Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bûyerên li Dersimê diqewimin dewama polîtîkayeke dîrokî ye’
Rojane

‘Bûyerên li Dersimê diqewimin dewama polîtîkayeke dîrokî ye’

Akademîsyen Îsmet Konak anî ziman ku dosya Gulistan Dokû nabe ku ji polîtîkaya dîrokî ya li hemberî Dersimê cuda bê nirxandin û got, "Aqlê mêtinger pederşahî û êrişkar e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi dosya Gulistan Dokû re polîtîkayên bi salan e li dijî Dersimê têne meşandin careke din ketin rojevê. Li bajêr ku kuştina jinan, mirina bi guman, polîtîkayên sîxurkirinê, bêkarî û koçberî tê nîqaşkirin, xizanî di asta herî bilind de ye. Li vî bajarî ku ji salên destpêkê yên komarê û vir ve li kiryarên cuda rast hat, polîtîkayên heman rengî tê meşandin.

Akademîsyen Îsmet Konak anî ziman ku polîtîkayên li hemberî Dersimê daîmî ne û destnîşan kir ku ji bo herêm serî li ber rêveberiyê bitewîne, bikeve bin kontrolê dewlet bi salan e dixebite û ev yek ji armancên bingehîn ên dewletê ye. Konak diyar kir ku gelek partiyan, hikumetan, fîgurên siyasî, amîrên milkî û kadroyên leşkerî ji bo serxistina vê armancê rê û rêbazên cuda bi kar anîn û anî ziman ku hin bûyerên di vê demê de diqewimin jî dewama vê xeta dîrokî ye. Konak ragihand ku mekanîzmaya sûc û têkiliyên hêzê yên di bûyera kuştina Gulistan Dokû de derketin holê, dewamiya polîtîkaya terbiye û tepisandinê ye ku ji sala 1848’an û vir ve li ser herêmê tê ferzkirin. Konak destnîşan kir ku bûyerên diqewimin yek ji dikên lîstika kolonyalîst e.

WALÎ JI BO PÊK ANÎNA MÎSYONA DÎROKÎ YA DEWLETÊ HATIBÛ ERKDARKIRIN

Konak têkildarî waliyê wê demê Tûncay Sonel got, “Ew ne ji bo birêvebirina Dersimê, lê ji bo pêkanîna mîsyona dîrokî ya dewletê hatiye erkdarkirin.” Konak diyar kir ku îdiaya ku burokrasî, îdareya milkî, yekîneyên ewlehiyê yên li bajêr ligel zanîngeh û nexweşxaneyê di vê bûyerê de cih girtine “îfadeyeke eşkere ya dorpêça kolonyalîst e” û wiha axivî: “Ne tenê Gulistan Dokû, kuştina Rojwelat Kizmaz, Esra Kiliçarslan û kuştinên din ên ku ser wan hatiye girtin, nikarin weke bûyerên dadî an jî bûyerên din bên şîrovekirin. Gotina ‘Dêrsim serê xirabiyê ye, divê bê paqijkirin’ a ku demê berê hatibû gotin, îro jî bandora xwe didomîne. Tiştê ku ji sala 1848’an û vir ve divê bê islahkirin ne Dêrsim e, hişmendiya kolonyalîst bi xwe ye. “

HIŞÊ MÊTINGER HER TIM ÊRÎŞKAR E

Konak bal kişand ser xwezaya hişmendiya mêtinger û got, “Hişê mêtinger di cewherê xwe de hişekî pederşahî (baviksalar) e û her tim êrîşkar e.” Konak diyar kir ku ev têgihiştin bi prensîba “masiyê mezin masiyê piçûk dixwe” tevdigere û anî ziman ku di dirêjahiya dîrokê de li dijî xwezayê, ziman, jinan û kedkaran pêkanînên wek hev hatine kirin. Konak bal kişand ser salvegera Komkujiya Ermeniyan û îdia kir ku waliyê Amedê yê wê demê Dr. Mehmet Reşîd bi zanebûn hatiye erkdarkirin û bi rêya hevkarên herêmî pêvajo hatiye meşandin. Konak diyar kir ku gotina “Jinan nekujin, wan ji xwe re mahr bikin” ya di wê serdemê de hate gotin, mînakeke “rehma baviksalarî” ye.

