Çavkaniyên Yemenî îdîa kirin ku Erebistana Siûdî li dijî Hûsisyan amadekariya operasyoneke nû ya leşkerî dikin. Li gorî çavkaniyan, Riyad ji bo rawestandina êrişên Hûsiyan ên li xeta Derya Sor û Bab el Mendebê ku li ser trafîka keştiyan gef e, alternatîfa operasyoneke deryayî û bejahî ya li hemberî navenda Yemenê dinirxînin.
Li gorî îdîayan, hêzên Siûdî xwe ji hin herêmên rojhilat ên Yemenê vedikişînin û ji bo operasyoneke gengaz jinûve têne bicihkirin. Her wiha hate gotin, Riyad ji bo pêkanîna ewlekariya keştiyên bazirganiyê yên li Derya Sor hewl dide koalîsyoneke deryayî ya ji ji gelek neteweyan ava bike.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku Tirkiye, Pakistan, Misir, Sûdan û Cîbûtî jî di nav de 14 welatan belavokeke hevpar weşandin ku piştgiriyê dide koalîsyona ewlekariya deryayî.
Hefteyên dawî rageşiya navbera Hûsiyan û Erebistana Siûdî jinûve zêde bû. Alî êrişî hev dikin. Çavkaniyên Yemenê diyar kirin ku liv û tevgera leşkerî nîşaneya wê yekê ye ku li hemberî wîlayeta El Bayda ya di bin kontrola Hûsiyan de ye amadekariya operasyoneke gengaz tê kirin.

