DBP’ê ji ser salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hemberî Rêber Apo hate kirin daxuyaniyek da û got, “Ya ku di şexsê Rêber Apo de hedef hate girtin, li gel têkoşîna azadiyê û hebûnê ya gelê Kurd, îradeya avakirina jiyana azad û wekhev a gelan û paşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn bû. Ji ber vê yekê 9’ê Cotmehê ne tenê komployeke berê ye, bi encamên xwe yên siyasî û bandora xwe divê hîn jî weke sernavekî têkoşînê were dîtin ku dewam dike.”
DBP’ê diyar kir ku feraseta dixwaze gelê Kurd sedsaleke din bê statu bihêle, îradeya çareseriya demokratîk a Rêber Apo bê bandor bike û paşeroja demokratîk a hevpar a gelan asteng bike bi şêweyên cuda dewam dike û got, “Gelê Kurd li hemberî vê yekê bi têkoşîna li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên zêdeyî sed salî îradeya aştî, demokrasî û azadiyê parastiye, weke encamek ji vê têkoşînê pêşî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a niha vekiriye.
Di vê çarçoveyê de divê nasname û hebûna gelê Kurd bi destûra bingehîn bê misogerkirin, pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û hiqûqî bê çareserkirin, Rêber Ocalan bibe xwedî mercên azad ên jiyanê û karkirinê. Ji ber ku azadiya wî ne tenê azadiya kesekî y; yek ji mercên bingehîn ên ji bo pêşîvekirina li çareseriya demokratîk, avakirina aştiyeke bi rûmet û mayinde û avakirina paşerojeke hevpar û wekhev a gelên Tirkiyeyê ye. Lewma azadiya Rêber Ocalan li Tirkiyeyê ji bo avakirina mercên aştiyeke mayinde û demokratîk yek ji pêwîstiyên dîrokî ye!
Ev wezîfe ne tenê ya gelê Kurd e; gelên li Tirkiyeyê yên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin, hemû beşên civakî û hêzên demokratîk divê têkoşîna hevpar mezin bikin. Ji ber ku azadiya gelê Kurd ji azadiya gelên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji demokratîkbûna Tirkiyeyê cuda nîne.”