WALÎ SONEL, RÛYÊ KENAN EVREN Ê ÎRO YE

Konak anî ziman ku têgihiştineke wiha di bûyerên Dersimê yên 1937-1938’an de jî hatiye dîtin û got, “Gelek keçên Dêrsimî kirin ‘xizmetkar'”. Konak destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê leşkerî, di heman demê de polîtîkayeke endezyariya civakî bû û mînakên zarokên ku ji malbatên wan hatine qutkirin da û got: “Sekîne Kankotan ji axa xwe hat qutkirin û şandin bajarekî din. Mînakên bi vî rengî neynika polîtîkayên serdema Komarê ne. Jiyana Sekîne Evren bi rastî kurteya paradigma Kurd a komarê ye.”

Di nirxandinên xwe yên derbarê roja îro de jî Konak diyar kir ku hin rêveber “rûyên îro” yên fîgurên berê ne. Konak got, “Qeyum-walî Tûncay Sonel, sûretê îro yê Pîrînççîzade Feyzî Beg, Kazim Orbay û Kenan Evren e. Ev nav alaya wan hildigirin. Tiştên ku bi serê Gulistan Dokû ve hat dewamiya hişê baviksalar ê kevneşopî ye.”

HER KES DI NAV REWŞA BÊDENGIYÊ DE YE

Konak di nirxandinên xwe yên li ser avahiya civakî de jî wiha got: “Yek ji taybetmendiyên diyar ên dewletên unîter çêkirina civakeke anonîm e. Taybetmendiya herî berbiçav a vê avaniyê rewşa bêdengeyê ye. Di 6 salan de piraniya gelê Dersimê vebijartî ye ku di nav vê rewşê de bimîne.” Konak diyar kir ku hinek îdia di nav civakê de tên zanîn lê bi eşkere nayên gotin û got, “Kes ji vê rewşa tevlîhev dernakeve û hewl nade ku bi zelalî behsa kuştinê bike.”

DARAZ WEKÎ QADA SÎRKÊ ROLA XWE DILÎZE

Konak rexne li akademîsyenan jî kir û bal kişand ser bêdengiya derdorên zanîngehê û got, “Akademîsyenên ku serî tewandin e zanist nabe.” Konak parast ku ev rewş hilberîna zanistî lawaz dike û diyar kir ku li şûna ramana rexneyî serîtewandinê cih girtiye. Konak di nirxandina xwe ya têkildarî pêvajoya darazê de jî got: “Pesnên giran ê Serdozger û Wezîrê Dadê tê dayin. Gelo heman daraz û mekanîzmaya dadê 6 salan li benda çi ma? Gotina ‘Dad bingeha milk e’  û paşê dînamîtkirina wê bingehê û dû re gotina ‘me sererast kir’ û serî li manevrayên siyasî dan, qet baweriyê nade. Weke di her qadê de, di ‘ronîkirina’ vê kuştinê de jî pragmatîzmek heye. Desthilatdariya siyasî ji bo otorîteya xwe xurt bike û bîra civakê biguherîne, serî li her cûre lîstikên Elî Cengîz dide. Daraz êdî mîna qadeke sîrkê ye, desthilatdarî jî rola canbaziyê dilîze. Êdî tehamula civakê ji tevgerên akrobatîk re nemaye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê NÎSANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Pêvajo wê têkoşîna sosyalîzmê bilind bike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Banga Abdullah Ocalan dibe ku negihêje 15’ê Sibatê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku banga Rêber Apo ya tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana Karataş ê ku 30 sal in girtî ye, cara sêyemîn hate taloqkirin

Girtiyê siyasî Ramazan Karataş ku 30 sal in girtî ye, cara sêyemîn bi rengekî kêfî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Laziqiyê dayika 4 zarokan hat revandin

Li Laziqiyê dayika 4 zarokan Semer Îsmaîl, piştî ji mala xwe derket û ber bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bolsonaro yê di hilbijartinê de winda kir ji Brezîlyayê reviya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?