Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Cejna Berxwedana Neteweyî li kantona Cizîrê bi coş hat pîrozkirin
Rojava

Cejna Berxwedana Neteweyî li kantona Cizîrê bi coş hat pîrozkirin

27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî li 5 bajarên kantona Cizîrê bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de banga piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê pîrozbahiyê 27’ê Mijdarê salvegera 47’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (Cejna Berxwedana Neteweyî) hatin lidarxistin.

DIRBÊSIYÊ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi coşeke mezin Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir. Pîrozbahî li Parka Şehîd Zevîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Cizîrê Ebdulxenî Oso axivî. Oso îşaret pê kir ku PKK’ê ji bo gelê Kurd têkoşîneke bê hempa kir û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a  ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin jî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e.

Şahî bi stranên şoreşgerî û gerandina xelkên govendê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê jî 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî li qada Newrozê ya naverasta bajarê Til Temirê pîroz kir. Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir Çinar Yûsif axivî û destnîşan kir ku felsefeya neteweya demokratîk wekî proje li herêmê hatiye rûniştandin.

Ji rêveberên Hêzên Parastina Civakî yên Til Temirê (HPC) Mihemed El Salim jî got, avabûna PKK’ê xaleke veguherînê di dîroka gelan de ye.

Di dawiyê de stran hatin gotin û govend li ber hatin gerandin

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê jî bi heman boneyê şahiyek hat lidarxistin. Şahî li hola Roj bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê û gundewarên wan pêk hat. Di şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Roja Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin û hate gotin, destkeftiyên hatine bidestxistin berhema keda şehîdan e. Her wiha soza domandina têkoşînê hate dayîn.

Di dawiyê de hunermend û komên stranan daketin ser dikê û stran pêşkêş kirin. Girse jî li ber stranan govend gerandin.

HESEKÊ

Tevî nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, pêkhateyên bajarê Hesekê jî 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir.Pîrozbahî li Parka 4’ê Nîsanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Meclisa  Bajarê Hesekê Kilara Reqa axivî û got, Rêber Apo li dijî hewldanên tunekirina doza Kurd şoreşek dabû destpêkirin ku bi mîlyonan kes li cîhanê tev lê bûne.

Şahî bi stran, gerandina xelekên govendê û dirûşmên silavkirina Rêber Apo bi dawî bû.

DÊRIK

PYD’ê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê jî şahiyek li dar xist. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de têkoşîna PKK’ê ya bo doza gelan hat vegot û hate diyarkirin ku Rêber Apo banga aştî, rûmet û azadiya tevahî mirovahiyê dike.

Di dawiyê de komên hunerî stran gotin û beşdaran li ser govend gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapora Veşartî: Zexta DYA’yê li ser Yekîtiya Ewropayê ji bo “sînordarkirina koçberiyê”
Nûçeya Pişt re ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gundewarê Hemayê kesek hat qetilkirin

Li gundê El Qeter ê bajarê Hemayê ya ku di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa çeteyan a li derdorê Bendava Tişrînê hat têkbirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê 8’ê Adarê: Destkeftiyên jinan li qadan tên bidestxistin

Jinên ku bi pêşengiya endamên Platforma Jinan a Rihayê daketin qadan, peyama “Destkeftiyên jinan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara kesên di erdheja Kolombiyayê de mirin gihîşt 224 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?