Li Colemêrgê piştî maça Galatasaray-Amedsporê ya 7’ê Mijdarê hate lîstin, polîsekî nîşaneya gur çêkir û heqaretên zayendî kir. Welatiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Li ser vê yekê gelek polîs hatin cihê bûyerê û êriş birin ser welatiyan. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dest bi lêpirsîna bûyerê kir.
Di çarçoveya lêpirsînê de vê sibehê li gelek taxên Colemêrgê yên weke Pehlîvan, Gazî, ûlak, Keklîkpinar, Yenîmahalleyê serdegirtin li malan hate kirin. Di serdegirtinan de 10 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li Colemêrgê.

