnî ya vê komîsyonê tune ye, ji ber vê yekê ji bo mirovan jî ewlehiyek tune ye. Komîsyon hîn bi Ocalan re hevdîtinek pêk neaniye; pêwîst e ev hevdîtin were kirin. Ev, aliyekê kêmasî ya pêvajoyê ye.

Her wiha, pêwîste bi komên ku dev ji çek berdidin re hevdîtin were kirin. Sedemên ku ev kes çima nayên Tirkiyeyê û beşdariya wan a muhtemel li pêvajoyê pêwîste were nirxandin; lê belê ev jî nehat kirin. Gelek siyasetmedarên ku derketine derveyî welat hene; hinekan endamê parlamentoyê, hinekan şaredar in. Girîng bû ku nêrînên van kesan were girtin; lê belê ev jî hate îhmal kirin.”

‘PKK’Ê GAVÊN HERÎ WATEDAR ÊN KU DIKET SER WÊ AVÊTIN’

Huseyîn Kuçukbalaban biryara vekişîna PKK’ê ji qada Tirkiyeyê ji bo pêşxistina pêvajoyê wekî gavek pir girîng nirxand û wiha got:

“Di encamê de, daxuyaniya duh ji bo ku pêvajo dîsa lez bigire gavek girîng bû. Em wekî Komeleya Mafên Mirovan, ev pêşveçûn pir watedar û giranbiha dibînin. Lê belê serkeftina vê pêvajoyê ne tenê bi daxuyaniyên bi vî rengî ve girêdayî ye; pêwîst e dewlet jî gavên berbiçav biavêje.

Biryara vekişîna PKK’ê û fesihkirina xwe, bi rastî pêşveçûnek e ku riya siyaseta demokratîk vedike. Niha ji aliyekî pêwîst e gavên ku divê dewlet biavêje were gotûbêj kirin, ji aliyê din ve pêwîst e rêxistinên civaka sivîl, sendîka û siyaseta sivîl bi awayekî xurtir xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin.

Ev, firsendek e; şansek e. Berpirsiyariyên her kesî hene: Gavên ku divê dewlet biavêje, peywirên ku civaka sivîl û siyasetê bigire ser milê xwe hene.”

‘DIRÊJKIRINA TEZKEREYA ŞER DIJÎ AQIL Û MANTIQÊ YE’

Kuçukbalaban biryara Tirkiyeyê ya 3 salên din dirêjkirina tezkereya Iraq û Sûriyeyê wekî delîla ku Tirkiye hîn jî bi nêzîkatiyeke ewlehiyê li pirsgirêka Kurd dinêre nirxand û wiha got:

“Dirêjkirina tezkerê nîşan dide ku dewlet bi rastî hîn jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi temamî dev ji polîtîkayên ewlehiyê bernedaye. PKK’ê nîşan daye ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn -li Iraqê, Sûriyeyê û hundirê Tirkiyeyê- ne metirsî ne. Dema ku partiyên siyasî yên Kurdan ên li parçeyên cuda wekî rêxistina terorê binav dikin û bi vê hincetê tezkerên leşkerî derdixin, bêguman ev tiştêkî ku li dijî aqil û mantiqê ye.

Em dixwazin dîsa bibêjin ku ev ne rast e. Kurd êdî li vî erdnîgariyê ji bo Tirkiyeyê, Anatoliya û Rojhilata Navîn ne pirsgirêka ewlehiyê ne; mîsogeriya pêkanîna ewlehiyê gel in. Daxwaziyên nasname û çandê yên van gelan kirina hinceta şer rast nîne. Polîtîkaya îmhakirin û înkarkirin polîtîkayeke şer e; em difikirin ku niha pêwîst e dev ji vê were berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê sersaxî ji malbata El Henşel ê bi qezayekê wefat kir re xwest
Nûçeya Pişt re Li Şengalê şehîd hatin bibîranîn: Li Şengalê jiyan bi saya şehîdan pêkan bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rodriguez: Kontrol di destê me de ye, Trump: Wê 50 milyon warîlên petrolê bidin

Serokdewletê demkî yê Venezuelayê Delcy Rodriguez nerazîbûnên xwe nîşanî gotina Trump ya ‘’DYE êdî kontrola…

Ji aliyê Stêrk TV

Li çiyayê Hesandinê ji bo qereqol û madenê rê tê çêkirin

Li çiyayê Hesandin ê li navçeya Pasûrê ya Amedê, ji bo çêkirina qereqolê rê tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûrê Lubnanê endamên El Fetîhê çekên xwe radestî artêşê kirin

Li Kampa Penaberan a Raşîdiye ya li başûrê Lubnanê, komên çekdar ên ser bi tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?